Rojekê ji rojên dawiya meha pûşperê, dema ku mirov ji bajar derdiketin û ji bo ku ji germiya havînê birevin xwe dispartin çiyayan, min, mîna berê, ji bo dîtina Selmayê berê xwe da ayîngehê û pirtûkek helbestan a endelûsî jî bi xwe re bir. Ku giham ayîngehê, ez rûniştim û li Selmayê pam, carinan min li rûpelên pirtûkê dinerîn, û hin perçe ji wê bi deng dixwendin ku dilê min ji hal dibir û bîranînên padişa, helbestvan û şovalye, yên ku xatirxwestin li Granadayê dikirin û bi çavên hêsirbar û dilên xembar war, dêr û hêviyên xwe di cî de dihiştin, dianîn bîra min. Piştî bîskekê min dît ku Selma nêzî ayîngehê dibe û ew bi meşa xwe re xwe dida ber sîber û sîtafka xwe mîna ku hemû xemên dinyayê li ser milên wê bin. Dema ku ew ket hundurê ayîngehê û li rex min rûnişt, min nîşana guherekê di rûyê wê de sihirand û ez meraqdar bûm ku bipirsim.
Selmayê di cî de dozand ka dilê min çi dixwest, destê xwe danî ser serê min û got: "Were nêzî min, were, evîndarê min, û bihêle ku ez tîniya xwe bişkînim çimkî bîska jihevveqetîna me hatiye."
Jê pirsîm: "Ma mêrê te pê hesî ku em li vir hevdu dibînin?" Wê bersivand: "Mêrê min ne dizane û ne jî bala wî dikişîne ka ez çawa dema xwe derbas dikim ji ber ku ew bi wan keçên reben, ên ku ji ber belengaziya xwe ketine xaniyên xerab û bêşeref, re dema xwe derbas dike, bi wan keçan re ku ji bo bidestxistina pariyek nanê bi xwîn û ronikan pêtî xwe difiroşin."
Jê pirsîm: "Çi asteng li pêş te hene ku tu nikarî bê vê ayîngehê û li pêşberî Yezdan bi sernermî li rex min rûnî? Ma giyanê te te mecbûrî veqetînê dike?"
Wê bi çavên ronikbar bersivand: "Na, evîndarê min, giyanê min naxwaze ji te vebiqete çimkî tu beşek ji jiyana min î. Çavên min ticaran bi lênerîna te nawestin ji ber ku tu roniya wan î; lê eger felekê wisan li ser eniya min nisîvîbe ku ez ê di jiyana xwe de zincîrkirî bi rêyek bestîn û kevirîn ve bimeşim, ma ez ê bipejirînim ku îradeya te jî bibe mîna ya min?" Paşî wê lê zêde kir: "Ez ne dikarim her tişt bibêjim çimkî ziman ji ber janê lal e û ne jî dikarim ji her tiştî bipeyivim; lêv bi xeman hatine morandin loma nikarin bilivin; tenak tişt, a ku dikarim ji te re bibêjim, ew e ku ditirsim ku tu ê bikevî heman dav û xefikê ya ku ez ketimiyê."
Paşî pirsîm: "Tu çi dibêjî, Selma, û ji kê ditirsî?" Wê destên xwe dan ber rûyê xwe û got: "Metran pê hesiye ku min her mehê carekê ew gor, a ku wî ez tê de binax kirime, bi cî hiştiye."
Pirsîm: "Ma metran ji hevdîtinên me yên li vir haydar e?" Wê bersiv da: "Eger wî bizaniya, te dê ez li vir, li rex xwe nedîtima, lê ew guman dike û wî fermandiye ku hemû xizmetkar û zêrevanên wî bi seqbêrî çavnêriyê li min bikin. Hestek bi min heye ku xanî, yê ku tê ve dijîm, û rê, ya ku pê ve dimeşim, tijî çavên lêner, tiliyên lêger û guhên guhdar in ku ta pistîna ramanên min jî dibihîzin."
Ew bîskekê bêdeng bû, hêsir ji çavên wê di ser gep û alekên wê re diherikîn, dû re domand: "Ji metran natirsim çimkî şilbûn nikare xeniqbar bitirsîne lê ditirsim ku dibe tu bikevî xefik û davên wî û gorî wî bibî; tu hê mîna ronahiya rojê ciwan û azad î. Ji wê felekê, ya ku hemû tîrên xwe berdane sînga min û tê re çikilandine, natirsim lê ditirsim ku bibe mar bi piyên te vebide, wan bijarîne û bigezîne û nehêle ku tu hilbikevî gupika çiya ku lê pêşerojek dilhebîn û biriqdar bendewarî te ye."
