AMUDE.DE - NAVENDA ÇANDA KURDÎ
www.musesana.de www.amude.de www.kurdishculture.de
fffffff
amude.de
 
 
Helbest
Çîrok
Werger
Ramyarî
Huner
Mûzîk
Rexne
Pirtûka Mêvana
Archîv
Lînk
Erebî
Elmanî
Êdîtor
Webmaster
 

Nûkirin/Revised:
03.05.2001


Nivîs 6

 
NIVÎS - Kovara mehane bi zimanê kurdî û erebî
Hejmar 6                          21.04.01-21.05-01



Weşanên rojavayê Kurdistan
bi zimanê Kurdî û çend neyniyên berçav
1966 - 2000

Elî Cefer

- Xeleka yekem -

    Bi helkeftina cejna rojnamegeriya kurdî, ya ku di /22/ Nîsana îsal  de, mûma xwe ya (103) an, şweq dide. Di ser derçûna yekemîn rojnameya kurdî, bi navê „ Kurdistan „. Me xwest danasînek zor kurt bi kovar û rojnameyên kurdî yên roavayê Kurdistan; çi yên xwerû bi zimanê kurdî, û çi yên bi zimanê kurdî û zimanekî biyanî (erebî - Almanî û ..) weşîne û diweşin, çêbikim.

    Me baştir dît ku nivîsa me, di du xelekan de, were weşandin. Di xeleka yekem de, emê kovara û rojnameyên ku li welêt weşîne û diweşin, bidin nasîn. Û di xeleka duhem de, yên ku li dervayî welêt weşîne, û ta niha jiyana weşana xwe didomînin bi xwendevanên xweşewîst bidin nasîn.

    Belê, me pêwîst nedît ku em li ser herdu kovarên Mîr Celadet Bedirxan derdixistin:

“ Hawar û Ronahî ” rawestin, loranî (ji ber ku) ev herdu kovar gelekî navdarin, û berî me, geleka li ser lêkolîn û vekolînên hêja di kovar û rojnameyên cur bi cue de, weşandine. Herwisa hêjaye em bêjin; ku wê gelekî baş ba ger me karîba li ser kovarên ku dîroknivîs û rojnamevanê kurd yê navdar Husên Hiznî Mokiryanî, ewên ku di navîna salên bîstan ta navîna sihî de, ji sedsala bîstan li Helebê diweşandin (Çiyayê Kurmanc. Dîyarbekir. Soran. Botan. Kurdistan) rawestiyana, lê zor bidaxwe ev kovarên hanê roja îro peyda nabin, û ji xeynî hin rewşenbîrên kurdên roav, kesî behsa van kovar û rojnameyan nekiriye !?. Ango pirsa ku mirov li vir bike ew e: Gelo rastiya weşandin van kovar û rojnameyan çiqase?  

 

 

Weşanên

li welêt derçûne û derdiçin

 

KOVAR:

1-    AGAHÎ: Piştî rawestandina herdu kovarên Mîr Celadet Bedirxan “Hawar û Ronahî”,

yekemîn kovar derçûye. Hejmara pêşin di sala 1966 an de, hatiye weşandin. Hejmara dawî nozdehan dîroka derçûna wê bi dest min de, nîne. Kovareke serbixwe bû. Mele Hesenê Kurd  ( Hesen Hişyar ) bi tena xwe diweşand. Li ser eniya wê weha hatiye: ((Kovareke Siyasî, Tarîxî, Edebî ye. Bi daxuwazek xuser dertê)). Li gorî xudiyê wê dibêje, ku: ((armanc ji derxistina vê kovara nihênî, ya ku li ser tîpnivîs çêbûye; wekî diyare ji rewşenbîr ve, û bi sedema zor û stem li Rojhilata Navîn; hînkirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî li Kurdistanê, teştekî tawanbare, bi qasî tawanbariya bazirganiya bi muxedîrat, belê jê bêhtir)). ((Em Kurd … ji bo xwe ne, ne dûvikê Rohilat û Roava ne, berî her tiştî girînge baweriya me bi me hebe)). Ebada hejmara yekemîn (20-40) bûye. Rûpelên wê di navbera (14-34) bûn. Gotarên ku têde dihatin weşandin jî, hemû ji nivîsên xudiyê wê bûn. Tenê du helbest û nameyek ne yên wî bûne; helbestek ya helbestvan Ehmedê Palo bûye, û ya dinê ya Hemze Beg bû. Name jî ya Profîsor Qanatê Kurdo bû, ewî ev name di sala 1956 an de, ji “Komela Zanistî û Hevkariya Kurd“ re şandibû.

