|

DESTPÊK

BÛBÊ ESER: Gilî û gazin!

ADAR JIYAN: Mirov tevlî mafên xwe ji dayik dibin

EHMED HUSEYNÎ: Xwe amade bike!

CÎHNAN ROJ: Pêsîrên mar pê de vedayî!

MARCEL PROUST: Mirina Baldassare Silvande

ADAR JIYAN: Av di miskaran de nasekine

HELÎM YÛSIV: Wêjeya Kurdî li rojavayê Kurdistanê

EHMED HESO: Xewna te ya şêrîn

BÊWAR IBRAHÎM: Qamişlo

KONÊ REŞ: Nameyek ji Kamîranê Haco re

YOUNIS ELHEKIM: Rêvingî, Bîranîn û Mirin

MIZGÎN MEHMÛD: Kulîlka evînê

M. NUREDDIN YEKTA: Hesreta Kurdistanê

KEMAL NECÎM: Riwê te

CÎHNAN ROJ: 2 helbest

CANKURD: Bo Turkan
 EDÎTOR
ERŞÎV
KURDÎ
EREBÎ
 LÊGERÎN
PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ

KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ


|
|
Ji Edîtor
Xwendevan û nivîskarên hêja!
Mehek çu û yek dî dest pê kir û vaye dîsa em û we
bi vê hejmara 8´a ji NIVÎS bi hevre ne.
Di despêkê de, ez dixwazim nûçeyek xweş ji we re bêjim.
Wek ko hûn dizanin heta niha ev kovar hew di internêtê de derdiket. Malpera
Amûdê hewl dide ko vê kovarê çap bike û bixe nav destên
hemû kesên ko ji ber gelek sedeman nikarin derbasî internêtê bibin û nivîsên
bi zimanê xwe bixwînin.
Gelek rojname û kovarên bi zimanê Kurdî derketin û ji ber sedemin cuda, gelek carî aborî, nikarîbûn
bidomînin. Bi rastî ev tişt problêmek gelekî mezin e. Her bi her
jimara Kurdên ko bi zimanê xwe diaxivin kêmtir dibe, bi taybetî ji dervî welat.
Berî demekê min nameyek di rêya emailê re ji berpirsiyarê Yekîtiya ciwanên Kurd
li Swêdê re şand. Min nameya xwe bi Kurdî nivîsand. Piştî du roja bersiva emaila min hat.
Gotinên bersivê ev bûn: "Hello, I´m sorry, but I can´t understand Kurdish. Can you
please write in English?"
Ez ji xwe re fikirîm û min ji xwe re got, heger berpirsiyarê ciwanên Kurd li welatekî ko bi jimarek
mezin ji Kurdan hatiye naskirin bi Kurdî na axive, hetmen gelekên dî ji wan ciwanan
hene ko zimanê xwe jibîr kirne yan jî tucarî fêr ne bûne.
Bi rastî tirsa min gelekî mezin e ko piştî 30,40 yan 50 salî
kêm Kurd zimanê xwe yê şêrîn wê bi kar bînin. Ev
problêmek mezine û divêt ko em hemû li ser bisekinin û binerin bê
çilo em xwe ji vê rêya şaş û tarî derxînin. Heger em zimanê xwe winda
bikin emê mafê hebûna xwe jî winda bikin!
Bimînin di xweşiyê de.
Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.de
|
|
|