Min got: "Ew kes, ê ku maran pê ve nedabin û gurên tarîtiyê negezandibin, dê hertim ji aliyê roj û şevê ji ser rêya rastîn tê xirandin û berzandin. Lê guhdar be, Selma, bi seqbêrî guh bide min: ma jihevveqetîn tenak rê ye ku em ji bedgumanî û nizmneriya mirovan birevin? Ma rêya meşa evîn û azadiyê girtî ye û ma ti çare ji bilî sertewandina li ber niyaza koleyên mirinê ti tiştek din nîn e?"
Wê bersivand: "Ji bilî veqetîn û xatirxwestina ji hevdu ti rêyên din tine ne."
Giyanê min li ber wê serî hilda, min destê wê girt û bi tengizarî got: "Ji mêj de ye ku me serî li ber îradeya mirovan tewandiye; ji gava me hevdu dît ta niha, kor rêberên me bûne, û bi wan re me ayindariya pût û senemên wan kiriye. Ji bîska min tu dîtî şûnde, em herdu di destên metran de mîna du gogan bûne û wî li gor dilê xwe em virde-wirde avêtine û bi me lîstiye. Ma em ê radestî îradeya wî bibin ta ku mirin me ji vir bifilitîne? Ma Yezdan giyanê jiyanê da me ji bo ku em gorî mirinê bikin? Ma Wî azadî da me daku em ji koletiyê re bikin sîber? Ew kes, ê ku bi destên xwe agirê ruhê bifetisîne, li ber çavên Yezdan kafir e çimkî Yezdan agir vêxist daku di giyanê me de hil bimîne.Ew kes, ê ku li dij çewisandinê li ber xwe nede, xiyanetê li nefsa xwe dike. Ez ji te hez dikim, Selma, û tu jî ji min hez dikî; û evîn durr û cewerek bihagiran e, ew xelata Yezdan e ji bo giyanên pêşwazxwaz û bînfire. Ma em ê vê morîkê biavêjin û bihêlin ku beraz pê lê bikin? Ev cîhan tijî sosretî û bedewiyê ye. Çima em di vê kenda teng de, ya ku metran û hevkarên xwe ji me re kolîne, de dijîn. Jiyan ji bextewarî û azadiyê tijî ye; çima em vî nîrê giran ji ser milên xwe
neavêjin û zincîrên piyên me pê girêdayî neşkînin û bi azadî ber bi aştiyê de nemeşin? Rabe ser xwe û em ji ayîngeha biçûk bikevin nav ayîngeha gewre ya Yezdan. Em vî welatî bi hemû koletî û cahiliya wî re bihêlin û bifilitin. Were, em biçin welatek din ê ku li dûr e û destê dizan nagihiyê. Em biçin ber peravê li bin esmanê şevê û em belemekê bigirin, bila me di ser oqyanûsan re derbas bike û bibe welatek din ku em lê jiyanek nû, jiyanek tijî bextewarî û hevtêgihî bibînin. Dudil nebe Selma çimkî ev bîsk ji tacên zêrîn ên padişayan û textên berz ên firîşteyan bihagirantir in. Em bidin pey ronahiyê ya ku dê rêberiya me bike û ji çolistana welatê tavê biraştî me ber bi mêrgên hêşîn, ên ku gul û giyayên bînbiheştîn lê şên dibin, de bibe.
Wê serê xwe hejand û çavên xwe li tiştek nebîn ê li banê ayîngehê gerandin; bişirek xemgîn ket ser lêvên wê, dû re got: "Na, evîndarê, na, Yezdan qedehek tijî sêk (sîrke) û zefranê da destê min; min xwe mecbûrî vexwarina wê kir daku bi hemû tirşî û nexweşiyê bihesim û bijîm ta ku ji bilî çend çipan tiştek nemîne, û ez ê dû re wan çipan jî bi sebir û aramî vebixwim. Ez êdî ne hêjayî jiyanek evîndarî û aramiyek nû me; ez êdî hew dikarim xwe li ber bayê evînî û dilşadiyê bigirim çimkî balindeyên baskşkestî nikarin li esmanên berfire bifirin. Çav, ên ku nasî ronahiya qels a şemalokan bûbin, ne têr bihêz in ku bikarin bi çavên zîq li hetavê binerin. Ji min re basa bextewariyê neke; bîranîna wê dilê min têşîne. Ji min re qala aştî û aramiyê neke; siya wê min ditirsîne; lê li min binere û ez ê pêtala pîroz, a ku Yezdan ji xweliyê di dilê min de şên kiriye, nîşanî te bidim, tu dizanî ku ez, bi qasî dayik ji kurê xwe yê yekane, ji te hez dikim, û bi tenê evînê ez fêr kirim ku te biparêzim, ji xwe bi xwe jî te biparêzim. Evîn, a ku bi agir hatiye pakkirin, rê nade ku ez ber bi welatek dûr de bidim pey te. Evîna bisînor dixwaze ku berdiliyê xwe radest bike û bixe bin destê xwe lê evîna bêsînor bi risqê xwe razî ye. Evîn, a ku di dema hilketina zaroktî û xortaniyê de diwelide, dixwaze bibe xwedî û bi pelandinê mezin dibe. Lê evîn, a ku li ber bilindiya qeraxa esman bi şkivî û bi sirr û nihînên şevê daket erdê, ji bilî abadînî û nemirinê bi tiştek din qîma xwe naîne; ji bilî yezdaniyê ew bi sernermî li hember tiştekî ranaweste.