    wekî çavbînî, gelek kes ji roşenbîr û hevdemên Hesen Hişyar dibêjin; ku ev kovar di nav kurdan de, belav nebûye, heger ewqas hejmar jî nivisîbin, ewî hemû li ba xwe hêştine. Belê pirs ewe: Gelo ji bo çi mirovekî wek H. Hişyar wê evqas hejmar binivîse û li mal veşêre? Ez wer guman dikim, ku ewî newîrîbû kovara xwe bi firehî belavkira, ta ku, ew neyê girtin. Ta ku mirov vê encamê bihîn dike ji gotina kurê wî ( Gorgîn ) gava dibêje: (( “Agahî“ di derfeteke rêzanî zor-zehmet de, derdiket)).

                                                                                     

2-     GULISTAN: Yekemîn kovar, bi şêweyekî giştî derçûye û hatiye belavkirin li nav

kurdan de. Hejmara pêşin di nîsana sala 1968 an de, derçûye. Ya dawî (28) sala 1996 an de, weşiye. Xwe wisa dide nasîn: ((Kovarek torevanî û civakiye)). Di bin serpereştiya Helbestvanê gewre Cegerxwîn de, derdiçû, û ji rex “ Partiya Demoqrata Pêşverû Kurd li Sûriyê ” dihat belavkirin. Sala 1997 an tevî kovara  ( Bihar ) ê bû û nema diweşe.

     Hêjaye em bêjin ku kovara “ Gulistan ” bi kesayetiya Cegerxwîn hemû roşenbîr û nivîsevanên wê demê li dor xwe civandin û roleke wê ya payebilind di pêşxistina çanda kurdî de hebû, bi taybetî di hînkirin û fêrbûna zimanê kurdî de.

                       

3-    PÊŞENG: Rêxistina “ Girêdana Marksîstên Kurd ”, kovareke bi navê “ Pêşeng “ ê di

bin serpereştiya mamoste Menanê Qenterê li Efrînê (Kurdax), diweşad. Li ser daxwaza me, Dr. Ebdilmecîd Şêxo (ew bi xwe endamekî Girêdanê bû), ev agahî dan me: (( Hejmara yekem di sala 1976 an de, derket. “Pêşeng” kovareke rêzanî, çandeyî, wêjeyî û civakî bû. Ta sala 1982 an, (6) hejmar jê derketin, rûpelên wê derdora (40-50) rûpelî bûn … Piştî cidabûnên rêzanî têkel di nav endamên rêvebiriya (G. M. K) li ewropa çêbû; sedemên wê jî, bi du xalan tê kurtkirin: 1- Helwesta Girêdanê ji Sovyet û siyaseta wê li hundir û derve. 2- Helwesta Girêdanê ji hêzên Kurdistana bakur û bi taybet ji ( P. K. K. ), ango, Girêdan ligel şoreşa nû, ji bo serxwebûnê ye, lê na?? …Beşekî digot erê, em ligelin û pêwîste em piştvaniya vê baweriya nû di rojnamê de bikin. Û beşa din, digot na; ji ber ku, ev rêxistina nû, partiyeke çeprewe û nikare şoreşeke pêşverû bike. Û ta ku “Girêdan“ ne be du

“ Girêdan “ û hejmarên partiyên kurd li rojavayî  Kurdistanê pirtir nebin, hevalên Girêdanê bê şer û devavêtinên vekirî, karê xwe rawestandin, û nema “ Pêşeng “ derket)).  

                       

4- RÊK: Kovara Partiya Sosyalîsta Kurd li Sûriyê ” bû. Di bin serpereştiya nivîskar Miherem Hesen (Cankurd) de, diweşî. Li gor M. Hesen dibêje, ku li ser sîngê wê weha nivisîbû: (( - Xebat ji bo pêkanîna Sosyalîtê li welêt.  -Xudmixtarî (El-Îdare El- Miheliye) ji bo gelê Kurd li Sûriyê)).

