www.amude.de
 Dengê kultur û folklora Kurdî di internêtê de www.amude.de
Arabic Deutsch English Français
Mustefa Reşîd MÍjerÍ LÍkerÍ

Mustefa ReşÓd
mrechid@eposte.de


PiştÓ ku me mijara tewangÍ ji hin aliyan ve ronahÓ kir, emÍ vÍ carÍ li ser mÍjerÍ lÍkerÍ rawestin Ż tÍbikoşin, ku vÍ mijarÍ jÓ hinekÍ ronak bikin. Gelo mebesta me bi mÍjerÍ lÍkerÍ Ái ye?

MamostayÍ mezin MÓr Celadet Bedirxan peyva mÍjer ji yekejimarÓ Ż gelejimariyÍ re bi kar aniye. YanÍ mÍjerÍ lÍkerÍ - mana xwe - yekejimarÓ Ż gelejimariya wÍ ye. Bi gotineke din, mijara ku em dixwazin vÍ carÍ li ser rawestin ev e:

Gelo! Di hevokan de, kengÍ lÍker yekejimar Ż kengÍ gelejimar e?

Di pileya pÍşÓn de, mirov bawer dike, ku ev mijareke gelek hÍsan e Ż ne hewceyÓ şÓrovekirinÍ ye. Mirov bawer dike, ku mÍjerÍ lÍkerÍ hergav li gor kirar e (subjekt e), heke ew yekejimar be, hÓngÍ lÍker jÓ di yekejimariyÍ de ye; Ż heke ew gelejimar be, hÓngÍ lÍker jÓ di gelejimariyÍ de ye. Wek nimŻne:

1) Ew sÍvekÍ dixwe.
2) Em gişt sÍvekÍ dixwin.

Bi rastÓ jÓ em dibÓnin, ku di dema niha Ż ayendÍ de, lÍker hergav xwe davÍje ser kirar Ż mÍjerÍ xwe (yanÍ yekejimarÓ Ż gelejimariya xwe) li gor wÓ distÓne. Heke lÍker negerguhÍz be jÓ, dÓsa di dema niha Ż ayendÍ de xwe davÍje ser kirar, nimŻne:

1NY) Ferzende diÁe WanÍ.
2NG) TÍkoşerÍn me diÁin ColemÍrgÍ.
3NY) Piraniya gel diÁe newroza AmedÍ.
4NG) Ferzende Ż GurgÓn diÁin MŻşÍ.

Ji ber ku di van hevokan de mÍjerÍ lÍkerÍ li gor kirar e, ti astengÓ Ż gelemşeyÍn (problemÍn) tÍgihÓştinÍ ÁÍnabin Ż ji lew re, em hin caran mÍjerÍ kirar jÓ bi lÍkerÍ didin xuyakirin, nimŻne:

1MY) Xort xwarinÍ dixwe.
2MG) Xort xwarinÍ dixwin.
3MY) KeÁ teşiyÍ dirÍse.
4MG) KeÁ teşiyÍ dirÍsin.

Di hevokÍn (1MY) heya (4MG) de, em dibÓnin, ku lÍker mÍjerÍ kirar diÁespÓne (tesbÓt dike) Ż dide xuyakirin. Di hevoka (1MY) de, ku lÍker bi yekejimarÓ hatiye, em dizanin, ewÍ ku xwarinÍ dixwe tenÍ xortek e, lÍ di hevoka (2MG) de, lÍker bi gelejimarÓ hatiye, ji lew re em dizanin, ewÍn ku xwarinÍ dixwin gelek xort in; Ż her wisa di hevoka (3MY) de, em dizanin, ya ku teşiyÍ dirÍse keÁek e Ż di hevoka (4MG) de gelek keÁ in.