Ku min zanî metran dixwaze rê li ber min bigire daku ji mala birazayê wî dernekevim û dixwest ku tenak gencîneya min ji min bistîne, ez bîskek gelekî dirêj li ber pencereya xwe sekinîm û min li deryayê nerî, li ser welatên bêyom mezin ên li pişt wê, azadiya rastîn û xweseriya şexsî, ya ku li wan deran dikare bê bidestxistin, ponijîm. Min hest pê kir ku tam li nêzî te dijiyam, sîbera giyanê te dora min pêçandibû, noqîbûm kûratiya pevgirêdana te. Lê van hemû ramanan, ên ku dilê jinê geş dikin û serê wê li hember adet û kevneşopiyên paşdemayî û ji bo jiyanek di bin siya azadî û dadmendiyê hildidin, ez bawerandim ku ez lawaz im û evîna me berbendkirî û bêhêz û bêşiyan e ku li hember rûyê rojê rabibe ser lingan. Ez mîna padişayekî, yê ku welat û gencîneyên wî jê hatine rifandin û çopandin, girîm lê demek dirêj pê ve derbas nebû ku min rûyê te di ronikên xwe re dîtin û hat bîra min ku te carekê ji min re çi gotibû. (Were, Selma, were em li hember hilbûna bahozê asêgehek bihêz bin. Em mîna şervanên biste bin li pêşberî dijmin û em dijberî çekên wan bin. Eger em bimirin, em ê şehîd bin û eger em bi ser bikevin, em ê egîd bin. Ji revîn û bêdengiyê cewertir e ku em pêrgî asteng û belayan bên.) Ev gotin, evîndarê ber dilê min, dema ku baskên mirinê li raserî nivînên bavê min dipirîn, te ji min re gotin. Do, dema ku baskên bêhêvîtiyê li hindavî serê min seansên firrê dikirin, hatin bîra min. Min hinekî xwe bi ser hev de anî û di tarîtiya girtîgeha xwe de pê hesîm ku azadiyek bihagiran zehmetiyên li ber me nerm dike û xemgîniya me vedimirîne. Tê giham ku evîna me bi qasî deryayan kûr, hindî stêran berz û temetî esman berfire ye. Ez bi hêzek nû di giyanê xwe yê lawaz de hatim vir, û ev hêz jî rê dide ku ez xwe gorî tiştek gewer bikim daku bigihim yek hê gewertir; ew gorî bextewariya min e ku tu di nav xelkê de bi şan û şeref bî û ji êrîş û xiniziya wan azad û starkirî bî...
Carên berî vê, ku ez dihatim vî cî, min wisan hest pê dikir mîna ku bend û zincîrên giran ez di erdê de dibirim xwarê lê îro ez bi dilek têrbiryar hatim vir, û biryara di dilê min de bi zincîrên min dikene û meşa rêya min sivik dike. Her car ez mîna sawêrek tirsî diketim nav vê ayîngehê lê îro mîna keçek gernas, a ku pêwîstiya gorîbûnê dizane û nirxê jankişandina xwe fam dike, hatim, mîna keçekê ya ku dixwaze berdiliyê xwe ji bedgumaniya xelkê û birça giyanê xwe bi xwe biparêze. Her car ez mîna sîtafkek recifok li rex te rûdiniştim lê îro ez hatim nik te ji bo ku ezîtiya xwe ya rastîn li pêşberî Îştarê û Mesîh nîşanî te bidim.
Ez darek im ku di bin siyê ve şên û mezin bûye lê ez ê bihêlim ku çeqên min bîskekê li ber ronahiya rojê bilerizin. Ez hatim xatirê ji te bixwazim, evîndarê min, û hêvîdar im ku xatirxwestina me jî dê bi qasî evîna me berz û bilind be. Bila xatirxwestina me mîna agirekî be ku zêr bihelîne û wî ji nû ve hê biriqdartir bike."