    Kovara “Rêk“ bi zimanê erebî û kurdî diweşî. Beşê bi zimanê kurdî, tenê ji bo çanda kurdî hatibû terxandin. Rûpelên wê derdora (30) rûpelî, bi ebada (14/20) bû.                                                          Sernûserê wê M. Hesen ji min re got: ((Kovara me “Rêk“, li gor texmîna min (6-7) hejmar ta sala 1979 an, derçûn.)). Lê em jî texmîn dikin, ku kovara “Rêk“ piştî sala 1979 an, ji ber sedemên rêzanî, nehat weşandin. 

 

5- GELAWÊJ: Hejmara yekem di sala 1979 an de, derçûye. Hejmara dawî (27-28) di sala 1996 an de, weşiye. Xwe weha dinasîne: ((Govareke rewşebîrî giştîye)). “Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê -El-Partî-” diweşand û belavdikir. Çend hejmarên pêşî navê partiyê li ser hebû, lê pêre nav ji ser hate hilanîn. Pirê hejmarên wê bi ebada (21/29) li ser daktîlyo hatine çapkirin, lê hindikên dawî bi ebada (17/25) weşîne. Di sala 1979 an de, ew jî tevlî kovara “Bihar“ bû. Ji rêdaksiyona wê: Mecît Haco hebû. 

    Lê piştî parçebûna dawî ya partiya (El-Partî), sala 1999 an , ku (El-Partî ), baskê bi rêveberiya “Nezîr Mustefa“ ji nûve dest bi weşandina “Gelawêj“ ê kirine, hejmara dawî ya derçîye, ya (31) ê bûye.    

 

6- GELAWÊJ 2: Belê piştî hejmara (10) ê, kovara “ Gelawêj ” li gorî parçebûna P. D. K. S.

-El-Partî- bû du “Gelawêj”. Yek wekî me li jor nîşan kir ku -El-Partî- diweşand. Û ya dinê ji hejmar (10-19) “Partiya Kar ya Demoqrata Kurd li Sûriyê”, li ser daktîlyo diweşand, hîngê navê partiyê bi tîpên pêşin li ser hebû. Ebada wê (21/29) bû. Rêvebirê wê: Şêx Alî bû. Helbest P. K. pêre li tevlîbûnekê bû “Partiya Yekbûyî“, evê partiyê jî (5) hejmar Gelawêjê, ji hejmara (20-24) bi kirasekî bedew, ango bi çapeke fermî xweşik, bi ebada (17/25) derxist, bê ku navê partiyê li ser were dayîn. Li ser eniya wê wisa hatibû dayîn: ((Kovareke çandî, torevanî, û serbixwe ye, her sê mehan hejmarek dertê)). Ev dûrişim jî li ser bergê pêşin hene: (( - Armacên kovarê ev in:  A- Fêrbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê dê.  B- Parastina folklora gelê me ji wendabûnê û danasîna wê.    C- Hezkirina aştî, dostanî û merovperestî yê)). Pêre wekî tê zanînem ligel kovara „Rê„ ya ku bi zimanê erebî derdiket, û „Stêr„ (hejmara sêwî), nav li xwe kirin „Pirs„.

 

7- STÊR: Hejmara yekem di serê sala kurdî de, Newroza 1983 an de derçûye. Li ser sîngê wê wiha nivisîye: ((Kovara wêjeyî û çandî)). Hejmara dawî (25) di sala 1994 an de, derketiye. Her çendê navê partiyê li ser bergê wê nehatiye, lê ji hemû roşênbîr û cemawerê kurd ve diyar bû, ku “Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê” wê diweşîne û belavdike. Ji rêdaksiyona wê: Ebdulrezaq Osî (Rezo–Aro), û Zagrosê Haco (Bilorvan) hebû. Ebada pirê hejmarên wê (21/29) li ser daktîlyo çapbûne, ji bilî çend hejmarên dawî bi ebada (17/25) derçûne. Ew jî sala 1997 an de, tevî kovara “Bihar“ bû, û nema derket. 

