NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 9 - 21.10.2001


JI EDÎTOR
ZEREDEŞT HACO:
Dem di Kurmanciya Bakur de

MARCEL PROUST:
Mirina Baldassare Silvande II

ADAR JIYAN:
Bajarê Keran

EHMED HUSEYNÎ:
Çend têbîniyên beravêtî

BÛBÊ ESER:
Haho, haho

YOUNES BAHRAM:
Serê Kaniyê

CîHAN ROJ:
Kefen ji tasek av bû li ber çavan

EHMED HUSEYNÎ:
Collage

BÊWAR IBRAHÎM:
Xewneke rewanî

SALIH KEVIRBIRÎ:
Nêçîrvanê Peyvên Kurdî: Zana Farqînî

ADRA JIYAN:
Pirsgirêka jinê pirsgirêka mirovahiyê ye

YOUNES BAHRAM:
Kezîzerê

HELÎM YÛSIF:
Lêborînê dixwazim

CANKURD:
Zîlan

BERKEN BEREH:
Gazind

ATTÎLA ILHAN:
Kê hez bikim, tu yî...

CÎHAN ROJ:
civata bîranînan ++ ++ Çivîk



EDÎTOR
ERŞÎV
KURDÎ
EREBÎ



LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎSAN
ALÎKARÎ



KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ





Lêborînê dixwazim

Helîm Yûsif


Helîm Yûsif -I-

Ku herdû çavên min tim ji ava memikên te vedixwin. Ku rojê carekê ez piþta te didim diwêr û li bêrîkên rihê te digerim.

Ku ez bi dîwarê mala we ve hildeperikim, di ser dîwar re destê xwe dirêjî tiriyê lêvên te dikim û ji dizekî siviktir ez destê xwe dikiþînim.

Ku bi eynî tiliyên ku ez bi wan porê te þeh dikim, ez bi wan jî kuþtinê dikim.

Lewra ez lêborînê ji te dixwazim.

Nakokî

Her carekê tu dikenî, bîst carî ez dimirim. Her ku çavên min li çavên te dikevin, giha bi dîwarê dilê min ve þîn tê. Her ku qala te dibe, ez bêdeng dimînim, lê nizanim çima çavên min ewaqasî bi dengekî bilind ji te hez dikin.

Mîna zarokekî

Mîna zarokekî ku ji qîza cîranan hez bike û ji bavê wê fedî bike.

Mîna pelekî zer, ku ji berî hezar salî de ji derekê ketibe û xwe li aveke zelal û bêdeng bigre.

Mîna tiyekî, ku temenê xwe bi beza li pey rewrewkan qedandibe.

Mîna zarokekî, ku diya xwe winda kiribe ez ji te hez dikim.

Tu bi cihê diya wî dizanî û qet jêre nabêjî, ji ber vê ez te protesto dikim.

-II-

Ez te protesto dikim

Pêþgotin

Wê rojê destê min ji min ketibû. Berî her kesî te înkar kir, ku tu xwediyê wî nasdikî.

Ev destê min bû, destê min, te çawa nasnekir malnexerab!

Ya bê guh

Di çûn û hatinê de, tu bang min dikî. Deng diçe her kesî. Tenê tu dengê xwe nabihîzî.

Xewn

Ez baþ dizanim ku çavên te bi ya te nakin û qet li min nanêrin jî. Lê dîsa, her ku tên girtin te davêjin hembêza min.

Du pirsên spî

Ji wan tiliyên xwe bipirse? Bê çend carî doza ketina nav tiliyên min li te kirine.

Te ji lêvên xwe pirsiye? Bê çend carî doza lêvên min li te kirine?

Konser

Ji çavên xwe yên bê însaf te pirsiye, bê çend carî stiranên evînê ji çavên min re gotine.

Te ji lingên xwe yên lezok pirsiye, bê çend carî tu xapandine û tu ajotine ber min?

Piste pist

Te ji zimanê xwe pirsiye, bê çend carî navê min bi dizî dibêje û tu naxwazî Deng her kesî?

Ew diranên ku tîpên navê min qeto qeto dikin, tu dizanî van rojan yeko yeko wê biweþin.

Ji ber ku tu nizanî, ez ocax im!

Silav

Gul ji destê te diweþin, gava tu silavê dikî.

Nihêrîn

Evîn ji çavên te diniqute, gava tu dinerî.

Hatin

Dem xwe dikuje, dinya radiweste, gava tu têyî ?Galîlêyo? ji nû ve dibêje ?ez þaþ bûm?.

Bihar

Ruhê min dipiþkuve, pel dide, gava tu dixeyidî.

Qeder

Dilê te bi ya te nake, êdî nema dikare min bavêje.

Paþgotin

Min tu xwedî kiriye keçê, ez bavê te me, ez pasvanê deriyê mala te me, ez siya biskên te me, gava ba tê, ez ew dest bixwe bûm, yê ku mabû li benda destê te û te zanî bû. Ez te protesto dikim. Tu tirsonekî.

Heger rexnên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re emailekê ji me re rêke: info@amude.de



copyright © 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]