Selmayê nehişt ku biaxivim û ne jî li dij gotinên wê derbikevim lê wê bi çavên biriqdar û rûyê nirxtijî li min dinerî mîna firîşteyekê ya ku hêjayî hurmet û guhdarîkirinê ye. Paşî wê xwe avêt hemêza min - ticaran berî hingê wisan nekiribû - û destên xwe yên nerm li dor min pêçandin û maçek dirêj, kûr û sojyar danî ser lêvên min.
Dema ku roj ava bûbû û tîrêj ji nav bexçe û cinînan bi xwe re biribûn, Selma ber bi navenda ayîngehê de meşî û demek dirêj li dîwar û quncikên wê nerî mîna ku xwestibe ronahiya çavên xwe birijîne ser û nav nîgar û sembolên wan. Paşî ew ber bi pêş de meşî û li ber Mesîh rûnişt ser çokan, piyên Wî maçandin û bi dengek nizm pistî: "Ax, Mesîh, min xaça Te bijartiye û dev ji cîhana bextewarî û zewqê ya Îştarê berdaye; li şûna kulîlkan, min serê xwe bi striyan xemilandiye û li şûna dermanên gulavî, min bedena xwe bi xwîn û hêsiran şûştiye, min sêk û tirşî ji qedeha mey û nektarê vexwariye; min bipejirîne, Birêz, bila ez jî bibim yek ji hevrêyên Te û bi yên Tu bijartî re, bi yên bi êş azarên xwe razî û di bextreşî de jî dilşa re, rêberiya min bike."
Dû re ew rabû ser xwe û got: "Niha ez ê bi dilxweşî vebigerim şkefta xwe ya tarî, jîngeha sawêrên tirsîner. Di ber min de nekeve, delalê min, û ji ber min xemgîn jî nebe çimkî ew giyan, ê ku carekê geşiya Yezdan bibîne, êdî ji sawêrên ehrîmenan natirse. Û çav, ê ku carekê li Esman binere, êdî nikare ji aliyê êş û azarên dinyayê de bê miçandin."
Piştî bilêvkirina van gotinan, Selma ji ayîngehê derket; û ez li wir ketim nav deryaya kûr a ramanan ku bi axretê re helî nav hev û bû cîhanek ku Yezdan lê li ser textê xwe rûniştî ye û firîşte jî xêr û guneyên mirovan dinivîsin û giyan trajediya jiyanê pêşkêş dikin û horiyên Esman sirodên evîn, xemgînî û nemirinê distrin.
Bûbû şev dema ku ji gêjbûna xwe şiyar bûm û pê hesîm ku li nav baxçe me û min her gotina Selmayê gotî dubare û sedbare dikir û herwiha bîskên wê yên bêdengiyê, destdan, mîmîk û rûgerandina wê li bîra min bû ta mebesta xatirxwestin û tenêmanê ji min re zelal û averû bû. Ez bînteng bûbûm û xemgîniyê pişta min şkandibû. Hingê yekem car tê giham ku, tevî ku mirov azad diwelide jî, dîsan dibe koleyê zagonên tund ên bavkalên danî û her wisan dimîne; û qeraxa esman, a ku li gor me qaşo bêguher û bêtevger e, ev roj wê diçemîne jêr îradeya sibeyê, û roja do dixe jêr îradeya vê rojê. - Gelek caran piştî wê şevê ez li ser wê zagona pîroz, a ku wisan kir ku Selma mirinê ji jiyanê birûmettir bibîne, fikirîme û gelek caran min geweriya gorîbûnê û berxwedana bextewariyê dane ber hev ji bo ku zelal bikim ka kîjan jê zelaltir û bedewtir e; lê ta niha min ji wê tiştê bi tenê rastiyek derxistiye, û ew rastî jî dilpakî yeku hemû kirinên me kirin bedew û rêzdar. Û ev dilpakî li nik Selma Karamy hebû.
* Romana "Baskên Şkestî" (Broken Wings) ya nivîskarê koklibnanî Xelîl Cibran bi wergera Husein Muhammed ji aliyê Weşanxaneya Helwest de li Swêdê hat çapkirin. Ji bo bidestxistina vê pirtûkê pêwendî bi weşanger Lokman Polat an jî wergêr Husein Muhammed re bikin. Herwiha hûn dikarin bi nameyekê pirtûkê ji vê navnîşana jêrîn bi dest bixin. Bihayê pirtûkê 10 DM (markên alman) e.
Adresa xwestinê: Helwest Förlag - Tensta Alle 43 - 2tr. 16364 Spanga - Sweden
Yan jî bi rêya bankeyê:
Helwest Förlag - Postgiro No : 9 13 31 - 9 Nordbank - Sweden.
|