AMUDE.DE - NAVENDA ÇANDA KURDÎ
www.musesana.de www.amude.de www.kurdishculture.de
fffffff
amude.de
 
 
Helbest
Çîrok
Werger
Ramyarî
Huner
Mûzîk
Rexne
Pirtûka Mêvana
Archîv
Lînk
Erebî
Elmanî
Êdîtor
Webmaster
 

Nûkirin/Revised:
21.2.2001


Nivîs 4

 
NIVÎS - Kovara mehane bi zimanê kurdî û erebî
Hejmar 4                          22.02.01-21.03-01



Çend helbest

Riyad Salih Elhusên
ji erebî: Ebdulhelîm Melle Mihemed
dilo42@hotmail.com

EVÎN

Evîn ne Odak kirêye
em wê bihêlin bi hesanî û barkin
û li şûna xwe bihêlin kilêşin kevin û tozê û qunçikên çixaran.

***************

Evîn ne straneke Xweşe
em wê hînbibin û ji bîrbikin ji nivkê de,
wek ko em ji bîrdikin, dema em mezin dibin
zaroktiyê û liskê û şîrê Diyan.

***************

Evîn ne libek espirîne,
em wê vedixwin dema serê me diêşe
ê ne henekek sivike
em dibêjin dema bîna me teng dibe.

***************

Evîn ne Guleke ji bo rewşeye
û ne Camek şikestye ji bo Tûrê gemarê.

Evîn govenamek* zayinê berdewame
em wê hildigrin bi serkî bilind
da em rêça xwîn rijyê derbaskin.

NE KES

Min Dergeh vekir
kes derbas ne bû
ne Mêvanek, ne Jinek, ne Polîsek

************************

Min Pencer vekirin
kes derbas nebû wan,
ne çemek, ne gullak,ne Tilürek.

***********************

Va niha
ez girtî û bi tenê me
bang dikim
were.

AL

Li wî binerin
tenê li wî binerin
ji demek dûrve
laşê wî çûye
û hîna ala serbestiyê hildigre.

PAKREWAN

Ew digrîn
li ser laşê sar
ê gul li ser belavin
gulek li ser gerdenê ye
gulek li ser zike
gulek li ser mile
gulek di nav lêvan de ye.

DUDU BÛN

Dudu bûn
dimeşiyan bi hevre
di rêyên Wêran re
ji wî difûriya bîna Tutinê
û ji wê diweşyan Pelên Lêmûnan
wek du Stêrkan
hatin xwar.

*********************

Du du bûn
yekî distira
û yê din ji guhdariyê hezdikir
ji nivkê de Rawestiya ji stiranê
û ew rawestiya ji guhdariyè
dema Bilûr şikest

**********************

Dudu bûn
diyarî wî kir Pênivîsik ji bo nîvisandinê
û diyarî wê kir solek ji bo Seyranan
bi Pênivîs
ji wêre nivîsî (BI XATIRÊ TE)
û bi sola sivik hat ko Xatir ji wî bixwaze.

Copyright © 2000-2001 amude.de and Sîrwan, All rights reserved.