|

JI EDÎTOR

ZEREDEŞT HACO: Dem di Kurmanciya Bakur de

MARCEL PROUST: Mirina Baldassare Silvande II

ADAR JIYAN: Bajarê Keran

EHMED HUSEYNÎ: Çend têbîniyên beravêtî

BÛBÊ ESER: Haho, haho

YOUNES BAHRAM: Serê Kaniyê

CîHAN ROJ: Kefen ji tasek av bû li ber çavan

EHMED HUSEYNÎ: Collage

BÊWAR IBRAHÎM: Xewneke rewanî

SALIH KEVIRBIRÎ: Nêçîrvanê Peyvên Kurdî: Zana Farqînî

ADRA JIYAN: Pirsgirêka jinê pirsgirêka mirovahiyê ye

YOUNES BAHRAM: Kezîzerê

HELÎM YÛSIF: Lêborînê dixwazim

CANKURD: Zîlan

BERKEN BEREH: Gazind

ATTÎLA ILHAN: Kê hez bikim, tu yî...

CÎHAN ROJ: civata bîranînan ++ ++ Çivîk

 EDÎTOR
ERŞÎV
KURDÎ
EREBÎ
 LÊGERÎN
PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎSAN
ALÎKARÎ

KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ


|
|
Kefen ji tasek av bû li ber çavan
Cîhan Roj (rcihan@nefel.com)
Ji wan kesên kurd ên herî dirêj bû Mamo,li ser doşeka mirinê çav lê hespek di xwêdanê de
mayî; çavek li dê çavê dî li zarokan,dest di destê jinê de dev lê lehiya gotinan:
--Tasek ava Kanîsarkê li min bikin kefen...çav lê şîlo dibûn.
Zerîxan diricifî,hêstir lê dicemidîn,dest li dîwêr þidand,rabû ser piyan,têlefon da dest neviyê xwe,ji paþila xwe kaxiza ku numroyên kesên nas ên li welêt deranî.
--Nemawo,ka li Ehmo bigere bira ji gund tasek ava kanîsarkê ji bavê te re biþîne.Lawik li diya xwe nihêrî.
--Dayê te "yomiya" xwe girt,tasa ava kanîsark bi çiye?Pirsî û dest li ser biþkokan dilerizî...
Hela hela jinika cîran , ku ew jî gundiya wan bû ,di nav sikakên taxa "Top Sahasi" ya "Turgutlu" yê de.
---Weriiin,porê min rebenê birûçikînin,Mamo bi hesreta tasek ava Kanîsarkê dimire...Pepûk ez im,qijik ez im,em li der û dertûlan ...Mêrê wê bi dengê wê re þibake vekir.Li mêrê xwe kir hawar.
---Malik li te mîrat bûyo ,ka tasek ava dikanan bîne em bidinê ku bila ew hesret pê re nemîne...Ez ne qîza bavê xwe bim heya mehekê tu malê ji vir bar nekî ezê xwe darde bikim...Pepûk pepûk li min , wê bê serê me jî..!
Hew pênc kes di hodeyê de bi cî bûn.Lingên Mamo di dev dê ,jin, zaroyan de,lêvên bê can hê jî bi hêvî bûn...
Dotira rojê Remezan li ser rê li benda otobusa ku ji Mûþê bihata ,bû.Duajoyê þofêr galonek piçûk da wî.Remezan ku ew jî çend Sal bûn ji nexweþiyê sawa mirinê bi ser ketibû dest li qapaxê nerm kir...Dest neçûyê ku vebike...
Li ser goristanê jina Mamo av li kêlek dirijand.
"Tu jî bûyî çûçika kefa çeman
Ezê birizim di nav derd û kul û jan û xeman
Kanîsarkê Kanîsarkê hê hê tu li ku ma
Mamo yê min bi hesret li benda te ma
Derd û kulêm pir in kêrê lêdin
Min nizanî dûrî gur e li me har e
Ev jiyana bê bext li min bar e li min bar e...
Kurêm bibe baskek bi rê keve
Ezê ruhê Mamoyê xwe bikim qutîka dilê xwe û bidim dû te..."
Yekî tirk ku bi dostaniyek þerbetî ji Mamo hez dikir xwe ranegirt.
--Kanîsark qey di ola we de ciyek pîroz e?Pirsî Remezan.
--Çîrokek xem lêketî...
|
|
Heger rexnên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re emailekê ji me re rêke:
info@amude.de
|
|