BelÍ, heke mijar bi tenÍ ev be, bi rastÓ jÓ ne ewqas dijwar e. «iqas hevok dirÍj be jÓ, her kes dikare ji bin vÓ barÓ derkeve. Wek nimŻne, ka em du hevokÍn hinekÍ dirÍj binivÓsÓnin:

1DY) KeÁ li koşka kela BeyazÓdÍ, li aliyÍ heramiyÍ, geh bi ken Ż şahÓ, geh bi kel Ż girÓ, di pencerÍ re li keriyÍ pezkoviyan temaşe dike.
2DG) KeÁ li koşka kela BeyazÓdÍ, li aliyÍ heramiyÍ, geh bi ken Ż şahÓ, geh bi kel Ż girÓ, di pencerÍ re li keriyÍ pezkoviyan temaşe dikin.

Bi rastÓ jÓ ne dijwar e, tevÓ ku hevoka me hinekÍ dirÍj e jÓ, lÍ dÓsa em dizanin, ku di hevoka (1DY) de, ewa ku li keriyÍ pezkoviyan temaşe dike, bi tenÍ yek keÁ e; Ż ewÍn di hevoka (2DG) de jÓ gelek keÁ in.

Ka em li cihÍ "keriyÍ pezkoviyan" wek bireserekÓ ji bireserÍn daÁekÍ vÍ carÍ "agirÍ newrozÍ" tÍxin nava hevokÍ Ż hevokeke tenÓştÓ jÓ ji demeke din lÍ siwar bikin Ż bÍjin:

1DYT) KeÁ li koşka kela BeyazÓdÍ, li aliyÍ heramiyÍ, geh bi ken Ż şahÓ, geh bi kel Ż girÓ, di pencerÍ re li agirÍ newrozÍ, ku ciwanan li ser bilidahiyekÍ vÍxistibŻ, temaşe dike.
1DGT) KeÁ li koşka kela BeyazÓdÍ, li aliyÍ heramiyÍ, geh bi ken Ż şahÓ, geh bi kel Ż girÓ, di pencerÍ re li agirÍ newrozÍ, ku ciwanan li ser bilidahiyekÍ vÍxistibŻ, temaşe dikin.

TevÓ ku me hevokeke tenÓştÓ, ji dema borÓ jÓ xiste nava hevokÍ, lÍ rewş nehat guhertin.

Heke ev mijara me - wek Áawa di dema niha Ż ayendÍ de - wisa sade Ż hÍsan bŻya, hÓngÍ ne pÍwÓst bŻ me serÍ xwe pÍ biÍşanda. LÍ belÍ, mixabin, ev mijara me, di dema borÓ de ne ewqas sade Ż sivik e. BÍyÓ ku em hin rawe Ż nimŻneyÍn din ji dema niha Ż ayendÍ bÓnin ber Áavan, emÍ derbas dema borÓ bibin, ji ber ku pirsgirÍka vÍ mijarÍ - bi taybetÓ bi sedema ÍrgatÓv - di vir de ye.

BN) Dema borÓ - lÍkerÍn negerguhÍz.

Di dema borÓ de, bi lÍkerÍn negerguhÍz re, ÍrgatÓv bÍ bandor e; yanÍ ÍrgatÓv tine ye.

1BNY) BengÓn hat CizÓrÍ.
2BNG) BengÓn Ż Ferhad ÁŻn DÍrsimÍ.
3BNY) Piraniya gelÍ MŻş Ż BedlÓsÍ roja cejnÍ di malan de ma.
4BNG) GirseyÍn gel ji seranserÍ bakurÍ KurdistanÍ hatin AmedÍ.

Di hevoka (1BNY) de kirar (BengÓn) yekejimar e, wisa jÓ lÍker (hat) bi yekejimarÓ hatiye. Di hevoka (2BNG) de kirar du kes in (BengÓn Ż Ferhad), yanÍ gelejimar e Ż ji lew re jÓ lÍker (ÁŻn) bi gelejimarÓ hatiye. Di hevoka (3BNY) de em ÁÍla (behsa) komek mirov dikin, ew kom e, lÍ belÍ bi yekejimarÓ hatiye, ji lew re jÓ lÍkera "man" bi yekejimarÓ hatiye. Di hevoka (4BNG) de kirar (girseyÍn gel) bi gelejimarÓ hatiye Ż wisa jÓ lÍkara "hatin" di gelejimariyÍ de ye.