     Pêwîste em bidin nîşankirin ku bi hejmara (21) ê, du (Stêr) derketin. Ya cuda baskê kêmanî ya (P. H. G. K.) bi çapeke fermî, weşand, piştî wê tevlî kovara “Pirs“ bû, ango hejmareke sêwî bû.  

 

8- XUNAV: Hejmara pêşî di tebaxa 1986 an de, derçûye. Hejmara dawî (18) di payîza 1995 an de, weşiye. “Partiya Demoqrata Kurd a Sûrî” ew diweşand. Navê partiyê jî li ser bergê kovarê hebûye, ango ji nav kovarên kurdî yên ku partiyan diweşandin, tenê kovara „Xunav û Roj” bi wêrekî navê partiya xwe ta hejmarên dawî nîşan kiribûn. Li ser daktîlyo dihat çapkirin. Ebada hemû hejmarên wê (21/29) bû. Ji rêdaksiyona wê: Bavê Narîn (Mehmûd Dawid), yê ku niha li Almanya yê dimîne, û Evîndarê Xemgîn (Mehmûd Sebrî) hebû. Di sala 1997 an de, ew jî tevlî kerwanê kovara “Bihar“ bû. 

 

9- GURZEK GUL: Hejmara yekemîn ji vê kovara serbixwe di adara 1989 an de, derçûye. Ya dawî (15) di bihara sala 1992 an de, derçûye. Wisa li ser eniya wê hatibû: ((Kovara folklorî û çandeyî)). Piştî wê nema derket. Hejmara pêşin Konê Reş bi tena xwe derxist. Lê paşdemê Ebdilbaqî Huseynî jî wekî rêdaksiyon tevê bû. Fotokopî dihat çapkirin. Ebada hemû hejmarên wê (12/17) bûye.

                       

10- TOREVAN: Zor mixabin min bixwe, tu hejmar ji vê kovarê nedîtine, tenê me pê bihîstiye. Ev kovar di bin serpereştiya Dilbixwîn Dara de, dihat weşandin. Herdu nivîskar; Jan Dost û Hekîm Sefkan jî alîkariya wî dikirin. Li gorî agahiyên me ji sernûserê wê girtine: (( Ku hejmara pêşin di sala 1989 an de, derketiye. Û hejmara dawî ya sêhem, bi bergekî rengîn di sala 1990 î de, weşiye. “Torevan” kovareke toreyî, giştî serbixwe bû )). Lê ez wer guman dikim, ku hejmarene hindik ji “Torevan” dihat weşandin, û pêhtir di nav alîgirên P. K. K. de, dihat belavkirin.

 

11- ZANÎN: Hejmara yekem di tîrmeha sala 1991 ê de, ji (60) rûpelî pêk hatiye. Xudiyê wê

Ebdilbaqî Huseynî weha kovara xwe daye nasîn: (( - Zanîn, kovareke serbixwe û azaye, çi berhemên ku têde belavdibin, ramanên nivîskara ne. - Zanîn her du mehan carekê dertê. – Zanîn, berhemên hemî torevan û xwendevanan hembêz dike.)). Hejmara dawî (12) di havîna 1997 an de, ji (128) rûpelan derçûye. Li ser eniya hejmarên pêşin wiha nivisîye: ((Kovara torevanî û çandeyî)), û li ser çend hejmarên paşin wiha hatiye: ((Kovara tore û çanda kurdî)). Navê herdu berpirsyarên wê: E. Huseynî û F. Çelebî, û navnîşan, ligel telefona wê jî aşkere di rûpela pêşin de, li hejmarên dawî hatiye. “Zanîn” Kovareke serbixwe bû. Çend hejmarên pêşîn nivîskar E. Huseynî bi tena xwe diweşand, pêre Ferhad Çelebî jî tevlî berpirsyariya wê bû. Ebada hemû hejmarên wê (14/20) bûye, bi çapeke fermî diweşî. E. Huseynî roja îro li Nerwicê dimîne.

