NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 8 - 21.9.2001


DESTPÊK
Bûbê Eser:
Gilî û gazin!

ADAR JIYAN:
Mirov tevlî mafên xwe ji dayik dibin

EHMED HUSEYNÎ:
Xwe amade bike!

CÎHNAN ROJ:
Pêsîrên mar pê de vedayî!

MARCEL PROUST:
Mirina Baldassare Silvande

ADAR JIYAN:
Av di miskaran de nasekine

HELÎM YÛSIV:
Wêjeya Kurdî li rojavayê Kurdistanê

EHMED HESO:
Xewna te ya şêrîn

BÊWAR IBRAHÎM
Qamişlo

KONÊ REŞ
Nameyek ji Kamîranê Haco re

YOUNIS ELHEKIM:
Rêvingî, Bîranîn û Mirin

MIZGÎN MEHMÛD:
Kulîlka evînê

M. NUREDDIN YEKTA:
Hesreta Kurdistanê

KEMAL NECÎM:
Riwê te

CÎHNAN ROJ:
2 helbest

CANKURD:
Bo Turkan


EDÎTOR
ERŞÎV
KURDÎ
EREBÎ



LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ



KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ





Nameyek ji Kamîranê Haco re

Konê Reş


Hevalo!
Hevaltî
her tişte;
Hezkirin û dûrbûne.
Hevaltî; ev gotinên ko
Ez ji te re dihûnim û
Her dem û gav nayên.
Hevaltî ez û tu bi xwe ne û
Jiyan bi serê xwe ye.
Dûrbûn jî;
Nepeniya hevaltiyê derdike
Bi erênî û neyênî berz dike
Bi rastenqînî heval dilê xwe
Ji hevalê xwe re vedike.

***

Hevalo!
Piştî min tu naskir
Tev asteng û hêzên ko hebûn
Bûn rerewk
Çiyayê Bagokê1
Li ber çavê min bilindtir bû.
(Doda û Tirbesipiyê)2
Bi min şêrîntir bûn.
Deyax û berxwedana min
Gurtir bû...
Piştî salekê ji dûrbûna te
Tu pirsa saloxan û
Nûçeyan dikî...
Ez ne bawerim, tiştekî
Giring hebe
Tevî ko gelek tişt hene
Lê hêj ew tiştê giring
Dûrbûn û çûna te ye.

***

Hevalo!
Heybet bavê Helebçe jî
Dipirse
Tengezarê Marînî û Keça Kurd3
Dipirsin
Welat jî, pirsa we dike
Ez jî; di nav pirsa we û
Welat de
Winda bûme, winda bûme.



1Çiyayê hoza Hevêrka ye, dikeve navbera Nisêbînê û bajarê Cezîra Botan de
2Doda: gundê min e (Konê Reş). Tirbesipiyê: bajarekî mala Haco Axa ye
3Sê hevalên min in, çûne Ewropa
Konê Reş



Heger rexn yan nerînên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re wan di GUFTÛGOYA malperê de binîvisîn yan jî di rêya EMAILê re ji me re rêke.



copyright © 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]