|
|
|

| Hejmar 4
22.02.01-21.03-01
|
|
Bîranînek
Ji wêjeya rûsî ji rûsî: Sulêman M.
Tevlî dû çenteyên xwe û tûrkê milan li zanîngehê li bendê bû ,dema hat. Alî wê kir ferax kirin terembêlê û ma ta ,ku siwar bû û xwe di rexde girêda . Terembêl hêdîka ji cih rabû û bi rêket û çû.
- Ez çi kêfxweþim bi çûna malê - Wê got- gelekî tirsiham êgzaminên (ezmûnên) xwe nedim.
-Belam we tev dan?
-Belê tev dan.Terembêla we çi xweþika. Navê wê ne "pilîmûta" ye?
-Belê rast e.
-Û giþt nûy e?
-Dû salî ye,piþtî dû sê mehên din yê di ser sê salan re çêpkê.
-Lê her nûh xwiya dikê .Radiyo hey e? Wî radiyo vekir.
bibin ser pala ,ku hûn dixwazin.
-Hûn jî þifêrin,çi mûzîkê dixwazin ?
-Tev wek hevin.
wê mûzîkeka nûdem dît ,berê xwe dayê û pirsî :Ev xweþa? Bes serê xwe hejand
-Çiqas xewa min têt.Ji þeva dîtirê çavên min neçûne ser hev.Hûn ne dijin ez bêhnekê razim?
-Ji xwe na . na
-We dixwest em bi peyvin,ta ku dem zû bibûrê.
-Nexem e, raz e.
Ew gihan þahrê(avtostradê),keçikê çavên xwe girtin û terembêlê bilez mîl bi mîl qad li pey xwe dihiþt.
-Þensê min heye,di ber xwe de ponijî-wê tablok bi dergehê zanîngehê ve daleqandibû: "Ez dixwazim herim Þîkago piþtî êgzamênan ". Wê ,ku qey tukes yê guh nedê vê tabloyê ta ,ku dengê zingilê têlêfonê hat. Çûna wê ya malê bû bi nîv bûhayî.
-Ew di xeweka giran debû ,yan di xewnekê debû,dema wî radiyo vemirand. Çavên xwe vekirin dît ,ku tarî ketiye erdê û ew ne li ser þahrê.
-Ez dixew ve çû bûm?
-Wek mirîkî.
-Em li kuderê ne?
-Em diçin Þîkago.
-Çima em ne di þahrê de ne?
-Ew xewa min tînin ,gelek terembêl hene û tiþtekî xweþik li kenarêd wê tune ye,û tijî polîsin .Û nuha dawiya mehê ye ,polîs dixwazin pilanên xwe yê dawiya mehê bi cih bînin.
-Ez têgihiþtim.
-Kêfa min bêhtir ji rêyêd gundan re têt,nexasim biþev. Hûn natirsin ,newlo?
-Ezê ji çi bitirsim?
-Hûn dizanin rêyên vala hindikan ditirsînin.
-Lê ne min.
-Weke ez tê digihêjim,ti tiþt we natirsîne, newlo?
Wê lê nerî ,çavên wî kûr li rê bûn,destan hiþk bi dereksiyon girtibû.
-Alaziyên we çine bi van gotinan?
-Hûn di terembêlekê dene,nekes dizanê li kurin û ne bi kêre ne.
-Hûn xwendevanê zanîngehê ne.
-Newlo ? Vî tiþtî ne misoker dizanin.Min xwe wekû xwendevanekî zanîngehê bi we da naskirin û bi temen jî ez nêzîkî xwendevana me,lê ev nadê xweyakirin,ku bi rastî ez xwendevanim.
-Bi cama terembêla we ve dawera zanîngeha me heya.
-Ta ,ku vê dawerê bi dest xî ,ne pêwîsta çûna xwendinê.
Wê çavên xwe ji rûyê wî neguhartin ,wî wek berê kûr li rê dinêrî.-We ew tablo daleqandibû- wî anî bîrê-Min têlêfonî we kir,min navê xwe got. Min xwe weke xwendevanekî zanîngehê da naskirin û min got ,ku piþtî êgzamênan diçim Þîkago. Lê min ne nemroya têlêfonê û ne jî navnîþana xwe da. Ma we pirsî ,ku kesekî bi vî navî di zanîngehê de he ye?
-Deka van gotinan bibire?
-Çi bibirim ?
-Dixwazin min bitirsînin.
-Lê hûn natirsin,newlo?
-Na,lê .......