Nexwe, di dema borÓ de jÓ, heke lÍker negerguhÍz be, ev mijara me dÓsa jÓ hÍsan Ż sade ye.

BG) Dema borÓ - lÍkerÍn gerguhÍz.

Wek me berÍ jÓ gotibŻ, di dema borÓ de, heke lÍker gerguhÍz be, hÓngÍ ÍrgatÓv serdar e Ż bi bandora ÍrgatÓv kirarÍ lÍkerÍ tÍ tewandin Ż bireserÍ yekser bÍ tewang dimÓne. «iqas ÍrgatÓv li xweşiya pir kesan neyÍ jÓ, lÍ belÍ - wek me berÍ jÓ gotibŻ - ew nişana kevnariya zimanÍ me ye. Wek Áawa HoriyÍn kevnare, MÓtanÓ, GotÓ, XaltÓ, LolobÓ, Man Ż Mad Ż yÍn din, ku wek rah Ż damarÍn neteweya me tÍn hejmartin Ż şopa xwe di rabirdŻ, jiyan Ż pergala me de hiştine, wisa jÓ ÍrgatÓv wek nişana hevgirÍdana me bi wan re, heya roja Óro jÓ di zimanÍ me de, di dema borÓ de, bi lÍkerÍn gerguhÍz re hÍn jÓ jÓndar Ż serdar e.

BG) Heke ÍrgatÓv serdar be, yanÍ gava di dema borÓ de Ż bi lÍkerÍn gerguhÍz re kirar tÍ tewandin (yan jÓ ji ber hin sedemÍn ku me berÍ diyar kiribŻn bÍ tewang dimÓne), hÓngÍ bi gelemperÓ mÍjerÍ lÍkerÍ li gor bireserÍ (objekt) yekser e. NimŻne:

1BGY) ZÓlanÍ Áalakiyek kir.
2BGG) BÍrÓvanÍ gelek ÁalakÓ kirin.
3BGY) Ciwanan Áalakiyek kir.
4BGG) KeÁan sÍ ÁalakÓ kirin.

Di hevokÍn (1BGY) heya (4BGG) de bireserÍ yekser "ÁalakÓ" ye Ż di van hevokan de, lÍker xwe davÍje ser bireserÍ yekser. KirarÍ van hevokan (heya ku nehatiye hejmartin yan bi gelejimarÓ nehatiye veqetandin yan jÓ nebŻye kirarÍ lÍkereke negerguhÍz, ku di gelejimariyÍ de ye) heke di yekejimariyÍ de be, yan di gelejimariyÍ de be ti rola wÓ tine ye. Bi gotineke din, mÍjerÍ lÍkerÍ li gor bireserÍ yekser e, lÍ belÍ di hin rewşan de, ku emÍ li xwarÍ bidin xuyakirin, lÍker di ÍrgatÓv de xwe davÍje ser kirar.

Pir kesÍn ku di qada zimanÍ kurdÓ de şareza ne jÓ, bawer dikin, ku ev mijara me li vir temam dibe Ż ji wan e, ku ÍrgatÓv berevajiya hevoka siruştÓ ye (normal e).

BGH) Dema borÓ - lÍkerÍn gerguhÍz, kirar bi gihaneka "Ż" hatiye hejmartin.

