NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 9 - 21.10.2001


JI EDÎTOR
ZEREDEŞT HACO:
Dem di Kurmanciya Bakur de

MARCEL PROUST:
Mirina Baldassare Silvande II

ADAR JIYAN:
Bajarê Keran

EHMED HUSEYNÎ:
Çend têbîniyên beravêtî

BÛBÊ ESER:
Haho, haho

YOUNES BAHRAM:
Serê Kaniyê

CîHAN ROJ:
Kefen ji tasek av bû li ber çavan

EHMED HUSEYNÎ:
Collage

BÊWAR IBRAHÎM:
Xewneke rewanî

SALIH KEVIRBIRÎ:
Nêçîrvanê Peyvên Kurdî: Zana Farqînî

ADRA JIYAN:
Pirsgirêka jinê pirsgirêka mirovahiyê ye

YOUNES BAHRAM:
Kezîzerê

HELÎM YÛSIF:
Lêborînê dixwazim

CANKURD:
Zîlan

BERKEN BEREH:
Gazind

ATTÎLA ILHAN:
Kê hez bikim, tu yî...

CÎHAN ROJ:
civata bîranînan ++ ++ Çivîk



EDÎTOR
ERŞÎV
KURDÎ
EREBÎ



LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ



KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ





Haho haho, dîsa haho

Bûbê Eser
(bube@telia.com )