-Lê vêca diponijin,nedema tirsê ye? Hûn bi þev bitena xwe bi mêrekî nenas re,di rêka vala de. Û hêdî hêdî pê digihêjin ,ku ev rewþ xerabe. Hûn hîç bê meferin. Newlo?
-Bese !
-Xem nîne. Min bibexþînin . Min nedixwest we xemgîn bikim.
-Ez ne xemgînim.
-Baþe. Ez berxwdana guwahnama (diplom) xwe yê pisîxelogiyê dikim û carna jî ez tiþtê ,ku fêr bûyim di jiyanê de bi kar tînim.Nebêhtir.Lê ger min hûn tirsandin ,min bibexiþînin.
- Tiþtek nabe .
-We dilê xwe ji min negirt?
-Ezê çima dilê xwe bigirim?
-Eva ya rast. Wî bidengekî bilind got.
- Hûn ne westiyan? Dixwazin ,ezê hindekî bajom?
-Na, na. Ez bajom çêtire. Ez sil dibim eger kesekî din bajo.
-Bavê min jî wilo bû.
-Pir mirov wilo hene. Hûn dikarin alîkariyekê bi min re bikin? Ji bêrîka deriyê rex xwe ,tiþtekî bidî min?
-Çi tiþtî?
-Di rex enterîkê de tûrekî reþî çermînî heye. Hûn karin bidin min ?
Wê ew tûrik derxist. Tûrik bi nexekî çermînî girêday bû û dayê. Wî tûrik li ser destê xwe kêþand û bi fîtêzê bi dereksiyon ve daleqand.
-Eger we zanîbû çi di vî tûrikî de ye?
-Ezê ji kû bizanibim?
-Deka biponijin belkî hûn tê derxin.
-Nizanim çi heye.
-Heþîþ e?
-Belkî.
-Heþîþ tê de tune ye. Ez ne vedixum û nekêfa min jêra têt.
-Halo çêtire.
Wî tûrik dîsa daleqand.
-Kêlîka han hûn hindekî tirsan?
-Jinekî.
-Lê nûha hûn natirsin?
-Na.
-Çima na?
-Ji ber ,ku......
-Ji xwe ,tiþtek nehatiye guhartin .Rewþ wek berê ye. Hûn bitena xwe ,bi mêrekî nenas re. Li dere ke bê kes û kûs .Hûn tiþtekî li ser mirovê di rex xwe de nizanin. Û hûnê berevaniyê nikaribin,ger ez çi ji we bikim. Hûn tûrik dibînin,qey têde ne demaçeye?
-Ji xwe na !
-Lê çima hûn wilo susret dimînin? Demaçe vê demê di ber gelek kesan de heya. Û eger balona gazê bê? Pê mirov demeke kurt ji desthilanîn dikeve. Ma balon bi were he ye?
-Hûn jî dizanin ,ku bi min re tune ye!
-Ji kuderê ezê bizanibim? Min jî çentê we veneda ye, lê ez amademe gotina we bawer bikim. Vêca ne demaçe ye û ne balon ,ma hûnê çi bêjin , ger têda mûçinkê neynûkan be? Yan jî kulmek îsota be ,ta bavêjim nav çavên we?
-Mivreda neynûkan bi min re heya .
- Devêca ev tiþteke. Hûn karin min pê perçe perçe bikin, lê ji vî karî re demeke dirêj dixwaze. Xwiya ye ,hûn hîç bê meferin ,newlo?
-Deka bes van gotinan !
-Ne eve ya rast? Deka..... ezê.....
-Çi deka?
-Hûn dixwazin ez bibêjim ? Fermo ! Ez karim terembêlê rawestînim û xwe bavêjim ser we û we þermazarbikim û hûnê nikaribin beravaniya xwe bikin. Newlo?
-Ezê li ber xwe bidim.
- Hûnê çi bidest xin?Hûnê bêhtir bêþin. Hêzên me ne wek hevin .Çêtira bê ber xwedan hûn serî deynin û xweþîka xwe di vî karî de bibînin.
-Hûn zanin ,belkî bi rastî jî bese ?!
-Çi bese?
-Hûn qenc dizanin ez li ser çi dibêm .Bes min bitirsînin.
-Kezeba we qeteha?
-Dizanin ? Min jî got we......
-Ez zanim we çi got. Ez dibê vêca ber hûn zanibin , ku hêviyên we ji min re ne fermane.
-Hêdî ez hew karim guhdariya we bikim. Bawerim vêca divê em ji hev veqetin.Terembêlê rawestîne ta ez peyabim .