Heke kirar bÍ hejmartin, hÓngÍ lÍker xwe davÍje ser kirar Ż dikeve gelejimariyÍ. Mebesta me ji hejmartinÍ ew e, ku Áend kirar bi gihaneka "Ż" bi hev ve hatine girÍdan. NimŻne:

1BGH) ZÓlan Ż BÍrÓvanÍ Áalakiyek kirin.
2BGH) GurgÓn Ż Ferzende hespek kirÓn.
3BGH) Zozan Ż NarÓnÍ malek kirÍ kirin.

Di hevokÍn (1BGH) heya (3BGH) kirar hatiye hejmartin, yanÍ kirar ji yekÓ bÍtir e, yanÍ gelejimar e. Di van hevokan de, tevÓ ku bireser di yekejimariyÍ de ye, lÍker li gor kirar dikeve gelejimariyÍ. YanÍ heke kirar hat hejmartin, bireser Ái dibe bila bibe, lÍker xwe davÍje ser kirar Ż dikeve gelejimariyÍ. Em Áiqas bireser biguhÍrin, lÍker ji ber hejmartina kirar bi gihaneka "Ż" bi gelejimarÓ tÍ gotin.

Heke em Áend navdÍran (wek kirar) bi hin gihanekÍn din bi hev ve girÍbidin, hÓngÍ ev rewşa li jor pÍk nayÍ. YanÍ hevgirÍdana kirar bi gihanekÍn din yÍn ji bilÓ "Ż" mÍjerÍ lÍkerÍ bi xwe re ranakişÓne. NimŻne:

1BGHD) ZÓlanÍ yan BÍrÓvanÍ Áalakiyek kir.
2BGHD) XortÍ ku bi GurgÓn re, pÍre Áalakiyek kir.

BGH) Dema borÓ - lÍkerÍn gerguhÍz, tenÍ bireser hatiye hejmartin.

Hejmartina bireser bi gihaneka "Ż" ti bandorÍ li mÍjerÍ lÍkerÍ nake. TenÍ mÍjerÍ bireser bixwe bandorÍ li mÍjerÍ lÍkerÍ dike. NimŻne:

4BGH) NazÍ pirtŻkek kirÓ.
5BGH) ZozanÍ qelemek, defterek Ż pirtŻkek kirÓ.
6BGH) BengÓn deh pirtŻk kirÓn.

Di hevokÍn (4BGH) heya (6BGH) de, em dibÓnin, ku mÍjerÍ lÍkerÍ li gor mÍjerÍ bireser e Ż hejmartina bireser bi gihaneka "Ż" ti rolÍ naleyÓze. YanÍ hejmartina bireser bi gihaneka "Ż" ne wek hejmartina kirar e Ż lÍkerÍ ji yekejimariyÍ navÍje gelejimariyÍ.

BGV) Dema borÓ - lÍkerÍn gerguhÍz, kirar hatiye veqetandin.

TenÍ heke kirar bi veqetandeka gelejimaiyÍ hat veqetandin, lÍker xwe davÍje ser kirar. YanÍ di veqetandina kirar de du gengazÓ (Ómkan) li ber me ne.

a) Veqetandina kirar bi yekejimarÓ ti bandorÍ li mÍjerÍ lÍkerÍ nake, mÍjerÍ lÍkerÍ dÓsa wek qeyda gelemper ya ÍrgatÓv li gor bireserÍ yekser e. NimŻne:

1BGVa) KurÍ GurgÓn pirtŻkek bir.
2BGVa) KeÁa Ferzende sÍ pirtŻk birin.
3BGVa) LawÍ Soro Áalakiyek li AmedÍ kir.
4BGVa) NeviyÍ Remo sÍ helbest nivÓsandin.

