www.amude.de
 Dengê kultur û folklora Kurdî di internêtê de www.amude.de
Arabic Deutsch English Français
Newroz û Çarşema sor

Tariq Hemo*
tariqhemo@hotmail.com


Triq Cejna Newrozê li cem gelê kurd xwedî taybetmendiyek mezin û binirx e. Ew vê taybetmendiya xwe ji kevneşop û dîrokê , ji hest û hişiyarbûnek netewî û destanî digre. Herweha - wek gelên dîtir yên şaxên Ariyan - ji pîroz û bilindbûna cihê agir jî distîne.

Wateya azadî û rizgarkirina ji bindestî û koledariya mafxwaran jî sembol û sedemek bingehîn e di bilindbûna vî cihê ko Newrozê di hiş û bîranîna Kurdan de girtiye. Vêketina agirê sor li ser keleha Dehak (li gorî destana Kawayê hesinkar) bi xwe re xelasiyek netewî, olî û jiyanewî aniye. Herweha Newroz (Nû+roj) dîmenek xuzayî yê herî bedew û ciwan e, xweşikbûna nijadên xuzayê dixemilîne, û bi hest û evîna dilên aşiqan rengekî mirovayetî didê, giyanekê didê û wê dike jîndarekî evîndar...

Êzdiyatî (Kurtahiya kevneşop û şarestaniya kurdî) qedrê Newrozê bilind û buha dinirxîne, qedrê roj, agir, şînkayî, buhar, nîsan (nû+zan) ko ew bi xwe simbolên wê yên herî pîroz û bilind in.

Li cem mirovê êzîdî 21ê adarê rojek pîroz e, ko tîn û ronahiya dîrokek zulmxwar û mîratkirî di neynika cîwarekî halhazir de xuyadike, û bi hemû aliyên ol/netewî ve bi awayê aheng û seyranan di roja çarşema sor de derdikeve holê.
Di roja sersala Êzdiyan de ko xuza û mîtolojiya kurdî bi hevre kulturekî taybet diafrînin û bi demxanek kurdî ve di kirasekî rengîn de derdixîne rojevê:

Azar dibêje:
ez adar im
ewel kilîla çendî buhar im
Nîsan wa dide xeberê:
heger ez buhara xwe bixemilînim
bi kesk û sor û sipî û zer e
nikarin her yazde meh li gel
min bidein xeberê 1

Newroz û çarşema sor li gelê kurd pîroz be!

------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------ * Tariq Hemo nivîskarek ji başurê rojavayê Kurdistanê ye. Di sala 1975´an de li gundê Silêmaniyê ji dayik bûye. Niha li Elmaniya dijî û di rojnamegeriya erebî de dinivîsîne
1 Ji qewlê Meha: Kovara Laliş, hejmar 2-3 (Bingeha Laliş, Duhok-Kurdistan)
Nern rexneyn te hene!? ---> info@amude.de


copyright 2002 amude.de [ info@amude.de ]