 

12- ROJ: Ehmed Silêman Icê û Qado Şêrîn, hejmara yekemîn di çile ya sala 1991 ê de, bi navê (Roja) derxistin. Lê ji hejmara duwem de, bi navê (Roj) hate weşandin. Li ser eniya hejmara pêşin weha hatiye nivisîn: ((Ramanî, torevanî û çandî)). Li gorî nivîskar Qado Şêrîn, ji min re gotî: (( Ku di sazkirina wê de, divyabû kovareke serbixwe be, lê piştî hejmara pêşin derçû û navê “Partiya Sosyalîta Kurd li Sûriyê” li ser hatibû nivisîn, min xwe ji rêdaksiyona wê vekşand)). Hejmara (12-13) di sala 20000 î de, derçûye. “Roj“ bi ebada (14 /20) tê weşandin.

 

13- ASO: Hejmara pêşî di sala 1992 an de, derket. weha li rûpela pêşin hatiye nivisîn: (( -

Kovareke demsalî serbixwe ye. - Bendewariyê bi dahênan û afrandinên rewşenbîrên Kurd dike)). Hejmara (8-9) ya dawî bûne. “Aso“ bi çapa fermî dertê, ji alî form û derxistina hunerî ve kovara herî bedew û sipehî ye, ji nav kovarên roavayê Kurdistanê. Car-caran hin rûpelên hundir jî rengîn tên weşandin. Rêdaksiyona wê ta hejmara (4) sê kes bûn: Siyamend Îbrahîm, Ebdilhefîz û Ebdilselam Darî. Derxistina hunerî jî ji rex hunermend Reşîd Hiso ve bû. Lê ji hejmara (5) û şûnve, Siyamend Îbrahîm bi tena xwe serkêşa wê dike. Ebada wê (17/25) ye. 

 

14- PIRS: Hejmara yekem di Newroza sala 1993 an de, derçûye. Li ser sîngê wê wiha hatiye nivîsîn: ((Kovareke rewşenbîrî serbixweye)). Ebada wê (17/25), di çapxaneyê de çapdibe. Hejmara (19) an, di zivistana 2000 î de, derket pêşberî xwedevanan. Hêjî berdewame. “Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ-“ wê diweşîne û belavdike. Hin nivîsevanin serbixwe jî di rêdaksiyona wê de, cî girtine. Li gorî dîtina me, ku „Pirs„ kovara herî dagirtî û dewlemende, di naveroka xwe de. Hêjaye em li vir bînin ziman, ku ji nav hemî kovarên bi zimanê kurdî, yên ku li welêt diweşin, tenê kovara “Pirs” ê, sala kurdî, ligel sala Zayinî bikar tîne. “pirs” hêjî jiyana xwe ya weşanê dom dike. Ji rêdaksiyona wê: Berzo, Rizo, Pîr Rustem û  Dilawerê Zengî hene. Ta ku li welêt bûn; Dr. Ebdilmecît Şêxo. Heyderê Omer, Tengezarê Marînî, Azad Ehmed (Bavê Şihîn) û Kamêran Bêkes jî di rêdaksiyona wê de cî digirtin.

 

15- BIHAR: Hejmara pêşî di sala 1994 an de, derçûye. Hejmara dawî (7) an, di bihara 1999 an de, weşiye. Û li gor agahiyên bi dest me de, rawestiye. Li ser singê wê weha hatiye nivisîn: ((Kovara rewşenbîrî û folkloriye)). Ebada wê (17/25) ye. Bi çapeke fermî dertê. Di bin çavdêrî û rêveberiya “Hevbendiya Demoqrata Kurd li Sûriyê”, ya ku ji şeş partiyên Kurd pêk tê (Partiya Demoqrata Kurd li Sûriyê -El-Partî-, Partiya Demoqrata Kurd a Sûrî, Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê, Partiya Demoqrata Pêşverû Kurd li Sûriyê, Partiya Çepê Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtî ya Demoqrata Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ-) tê weşandin û belavkirin.

    Dema partiyên “Hevbendiyê”, (ji xeynî P. Y. D. S), kovarên xwe dan rawestan (Gelawêj, Stêr, Xunav û Gulistan), û ji dêvlî wan kovara “Bihar” weşandin: (( Me kovarên xwe dan rawestan ji bo du sedemên sereke; ya pêşin: ji bo em karibin kovareke dewlemend û xurt biweşînin. Û ya duwem, ji ber ku xwendevanên hemû van kovaran her yekin.)). Lê zor mixabin eva bû (7) sal tenê (7) hejmar weşandine, ango salê hejmarek. Tiştê herî xemgîn ewe, ku li gor agahiyên gihane me, ku “Bihar” hatiye rawestan, ji bilî ku bi naverkek qels û şaşiyên çapê, derdiçû. Lewra mirov dighê wê encamê ku, rastiya rawestandina van kovaran ew bû; ku xudiyên wan nema karîbûn berdewam bikin di weşandina wan de. 