Di hevokÍn (1BGVa) heya (4BGVa) de, em dibÓnin, veqetandina bi yekejimarÓ ya kirarÍ lÍkera gerguhÍz di dema borÓ de ti bandorÍ li mÍjerÍ lÍkerÍ nake; lÍker xwe davÍje ser bireserÍ yekser Ż mÍjerÍ xwe ji wÓ distÓne.

b) Veqetandina kirar bi gelejimarÓ mÍjerÍ lÍkerÍ jÓ bi xwe re dixe gelejimariyÍ, yanÍ lÍker di vÍ rewşÍ de jÓ xwe davÍje ser kirar. NimŻne:

1BGVb) XortÍn Kurdan Áalakiyek kirin.
2BGVb) TÍkoşerÍn me ala rengÓn bilind kirin.
3BGVb) NivÓskarÍn Kurd konferansek pÍkanÓn.
4BGVb) WeşanxaneyÍn kurdÓ xwe li AmedÍ bi cih kirin.

Di hevokÍn (1BGVb) heya (4BGVb) de, em dibÓnen, ku heya kirar bi gelejimarÓ hatibe veqetandin, lÍker jÓ li gor wÓ di gelejimarÍ de ye Ż bireser bÍ bandor e.
Veqetandina navdÍrÍ nebinavkirÓ bi gelejimarÓ dÓsa wÍ encamÍ dide. NimÓne:

5BGVb) Xortine welatparÍz Áalakiyek li BedlÓsÍ kirin.

Di vÍ hevokÍ de jÓ em dibÓnin, ku dÓsa lÍker li gor kirar dikeve gelejimariyÍ.

BNG) Dema borÓ - lÍkerÍn gerguhÍz, lÍ belÍ kirar berÍ bŻye kirarÍ lÍkereke negerguhÍz.

Heke navdÍr bi gelejimarÓ kirarÍ lÍkereke negerguhÍz be Ż bibe kirarÍ lÍkera gerguhÍz jÓ, hÓngÍ lÍkera gerguhÍz jÓ dikeve gelejimariyÍ. NimŻne:

1BNG) Mirov derketin kolanan Ż banga azadiyÍ kirin.

Di vÍ hevokÍ de navdÍrÍ "mirov" bi gelejimarÓ bŻye kirarÍ lÍkera "derketin" Ż bŻye kirarÍ lÍkera "kirin" jÓ. Ji ber ku "derketin" di gelejimariyÍ de ye, lÍkera "kirin" jÓ ji neÁarÓ ketiye gelejimariyÍ. Heke em kirarekÓ bidin lÍkera "kirin" jÓ, ewÍ ji rewşa neÁariyÍ rizgar bibe. NimŻne:

2BNGR) Mirov derketin kolanan Ż wan banga azadiyÍ kir.

Niha em dibÓnin, ku gava lÍkera "kirin" ji bandora lÍkera "derketin" rizgar dibe, ew vedigere ser qeyda gelemper ya ÍrgatÓv, ku lÍker xwe davÍje ser bireserÍ yekser. Niha - piştÓ ku lÍkera "kirin" ji hevgirÍdana lÍkera "derketin" rizgar bŻ - heke bireserÍ yekser yÍ lÍkera "kirin" tÍkeve gelejimariyÍ, ewÍ jÓ xwe li gor wÓ bavÍje gelejimariyÍ. NimŻne:

3BNGRG) Mirov derketin kolanan Ż wan hin ÁalakÓ kirin.

Wek akam ji vÍ gengeşiya me, em digihÓnin van encamÍn jÍrÓn:

1) Di dem niha Ż ayendÍ de, bi hemŻ raweyÍn xwe, Ż herwisa dema borÓ bi lÍkerÍn negerguhÍz re hergav mÍjerÍ lÍkerÍ li gor kirar e.
2) Di dema borÓ de Ż bi lÍkerÍn gerguhÍz re, ku ÍrgatÓv serdar e, bi gelemperÓ mÍjerÍ lÍkerÍ li gor bireserÍ yekser e, ji bilÓ hin awarteyan:
a) Heke kirar bi gihaneka "Ż" hat hejmartin, lÍker xwe davÍje ser kirar Ż dikeve gelejimariyÍ. NimŻne: GurgÓn Ż Ferzende Áalakiyek kirin.
b) Heke kirar bi gelejimarÓ hat veqetandin, dÓsa lÍker xwe davÍje ser kirar Ż dikeve gelejimariyÍ. NimŻne: CiwanÍn Kurd Áalakiyek kirin.
c) Heke kirar bi lÍkereke negerguhÍz re di gelejimariyÍ de be Ż bibe kirarÍ lÍkereke gerguhÍz jÓ, hÓngÍ lÍkera gerguhÍz jÓ li gor kirar dikeve gelejimariyÍ. NimŻne: Ciwan ÁŻn WanÍ Ż Áalakiyek kirin.


