|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | 01.01.2003 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
| NIVÎS çû - tu bi xêr hatî ÊVAR BAŞ! | ||||
Ji serê sala 2003an û pê ve, Malpera Amûdê weşana kovara NIVÎS radwestîne. Ji 21.11.2000î ta 21.12.2002an, 22 hejmarên NIVÎSê derketin. Di van 22 hejmaran de bêtirî 124 nivîskarên kurd ji her çar perçeyên Kurdistanê berhemên xwe di NIVÎSê de weşandine. Di vê demê de NIVÎS bi roleke pir aktîv bo danasîna nivîskarên kurd û têkiliyên wan bi hev re û bi xwendevanê kurd re, rabû. NIVÎS cihekî xwe yê taybet di dilê xwendevan û nivîskarên kurd de çêkiribû. Bi vê yekê em pir kêfxweş in. Lê mixabin di dema dawî de barê NIVÎSê pir giran bû. Ji ber tunebûna demê û xebata rojane di Malpera Amûdê de, ez nema dikarim weşana NIVÎSê bi awayê pêwîst û hêja berdewam bikim. Lê sedemê herî bingehîn ê rawestanê ew e ku derfeta me û tekûzkirina berheman, hem ji alî rêziman û hem jî ji alî rastnivîsînê ve, tunebû. Piraniya nivîsên ku ji me re dihatin şandin, ji alî rastnivîsînê ve pir lawaz bûn. Pir xebat ji wan re gerek bû da ji weşanê re amade bibin. Lê dîsa jî gelek caran nivîs û gotar li gel çewtî û şaşitiyên wan dihatin weşandin. NIVÎS çû - tu bi xêr hatî ÊVAR BAŞ! Malpera Amûdê dê piştî rawestana NIVÎSê xebata xwe bo wêjeya kurdî berdewam bike. Ji serê sala nû û pê ve, Malpera Amûdê ÊVAR BAŞê diweşîne. ÊVAR BAŞ dê hewl bide ku pencereyeke nû bo zimanê kurdî di cîhana internêtê de veke. Dê hem azadiya peyvê û hem jî pîvanên wê yên stetîkî biparêze. Dê ji bo hemî nivîskarên kurd pencereyeke vekirî û berfireh be bêyî ku erkên xwe yên weşanê ji bîr bike. Lewra ÊVAR BAŞ, bi dilgermî we xwendevan û nivîskaran vexwendî geşkirin û rehdaçikandin û bejinbilindkirina hunera peyva kurdî. Ji bilî ÊVAR BAŞê, emê weşana berhemên kurdî di beşê Malpera Amûdê yê kurdî de wek berê berdewam bikin. Bi navê xwe û hemû kesên ku di NIVÎSê de ji destpêka weşana wê ta niha, hiştin ku pencereyên vê kovarê vekirî bimînin, ez sipasiya we dikim bo hevaltiye we ya ku we, nivîskar û xwendevanên NIVÎSê, di 22 hejmarên NIVÎSê de bi me re kir. Bimînin di nav xêr û xweşiyê de. Sîrwanê Hecî Berko Sernivîser sirwan@amude.com |
||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2003 amude.com [ info@amude.com ] |