NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 9 - 21.10.2001


JI EDÎTOR
ZEREDEŞT HACO:
Dem di Kurmanciya Bakur de

MARCEL PROUST:
Mirina Baldassare Silvande II

ADAR JIYAN:
Bajarê Keran

EHMED HUSEYNÎ:
Çend têbîniyên beravêtî

BÛBÊ ESER:
Haho, haho

YOUNES BAHRAM:
Serê Kaniyê

CîHAN ROJ:
Kefen ji tasek av bû li ber çavan

EHMED HUSEYNÎ:
Collage

BÊWAR IBRAHÎM:
Xewneke rewanî

SALIH KEVIRBIRÎ:
Nêçîrvanê Peyvên Kurdî: Zana Farqînî

ADRA JIYAN:
Pirsgirêka jinê pirsgirêka mirovahiyê ye

YOUNES BAHRAM:
Kezîzerê

HELÎM YÛSIF:
Lêborînê dixwazim

CANKURD:
Zîlan

BERKEN BEREH:
Gazind

ATTÎLA ILHAN:
Kê hez bikim, tu yî...

CÎHAN ROJ:
civata bîranînan ++ ++ Çivîk



EDÎTOR
ERŞÎV
KURDÎ
EREBÎ



LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ



KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ





Bîranîna Seydayê Cegerxwîn


Cegerxwîn

1903-1984

------------------------------

BÎRANÎN

Ey dilo jaro li kûne,
Deşt û zozanê dimin ?

Kanî ew cejn û sema û
Geşt û seyranê dimin ?

Guh bide ber qîr
Û nal û ah û waxanê dimin

Min divê ku nû ciwanbim
Biçme nav bax û rezan

Kanî ev reng nuciwanî ?
Kanî bostanê dimin ?

Şahî û nûroze îro
Tên semayê kesk û sor

Têne ber çavên me gav û
Çax û dewranê dimin

Keske sorin çox bi surme
Ser bi zêrin cerg û bez

Ka li kûne: dehrî û
Xeftan û mîtanê dimin ?

Ah di bîra minde mane
Ew demên şêrîn û xweş

Tevger û lîzên bi lotik
Dengû xoşxwanê dimin

Min di nav bax û rezande
Lot didan bê tirs û pirs

Min gul û nêrgiz didan hev
Ka gulistanê dimin ?

Serxweşê dengê bilûra
Wî şiwanê ber zinêr

Kanî îro ew bilûr û
Ew bilûrvanê dimin ?

Tev di bin lingên neyaran
Tên pelaxtin yek bi yek

Ew kelat û ew sera û
Birc û eywanê dimin

Ey Cigerxwîn bes bibêje
Pir dirêje ev deram

Maçê lêvê erxewanî
Derd û dermanê dimin.

(Cigerxwîn, Dîwana 6a, Şefaq)



copyright © 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]