Bi rastî, em çiqa bikin haho, gazî û qêrîn têr nake. Ji ber ku hin henin ew bi xwe ji bona çareseriya problem û êþên welêt li dermanan nager in. Dermanê heyî jî dixwazin ji holê rakin, da ku welat bi temamî bê derman bimîn e. Weha xuyaye ku hin bi zanetî û hin bi nezanî dixwazim gelê me berbi mirênê de dafdin.
Weke ji hemû kesên welatparêz jî diyar e; ev bi salan e ku em doza mafê gelê xwe dikin. Ji bona azadî û serbestiya gelê xwe em tekoþîn didin, xebatê dikin. Lê em ê berê vê xebata xwe bi kude vekin, an jî em ji bona çi vê xebata pîroz û delal dikin, diyar e.
Eger xebat ji bona azadiya gel bî, gel jî bi zimanê xwe heye, bi adet û rengê xwe heye, bi ol û çanda xwe heye. Ji vana yê herî girîng ku hebûna gel dida nîþandan jî ziman e. Zimanê dayikê ye. Hebûna netweyekî, bi saya zimanê wî heye. Xwe bi wî zimanî îfadekirin, qisekirin, xwendin bi hevdu dan û stendinê, ew dikamile, xurt dibe. Eger mirov bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyive, bîr û bawriyên netewî bêtir bi mirov re peyde dibe. Bi zimanê xwe qisekirin, þiûra welatperweriyê di mijiyê me re de xurt dike. Loma hatiye gotin: "ziman þertê heyînê ê ewil e."
Lê dema mirov li rewþa îro ya welêt dinêre, kurdîaxaftin roj bi roj kêmtir dibe. Bi saya kêmkirina kurdîaxaftinê em ê di nêzîk de xwe jî ji bîr bikin. Welatê xwe jî. Eger ziman hebûn be, nebûna wî tê wê maneye ku êdî em ji wendabûnê re hazir û amade ne.
Ez ê bi mînakekê vê bêtir vekim da ku em baþtir bi mesela kurdîaxaftina xwe haydar bibin. Em tê bigihêjin ku ji bona çi îro ji her demê bêtir pêwistiya me bi kurdîaxaftin, nivîsandin û xwendinê heye.
Roja 7ê meha nîsana 2001î bû. Ji ber munasebeta karekî divê ez li mal bama. Piþtî xwarina nîvro û rojnameya xwe xwendinê, min xwest hinekî li TV jî temaþe bikim. Berê, min qenalên Swêdî vekir ku tu tiþekî ez jê hez bikim, nedît. Kurdistan TV hîn vene bû bû. Mejbûr mam ku MedyaTVê vekim ( ev zêdeyî salekê ye ku ez li wê temaþe nakim). Programeke bi navê "Platforma Ciwana" dest pê kir. Kêfa min jî jê re hat ku wê ciwanên me li ser derd, êþ û problemên welêt qise bikin. Bi vê baweriyê min jî cihê li hember TV xweþ kir ku wan guhdarî bikim.
Qîza ku Platform îdare dikir, keçeke jêhatî û kurdiya wê jî xweþ bû. Program bi kurdî bû. Û li ser ekrana TV yê "zindî" hatibû nivîsandin. Keçîka jêhatî progrma bi kurdî vekir û bi kurdî pirs dikir. Ez hîn kêfxweþ bûm ku ez ê programeke ciwanan bi kurdî temaþe bikim. Lê çi mixabin ew kêfxweþiya min weke tu dînamîteke bi hêz, di nav xe û ew kêfxweþiya berî qasekî bi min re peyda bû bû, perçe perçe bû, her perçak bi derekê de çû…
Çi mixabin bi tenê keçika jêhatî pirsên xwe bi kurdî dikir. Lê ecêb bû ku kesên diaxifîn hemûyan jî pirsên bi kurdî fêm dikirin, lê bi tirkî bersîv didan. Lê ecêba giran ew bû ku kesek ji wan ciwanan bi kurdî bersîva tu pirsekê nedan. Lê tirkiya wan jî xweþ bû (!).
Piþtî guhdarikirina programê bi qederekê ji nuþkave "haho" bi min ket, ez jî li xwe hay nebûm ku çi bû, hevala min, diya Dilba ya min, bi bazdan kete hundir ew jî qêriya û got: "Çerbû, çi bû". Bi dengê wê hatim ser heþê xwe. Û min got: "Ma wê hîn çi bibe?!". Ciwan hebûna gel e. Ciwan bingeha civatê ne. Ciwan temînata welêt in. Lê ew ciwanên ku bi zimanê xwe nizanibin gelo ewên çawa bi wan erkên xwe ve rabin. Û min di berxwe de çend carên din jî kire haho.
Belê, ma gelo hîn ji vê re þirove divê. Ma gelo hîn ji vê re îzahat divê. De ka em bi hevre bikin gazî û hawar û dengekî bilind bêjin: "Bes e, bes e tirkîaxaftin". Eger em dibêjin ciwan pêþevanên me nin. Eger tê gotin; pêþdebirin û temînata welêt ciwan in, divê ciwanên me bi kurdî qise bikin, bixwînin, bifikirin. Bi kurdî bixwin, bi kurdî vexwin. Rûniþtin û rabûna wan, dan û stendina wan, ne bi zimanê wan be, ew ciwan wê ji welatê xwe re tu fêdê neynin. Ewên bi destên xwe zimanê xwe rakin û ji dêlva zimanê xwe yê xweþ û delal, yê dijmin bi civatê bidin ezberkirin. Ji xwe piþtî ku ziman têk here, tu welatê ku em ê azad bikin dê nemîne. Daxwaz û xebata dijminê me ew e ku rojekê berî rojekê zimanê me ji holê rakin, da ku hebûna me bi rehetî înkar bikin. Ji xwe hin rewþenbîrên wan dibêjin: "Kurdî weke zimanekî tune ye. Ji ber ku ew kesên dibêjin em kurd in, her tiþtên xwe bi tirkî dikin". Û hwd.
Eger daxwaza me azadiya welatê me ye. Divê em ji her alîde dest bi kurdî axaftin, nivîsandinê bikin. Di mejiyê me de, di jiyana me de, di þîn û þahiyên me de, yanî kurtasiya gotinê ew e ku dema zimanê me di mejiyê me de cihê xwe negire, wê karê me jî gelekî zehmet be. Min Kurdistanek bi tirkîaxaftin nabê. Min Kurdistanek ji çand û adetên kurdî dûr nabê. Ez Kurdistaneke azad, demokratîk û bi her awayî kurdî dibêm….


Ev nivîs di "Dema Nû" de, hejmar 4/2001, hatibû weşandin




Heger rexnên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re emailekê ji me re rêke: info@amude.de



copyright © 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]