|

JI EDÎTOR

ZEREDEŞT HACO: Dem di Kurmanciya Bakur de

MARCEL PROUST: Mirina Baldassare Silvande II

ADAR JIYAN: Bajarê Keran

EHMED HUSEYNÎ: Çend têbîniyên beravêtî

BÛBÊ ESER: Haho, haho

YOUNES BAHRAM: Serê Kaniyê

CîHAN ROJ: Kefen ji tasek av bû li ber çavan

EHMED HUSEYNÎ: Collage

BÊWAR IBRAHÎM: Xewneke rewanî

SALIH KEVIRBIRÎ: Nêçîrvanê Peyvên Kurdî: Zana Farqînî

ADRA JIYAN: Pirsgirêka jinê pirsgirêka mirovahiyê ye

YOUNES BAHRAM: Kezîzerê

HELÎM YÛSIF: Lêborînê dixwazim

CANKURD: Zîlan

BERKEN BEREH: Gazind

ATTÎLA ILHAN: Kê hez bikim, tu yî...

CÎHAN ROJ: civata bîranînan ++ ++ Çivîk

 EDÎTOR
ERŞÎV
KURDÎ
EREBÎ
 LÊGERÎN
PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎSAN
ALÎKARÎ

KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ


|
|
Bajarê Keran
Adar Jiyan
(adarjiyan@mynet.com )
Di dema berê de
bajarek hebû. Bajar di nava çiyayên bilind û asê de bû.
Þêniyên wî bajarî hemû ker bûn. Her karê wan bi asayî
didomiya, ji ber ku guhê wan giran bû û dengê hev nedibihîst,
dan û standina wan bi hev re hinekî dijwar bû.
Rojekê
ji rojan bizinên zilameke bajarî winda dibin. Zilam radibe li
bizinên xwe digere. Rastî gundiyekî cotkar tê, silavê lê dike:
"Merheba dosto! Sê bizinên min hebûn, winda bûne. Gelo te
bizinên min nedîtine?"
Ji ber ku her du jî ker in,
tiþtekî ji hev fêm nakin. Zilamê gundî dibêje qey mirovê
bajarî pirsa zeviyê dike, dibêje; 'Ev zeviya kê ye', hêrs dibe
bi ser wî de diqîre û dibêje: "Tu çi dixwazî kuro? Ev zeviya
min e." Destê xwe ber bi jêr ve vedike û didomîne: "Ta! Heta
bigihîje wê dera hanê, tev a min e."
Mirovê bajarî
dibêje qey ew dibêje bizinên wî yên winda bi jêr de çûne, cihê
wan þanî wî dide, berjêr diçe. Wekî ku lê bê, bizinên zilam li
jêrê ne. Dibîne ku bizin li wir diçêrin. Mirovê bajarî dibêje
qey bizinên wî ne, her sê bizinan dide ber xwe û tê ber zilamê
cotkar û dibêje: "Spas birayê delal. Te ev qenciya ha bi min
kir. Ji bo vê qenciya te, bi Xwedê ez bi dil û can vê bizina
xwe ya qop diyarî te dikim."
Zilamê gundî ditirse,
dibêje qey mirovê bajarî wî tawanbar dike ku wî linga bizina
wî kût (seqet) kiriye, diricife û devê wî li hev dikeve û
dibêje: "Ez sond dixwim ku çavên min bi bizinên te neketine,
min dest nedaye bizina te. Ezê çawa piyê wê biþkînim!? Ma ku
bizina te qop be, sûcê min çi ye?"
Her du zilam jî hêrs
dibin û dikine çew çew. Belê dîsa jî tiþtekî naxin serê hev.
Di heman gavê de zilamekî siwar di wê derê re derbas dibe. Ji
ber ku tiþtekî bi hev nadine fêmkirin, ji bo navberkariyê bang
li zilamê siwar dikin. Zilamê cotkar bi zengoya hespa siwar
digire, wê dide rawestandin. Yê bajarî jî bi lezgînî dipeyive
û wiha dibêje: "Heyran bi Xwedê bizinên min winda bûbûn. Ez jî
li wan digeriyam. Vî zilamê hanê cihê bizinên min þanî min da.
Min jî ji bo vê yekê bizina xwe ya kulek diyarî wî kir. Îcarê
mêrik hindik dibîne û dibêje; '‚ima du bizinên te yên sax
hene, tu ya kulek didî min?' "
Îcarê zilamê cotkar
dibêje: "Ezbenî, ez li ser cotê xwe bûm. Min kar û barê xwe
dikir. Ev zilam hat cem min û got; 'Ev zeviya ku tu dajo ya kê
ye?' Min jî jê re sond xwar ku heta wê dera hanê tev a min e.
Piþtre ji min qeriya û çû. Bîsteke din bi þûn ve vegeriya.
Dîsa hate ba min. Ev her sê bizin jî di ber de bûn. Wekî ku tu
jî dibînî lingê yekê qop e. Dibêje qey min lingê bizina wî
þikandiye û ji siba Xwedê de min sûcdar dike, dibêje; '‚i heqê
te li bizina min bû ku te lingê wê kût kir?' Binêre heke ku
min lingê bizina wî þikandibe Xwedê jî stûyê min biþkêne. Ez
di bextê de te me ji hespa xwe peya bibe û vî zilamê hanê qanî
bike. Lewre ji min naqere."
Vê carê zilamê siwar pir
aciz dibe. Ji ber ku deng naçe wî jî, ew jî dibêje qey ew
dixwazin hespa wî jê bistînin û bi xeyd li ser wan dizivirîne
dibêje: "Dev ji min berdin. Ev hespa min e. Hê canî bû
ku bavê min bi komek pere kirî û li ber destê me mezin bûye.
Ji bo çi ezê hespa xwe bidime we?"
Dîsa, her sê mirov
jî tiþtek nexistin serê hev. Piþtî pevçûn û xirecireke
dûvdirêj hersêyan bi awayekî xwe gihand cem qazî (dadger).
Hersêyan jî bi dor, li gora xwe îfada xwe da. ó destê xwe bi
ber ezmên de vekirin û gotin: "Qaziyê delal, xwedê ji te razî
be. De zû doza me safî bike." Qazî jî wekî wan ker bû. Tenê
serê xwe hejand û gote wan: "Ez dinêrim hûn her sê jî
dibêjin, 'Hîva me derketiye.' Rast e. Sibê emê cejna Remezanê
pîroz bikin." Zilamên me dibêjin qey Qadî dibêje 'ku hûn li
hev nekin ezê we hersêyan jî bi dar vekim.' Hersê jî radibin
xwe li hev dipêçin. Qazî jî dibêje qey ji kêfa îdê þa dibin û
ji îro de cejna hev pîroz dikin. Û dibêje: "Dadgeh bi
dawî bû. Bila her kes here mala xwe û sibê cejna xwe pîroz
bike."
|
|
Heger rexnên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re emailekê ji me re rêke:
info@amude.de
|
|