-Naxwe hûn dixwazin ez terembêlê rawestînim?
-Belê.
-Ji xwe ji vê terembêla halo xurt xwe bavêjî ne biryareke aqilmende ye. Newlo? Ger ez bixwazim tiþtekî bikim, di vê pêþî ez terembêlê rawestînim.
-Çima hûn dixwazin......
-We þermazar bikim?
-Ez zilam im û hûn jî keçeke ciwan in . Ma ev ne sedemeke hêja ye.
-Ma sedemeke halo bese ?
-Ez bi xwe nizanim. Ma hûn dibên çi?
-Ez dibêm, hûn negelekî camêrin bi min re.
-Erê-serê xwe hejand-Ez jî bawerim, hûn dîsa tirsan ,newlo?
-Devan peyvan bibire.
-Çima hûn bersiva pirsên min nadin? "Bese", "Biguhere" .Çi nahêlê ,ku hûn bi tirsandina xwe mukir bên?
-Nizanim.
-Û dîsa jî hûn ditirsin newlo?
-Hûn dikin , ku tirsê bêxin dilê min ?
- Belê , lê hinekî. Giyan li we nema ne? Di vê de mafê we he ye. Ez dixwazim bêjim , ku þermazarkirina we zore. Û ez karim hertiþtî bi we bikim û hûnê nikaribin lep hilînin.
-Yê tola min ji we hilînin.
-Yê nizanibin tolê ji kê hilînin.
-Ezê navê we ji wan re bibêjim.
-Hûn navê min nizanin.
-Hûn xwendevanin.
-Hûn vî tiþtî misoker dizanin?
-Ez karim nîþanên we û terembêla we saloxbidim.
-Belkî termbêl ya diziyê ye.
-Misoker terembêl ya we ye .
-Ezê alî polîsan bikim, ta wêneyê we biniqsînim. Jiber dadagehê hûn tucarî xelas nabin.
-M... M...M..Emê bêjin ,ku hûn rastin .
-De vêca dawiya lîstkên we hat.
-Birastî hûn karîn min bidin naskirin ? Naxwe divê hûn bên kuþtin.
-Hûn çi dibêjin .
-Çima na? Ev çêtirîn rê ye. Dîsa jî karekî xweþe. Eger nexweþ ba ya,heqas mirovan ev kar nedikir.
--Besa !
-Besa,besa besa. Laþê we gelekî nazike. Ez karim meqersiyê bikim , ku kuþtina we gelekî hêsane.
-Ji bo çi hûnê min bikujin?
-Ji bo çi na?
-Hûnê bên girtin ,hûn bê dadkirin namînin.
-Hûn temaþa dikin? Kujek bê jimar hene û polîsê nizanibin li kê bigerin.
-Her hûnê nîþanekê li þûna xwe bi hêlin. Polîs yê we bi ava we nas bikin.
-Belkî ez gendûmê bi kar bînim.
-Lê her yê nîþanek li dewsa we yê bimînêt.
-Nîþan dê min tewanbar bikin , pistî ez bêm girtin. Lê alîkariya girtina min nakin. Ezê xwe dûrî tora wan bikim. Va ta nuha ez nehatime girtin.
-Çi ?!
-Qey hûn dibên , ku hûn ya yekemîn in?
Çavên xwe girtin , çend hilmên kûr kiþandin, bû gurm-gurma dilê wê . Dawî peyivî : -Baþe, we ez tirsandim. Bawerim hûn gihan armanca xwe.
-Ne bi temamî.
-Dilê we ket cih?
-Ez nikarim vî tiþtî bibêjim. Û piþtre, ezê hingî vehisim, kengî min hûn þermezar kirin û kuþtin û nependî veþartin. Li ser nûsanan ,belkî wan li ser termê taza bibînin , lê ez nêçîrên xwe qenc vediþêrim. Ancax, piþtî çend mehî din we bibînin.
-Wax ! Hûnê wilo li min nekin.....
- Ji xwe ezê we ji bîr nekim. ezê tiliya we ya qilîçankê ji xwer hilînim.
-Ya qilîçankê?
-Ya destê çepê. Ez ji wan kesên dilovanên bê aqilim, yên ku bîranînan bi xwe re hiltînin. Ezê tilya we piþtra jêkim . Hûnê bi ti êþê nehisin.
-Xwedêyo ! Hûn dînin !
-Bi rastî hûn wilo dibînin? Belkî ez temaþa dikim ?
-Eger tenazebin jî , lê kenê min natînin.