Me ev mijara girÓng bi hin hevokÍn sade şÓrove kir. BÍ guman, di nivÓsandina rojane de mirov ne tenÍ hevokÍn sade bi kar tÓne, lÍ belÍ hemŻ şÍweyÍn hevokan pÍwÓst dibin Ż hÓngÍ rewş hinekÍ tÍkil e Ż ne ewqas hÍsan e. Ka em dÓsa hin nimŻneyan ji weşanÍn rojane bÓnin ber Áavan, ku Áawa nivÓskar di mÍjerÍ lÍkerÍ de dikevin Áewtiyan:

NimŻne 1

Em di gotarekÍ de rastÓ vÍ hevokÍ hatin:
"Ma gelo tu zane ku vÍ ewropaya ku ewqasÓ behsa wÍ dibe, Áend birÓnÍn kur di canÍ gelÍ me de vekirÓ ye."
Bixwe, gelek kÍmasiyÍn vÍ hevokÍ hene;
a) Li cihÍ "Ma gelo tu zane" heke em bÍjin "Ma gelo tu zanÓ" baştir e.
b) Gihaneka "ku" ya piştÓ "tu zanÓ" ne pÍwÓst e.
c) Li cihÍ "ewropa" divÍt "Ewropa" be (serenav).
d) Li cihÍ "birÓnÍn kur" baştir e em bÍjin " birÓnÍn kŻr".
e) "vekirÓ ye" ne rast hatiye nivÓsandin. Li vir lÍkera "bŻn" tine ye, ev boriya ÁÓrokÓ ye.
f) MÍjerÍ lÍkera "vekirin" divÍt ne li gor kirar "Ewropa", lÍ belÍ li gor bireser "birÓnÍn kŻr" di gelejimariyÍ de be.
YanÍ baştir e, ku hevok bi vÓ awayÓ be:
"Ma gelo tu zanÓ, vÍ Ewropaya ku ewqasÓ behsa wÍ dibe, Áend birÓnÍn kŻr di canÍ gelÍ me de vekirine?."

NimŻne 2

Em di nivÓsekÍ de rastÓ vÍ hevokÍ hatin:
"Tu dikare bÍje; gelo her tiştek weha xerab Ż her kesekÓ xwe weha wenda kirin e, na."
Ev jÓ bi vÓ awayÓ baştir e:
"Tu dikarÓ bÍjÓ, gelo her tiştek weha xerab e Ż her kesekÓ xwe weha wenda kiriye?, na."

NimŻne 3

Me ev hevoka li xwarÍ jÓ li cihekÓ xwend:
"Min sÍ apÍn xwe tenÍ di sŻretan de dÓtibŻ."
Ji ber ku bireserÍ yekser "sÍ apÍn xwe" di gelejimariyÍ de ye, diviyabŻ li dawiya hevokÍ "dÓtibŻn" bihata gotin.

NimŻne 4

Em bala xwe bidin vÍ hevokÍ jÓ:
"Li gor tiştÍn ku Áapemeniya wan nivÓsand."
Ev hevok bi xwe hinekÍ tÍkil e. Bireser "tiştÍn" hatiye pÍşiya kirar "Áapemeniya wan", lÍ ji ber ku "ÁapemenÓ" bi yekejimarÓ hatiye veqetandin Ż bireser "tiştÍn" di gelejimariyÍ de ye, diviyabŻ li dawiya hevokÍ lÍker bi gelejimarÓ "nivÓsandin" bihata gotin.