 

16- ROJDA: Çi heyf min bi xwe tu hejmar ji vê kovarê nedîtine, lê li gor agahiyên me wergirtine, ku kovareke toreyî ye, hejmara yekem ji vê kovarê di bihara sala 1998 an de, derketiye. Hejmara dawî (13) di gulan û hizêrana sala 2000î de, weşiye. Kovareke ji rex alîgirên P. K. K yên roava ve tête weşandin. Ebada wê (14/20).

 

 

ROJNAME:

1- NEWROZ: Yekemîn rojname xwerû bi zimanê kurdî, li roavayê Kurdistanê derdiçe. Hejmara pêşin di meha nîsan û gulana sala 1995 an de, weşiye. Hejmara dawî (34) di berçile sala 2000 î de, derçûye. Rojnameyekî siyasî-çandiye, her du mehan carekê dertê. Ji nav weşanên kurdî, tenê „Newroz„ wekî derçûn, karûbarê xwe bi rêk û pêk dimeşîne, û sozên xwe bi xwendevanên xwe re ta roja îro bicih aniye. Wêneyê herdû têkoşerên kurd: Dr. Nûredîn Zaza û Osman Sebrî li ser eniya wê hatiye. Ta hejmara (9) ê, dengê parêzgeha Helebê ya “ P. Y. D. K. S” bû. Belê ji hejmara (10) pêve bûye: (( Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ-)).  Ev silogan li ser eniya wê hene:

Xebat ji bo:

- Zordarî ji ser gelê Kurd li Sûriyê rabe.   

- Azadiya demoqrat û rêzgirtina mafên mirovan. 

- Mafên gelê Kurd yên netewî di çarçewa yekîtiya welêt de.

    Sernûserê wê ta hejmara (12) an, rojnamevan Dr. Ebdilmecît Şêxo bû. Piştre ligor pêşniyaza wî, Dr. Kamêran Hac Ebdo (K. Bêkes), sernûseriya wê dike ta hejmara (29)ê.

    Bi vê boneyê em pêwîste dibînin ku, were diyarkirin, wekî keda Dr. E. M. Şêxo di derxistina û amadekirina rojnamevanên “ Newroz ” ê, de, berz û bilind de, û ewî bi navê Dr. Dilşad Sindî, di Newrozê de, nivîsên xwe belavkirine. Herwisa ez dixwazim ji bîrnekim, ku nama doktoriya wî jî, (sala 1988 an), li ser weşanên kurdî ye.

    Rojnama „Newroz„ bi (4) rûpelan destpêkir, lê pêre giha (12) rûpelan, carna jî bi (16) rûpela dertê. Fotokopî çapdibe. Ebada wê (21/29) ye. Ji rêdaksiyona wê: Apê Osnebir, Sînorê Yekta (Şêx Alî), Dr. Rozad Elî, û Reşoyê Pîrê hene.

 

4-    HÊVÎ: Hejmara pêşîn ji va rojnameya xwendekaran di sala 1994 an de, hatiye weşandin.

Rojnameyeke serbixwe bû. Bi zimanê erebî û kurdî diweşî, lê giraniya xwe bi zimanê erebî bû, Koşeya kurdî pirtir bo fêrbûn û hînbûna zimanê makî bû. Xwe wek; dengê xwendekarên kurd di zanîngeha Şam û Helebê dida xuya kirin. Hejmara dawî (7) di sala 1995 an de weşî û nema diweşe. Rêvebirê wê  Behzad Îsmaîl bû. Ji (4) rûpelan dest pêkir ta giha (16) rûpelan. Ebada hejmarên pêşî (21/29) bûye, û wekî fotokopî dihat çapkirin, lê duwê dawî bi ebada ( 29/60) bi çapeke fermî derket.