-Vêca , eger netenazebin û ez rastî dibêjim , ma pêwîste ez dîn bim? Ka ji kudera min tê zanîn , ku ez dînim ? Xwsteka þermazarkirna we , kuþtin, yan jî jêkirina tiliya we ,ya qilîçankê?
-Hûnê vî karî bi min nekin !
-Bîranîn-netiþtekî susreta-ta , ku we ji bîr nekim.
-Xwedêyo !
-Careka din ez pirsa xwe dûbara dikim : Çi divî tûrikî deye?
-Di tûrik de? Wî dîsa tûr danî ser destê xwe.
-Ger we zanîbû çi têde ye, hûnê diyariyekê wergirin.
-Hawara xwedê ! hinavên min li hev dikevin.
-Dixwazin binêrin ? -Wê berê xwe wergerand- nexema, dîsa tûrik daleqand.
Hevpeyvîna me hûn gihandin baweriyekê , ku di tûrik de tiþtekî kesnedî ye. Têda , bêlkî qaqlonek bin , gwêz bin . Lê hûn halo nabînin ne? Ez dibê qey dem hat , ku em li derekê rawestin.
-Na !
-Hûn dixwazin hêjî em herin ?
-Belê.
-Naxwe fanêrê xwe ji xweke-wê bi rik lê nerî-bi xwe hilbijêrin ;Yan hûnê fanêra ji xwe kî , yan ezê pêl firêm kim. De ji xweke !
-Çima hûn kotekiyê li min dikin?
-Kesin hene dihêlin hin din gorên xwe bi destên xwe bikolin.her sedem yeke :Ta dem û hêzên xwe tews bernedin û biparêzin. Pêþî kembera terembêlê ji xwe sist bike, çêtire. Gelekî baþe . Hûn zirav qetandî bûn ne? Bidengekî bilind bibêje .
-Ez ditirsim.
-Hûn ji tirsan dikin giyan berdin .Bidengekî bilind bibêj.
-Ez dikim ji tirsan giyan berdim.
-Nuha , vêca ez dibêm dem hat , ku em li rawestgehekê bigerin.
-Na ! Wê qîrênek da. Piyê xwe danî ser piyê wî , yê li ser benzînê û dewisand , û dereksiyon bi aliyê rastê de bada. Terembêl hilçinî ,ji rê derket , gurmînek hat û her tiþt sarbû.
Hiþ bi wê hat , weke ji xewnekê hilçinê. Ser û milên wê ditêþan, tama xwînê ji gewriya wê dihat, lê sax bû . Supas ji xwedê re ez saxim.
Qalpax û pêþiya terembêlê perçiqî bûn. Ew di piþt derksiyon de girêdayî bû , serî lê hatibû wergerandin, xwîn ji dev dihat, çavên wî yê fereh vekirî nelderekê dinihêrtin.
Derî nehat vekirin . Wê cama derî berde xwar û di wira derket. Giþt ji hiþ biketa, dema xwest rabê ser xwe , lê xwe bi terembêlê girt. Di pencerêre tûrik dît. Di ser hemû êþan re xwe gihand tûrik.
Di ber xwede got -vekirina wî ne pêwîste-hilmek kûr kiþand û zincîra tûr vekir : Têda çend libkên aspîrîn têde bûn , pelin, çend perçe diravên hesinî û mûçinkek neynûkan hebûn. Li nêçîra xwe nehêrt û serê xwe hejand. Lê wî hiþtibû fanêrê xwe ji xwekê û ew ta noqê tazî bû. Lê wê kenzê xwe nedît . Gelo , bi kurda çûbû ?
Wê dawiya terembêlê vekir ,hingî lempek jî vêket . Wê tûrkê xwe yê milan ,yê ku pekî bû bin rûniþtikê dawî dît. Ji bagaj çentên xwe derxistin û ji yekî fanêrekî zendik qut derxist û li xwe kir. Di nava çenta geriya ta , ku kêreke destik hestî û xwhir û dev sê çuqilî derxist.
Tiliya wî ya qilîçankê jêkir. Gelekî bi vî karî re westiya, lê ew ne bi lez bû , di vê rê de bi þev tevger tunebû.
Tilî jêkir, kêr kir tûrkê xwe .Tûrkê çermînî ji tiþtên têde dawesand û tilî kir yê û tevda kirin tûrkê xwe yê milan.
Bi tûrkên ser milê xwe ve çû ser rê û têde gavên xwe bi ber pêþerojê ve da.
|
|