NimŻne 5

Me ev hevoka li xwarÍ jÓ li cihekÓ xwend:
"PÓrozbahiyÍn NewrozÍ dest pÍ kir."
Ji ber ku kirar bi gelejimarÓ hatiye veqetandin, divÍt lÍkera "kirin" di gelejimariyÍ de be Ż hevok bibe
"PÓrozbahiyÍn NewrozÍ dest pÍ kirin".

NimŻne 6

Ev hevok jÓ ne durist e:
"HemŻ nivÓsÍn ku te sererast kiriyÍ ketin destÍ min."
DivÍt wisa be"
"HemŻ nivÓsÍn ku te sererast kirine ketin destÍ min."

NimŻne 7

Me ji Medya-TV ev hevok jÓ bihÓst:
"Huquqzan Ż xwendekaran destek da FilÓstÓnÍ."
Ji ber ku kirar bi gihaneka "Ż" hatiye hejmartin, divÍt hevok bibe,
"Huquqzan Ż xwendekaran destek dan FilÓstÓnÍ."

NimŻne 8

Me di malpera "ROJEV"Í de ev hevoka li xwarÍ xwend:
"Duh federasyona komeleyÍn KurdÍn li DanÓmarka FEY-KURD'Í bi komeke qelebalix ÁŻn serdana parlemana vÓ welatÓ Ż nameyeke ji bo serokwezÓr pÍşkÍşÓ rayedarÍn parlemenÍ kirin."

NivÓskarÍ vÍ hevoka jorÓn - heya radeyekÍ - ziman baş dizane, lÍ belÍ ketiye Áewtiyeke biÁŻk. Ka em bipirsin: Gelo "federasiyon" kirar e? Yan "komeleyÍn KurdÍn li DanÓmarka" ? NaxÍr, "federasiyon" kirar e, heke ne wisa bŻya hevok rast bŻ, lÍ belÍ "federasiyon" di yekejimariyÍ de hatiye Ż ji lew re divÍt hevok bi vÓ awayÓ be:

"Duh federasyona komeleyÍn KurdÍn li DanÓmarka FEY-KURD'Í bi komeke qelebalix ÁŻ serdana parlemana vÓ welatÓ Ż nameyeke ji bo serokwezÓr pÍşkÍşÓ rayedarÍn parlemenÍ kir."

Em dibÍjin:
"Piraniya gel hat şahiyÍ."
LÍ belÍ
"GirseyÍn gel hatin şahiyÍ."
Heke em peyva "federasiyona" ji hevokÍ bavÍjin, hÓngÍ hevoka pÍşÓn rast Ż durist e. YanÍ nivÓskar "federasiyon" gotiye, lÍbelÍ bi "komeleyÍn KurdÍn li DanÓmarka" yan jÓ bi "KurdÍn li DanÓmarka" fikiriye.

NimŻne 9

Em di Azadiya Welat de jÓ rastÓ vÍ hevokÍ hatin:
"Di NewrozÍ de bi milyonan mirov derketin kolanan Ż banga aştÓ, biratÓ Ż azadiyÍ kir." Di vÍ hevokÍ de kirar "mirov " hem ji bo lÍkera negerguhÍz "derketin " Ż hem jÓ ji bo lÍkera gerguhÍz "kirin " hatiye bi kar anÓn. Ji ber ku lÍkera negerguhÍz "derketin " di gelejimariyÍ de ye, divÍt lÍkera gerguhÍz "kirin " jÓ di gelejimariyÍ de be.
Berhemin ser zimanê kurdî cem te peyda dibin!? ---> info@amude.de


copyright © 2002 amude.de [ info@amude.de ]