    Rojnameya “Hêvî“ bi rastî cihê balkêşiyê bû, û hêvîne bilind tê de, hebûn, lê belê zor bidaxwe alîkariya wê nehat kirin. Her partiyekê xwest wê di bin basikên xwe ke, ligel hinde  problêmên sernûserê wê, weha beravêtî kirin.

 

3- XWENDEVAN: Hejmara pêşî (0-1) di sala 1997 an de, weşiye. Xwe wekî dengê xwendekarên kurd di zanîngeha Heleb û Şamê dida nîşan. Her du mehan carekê derdiket. Ji weşanên “Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ-“ bû. Hejmara dawî (7) di sala 1999 an de,  hatiye weşandin, û pêre rawestiya.

 

4- DELAV: Hejmara yekem, ji 16 rûpelan pêk hatiye, di sala 1995 an de, weşiye. Hejmara duwem ya dawî di sala 1996 an derçû û hat rawestan. Li ser sîngê wê wiha hatiye: Rojnameyeke toreyî, çandeyî û serbixwe ye. Ji rex hevalên “Partiya Yekîtî ya Demoqrat Kurd li Sûriyê - YEKÎTÎ-“ yên herêma Serêkaniyê û Dirbasiyê ve dihat weşandin. Ebada wê (21/29), bi çapeke fermî dihat weşandin.

 

5- REWŞENBÎR: Hejmara yekem di sala 1995 an de, weşiye. Hejmara dawîn (6) di sala 1998 an derçûye. Her çiqas navê tu rêxistina li ser eniya wê nîne, lê di rastiya xwe de, ji rex “Partiya Demoqrata Pêşverû Kurd li Sûriyê”, baskê Ezîz dawid ve, dihat weşandin û belavkirin.

 

6- DENG: Hejmara yekem di êlûna sala 1995 an de, derçûye. Ya dawî (28) ê di sala 1999 an de derçûy. Di sazkirina wê de, ku rojnameyeke mehaneye; siyasî û çandiye. “Partiya Hevgirtina Gelê Kurd li Sûriyê” wê diweşîne û belavdike.

    “Deng” bi çar rûpelan destpêkir, ta giha heşt rûpelan. Ebada wê wê (21/29) ye. Fotokopî tê çapkirin. Lê zor mixabin ewjî rawestiye, û sedemên rawestandina wê di dest mede nîne.

 

7- SIBA: Hejmara pêşin ji va rojnameya xwendekaran, ji 12 rûpelan pêktê, di serê sala kurdî (adar)  2612 an de, weşiye, bê ku sala zayinî li ser were dayîn, (2612K. / 2000 Z). Weha li ser sîngê wê hatiye: ((Rojnameyeke xwendekarî serbixweye)). Hejmara çarem ya sala 2000 î, di berçileyê de, derketiye pêşberî xwendekaran, ji (20) rûpelan pêktê, hêjî berdewame.

    “Siba“, bi zimanê erebî û kurdî, wekî fotokopî tête weşandin. Ebada  wê (21/29), lê çi heyf pirê rûpelên wê bi zimanê erebî ne. Herçiqas jî hatiye ku: Rojnameyeke xwendekarî serbixweye, lê di rastiya xwe de, xwendekarên zanîngeha parêzgeha Heleb û Şamê ya “Partiya Yekîtî ya Demoqrata Kurd li Sûriyê” wê diweşînin.    

 

    Piştî ku me, kovar û rojnameyên kurdên roavayê Kurdistanê bi kurtî rêzkirin,  em dixwazim vê gavê zanibin kêmasiyên wê çine? Lê belê berî me, pisporê rojnamevaniyê Ebdilmecît Şêxo di lêkolîna xwe; ya ku di kovara „Pirs„ hej 14 an, sal 1998an de, tiliya xwe daniye ser wan û ev bersiv bi çend xalên jêrîn daye. Em jî ligel nirixandina wî ne, û bê dudilî ji we re rêdixin:

1- Hemû kovarên me wêjeyî ne.  2- Piraniya kovarên wêjeyî jî rûpelên xwe ji helbestan tijî dikin. 3- Gotarên rexneyî li ser çîrok, helbest, lêkolîn û gotaran, di weşanên me de, pir kêmin. 4- Kêmbûna gotarên rexneyî û nerxeyî, pêşberî pêşxistina wêje û nivîsarên me de, ji alozên mezine. 5- Wêjeya cîhanî di kovarên me de zor kêmin, ewjî bi xwe dibe sedemek ji derengpêşxistina wêja me bi giştî, û bi taybetî li Sûriyê.   6- Tevî ku hin kovaran navên rewşebîrî jî li xwe kirine, lê dîsan, ew ji çarçewa wêja kurdî dernakevin.      7- Ta niha tu kovar taybetî li ser dîroka gelê me û yên din tunene, ev yeka jî dihêle ku xwendevanên rewşenbîr vegerin pirtûkên bi zimanê biyaniyan û bêjin çanda dîrokî bi zimanê me tuneye. 8- Ta roja îro kovarek nemaze, li ser jina kurd û rola wê, di pêşvebirina civaka me de nîne, bi tunebûna wê, em refên jinan ji kerwanê mêran bidûrdixin û nîvê gelê xwe ji xebata niştimanî dilsardikin. 9- Ji ber ku nivîskar û rojnamevanên me bi zimanê kurdî pir hindikin, lewra jî, piraniyên wan neçardibin di gelek waran de binivîsinin, bi vê yekê jî, pir caran ziyan digîne berhemên wan.   10- Pêwendiyên hemî rêdeksiyonên me bi nivîskarên xwe re, ne cihê pesnê ne, çimkê ew bersivên nivîskarên xwe, ne bi erêkirina ser berhemên wan û ne jî, bi ne pejirandina wan didin. 11- Weşanên me bi zimanê kurdî di nav gel de, zor û zor kêm tên xwendin û ev rêdawa jî nedihêle weşan û zimanê me pêşkeve. Ev di derbara kovarên bi zimanê kurdî de, lê wek me gotibû, du rojnamên me jî hene, „Newroz„ û „Deng„, tevî herdu û nemaze „Newroz„ pir gotarên neyeksane li ser kêşa kurdî, rewşenbîrî diweşînin, lê kêmasiya herdu rojnaman, tunebûna gotarên siyasî li ser rêzaniya cîhanî, û şirovekirina siyaset û helwestên biyanî beramberî pirsgirêkin îronî ye.

   Ji kerema Dr. E. Şêxo ez jî dixwazim xalekê dîtir li yên wî fazle bikim, ew jî, ev e: Kovarên ku li gor rêbaza olî pirsgirêka dinirxînin (çi Îslamî be, çi Êzidî be) di nav kovarên kurdî de, nînin, wekî çawa kovara „Nûbihar„ li Tirkiyê, û kovara „Laleş„ li başûrî Kurditan, herweha „Roj„ kovara çanda Êzidiya, ku “Bingeha Êzidiya li dervey welat derdixe”. Loranî pirê, ger em nebêjin tevê kovarên me li gorî rêbaza çepîtiyê ne. Li gorî dîtina me, hebûna kovarên wisa, baxçê weşana kurdî dewlemend û rengîn dike.

Wekî tê zanîn jî, ku, rêjîma sûrî înkara zepkirina beşê roavayî Kurdistanê dike, lewre hebûna gelê Kurd napejrîne, û yek ji encama vê yekê hemû kovar û rojnameyên kurdî bi şêweyekî nihênî (dizî) tên çapkirin, û bi dest tên belavkirin. Herwisa zorbey zorê nivîskar û nûserên kurd bi navên lexem (nerast) nivîs û pirtûkên xwe diweşînin.   

    Li dawiya vê xelekê, eger me hin kovar, rojname jibîrkiribin. Em pêşda lêborînê ji xudî kovar û rojnameyan lava dikin. Herwisa eger em li ser hin kovar, rojname bi şêweyekî fireh nerawestîbin, belê, me li gor çavkaniyên ku bi dest me da hene, me nivisîye. Ez hêvîdar im, ku pênûsên çalak, di vê derbarê de, lêkolînên xwe raberî zanistiya rojnamegeriyê û çanda kurdî bikin, û valahiyên lêkolînên çapemeniyê tijî bikin.

Sibata / 2001




Copyright © 2000-2001 amude.de and Sîrwan, All rights reserved.