NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 8 - 21.9.2001


DESTPÊK
Bûbê Eser:
Gilî û gazin!

ADAR JIYAN:
Mirov tevlî mafên xwe ji dayik dibin

EHMED HUSEYNÎ:
Xwe amade bike!

CÎHNAN ROJ:
Pêsîrên mar pê de vedayî!

MARCEL PROUST:
Mirina Baldassare Silvande

ADAR JIYAN:
Av di miskaran de nasekine

HELÎM YÛSIV:
Wêjeya Kurdî li rojavayê Kurdistanê

EHMED HESO:
Xewna te ya şêrîn

BÊWAR IBRAHÎM
Qamişlo

KONÊ REŞ
Nameyek ji Kamîranê Haco re

YOUNIS ELHEKIM:
Rêvingî, Bîranîn û Mirin

MIZGÎN MEHMÛD:
Kulîlka evînê

M. NUREDDIN YEKTA:
Hesreta Kurdistanê

KEMAL NECÎM:
Riwê te

CÎHNAN ROJ:
2 helbest

CANKURD:
Bo Turkan


EDÎTOR
ERŞÎV
KURDÎ
EREBÎ



LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ



KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ





Pêsîrên mar pê de vedayî!

Cîhan Roj
(cihanr@hotmail.com)


Cîhan Roj Stêr li rû azman wek xalên li ser pêsîran, hiş, li wî, devê zarokek ê bi birîn; çiqas serî ber bi jor ve bilind dikir bistiyê darê qasî luleyek bi xem li piş stuyê bi pirç cî dida xwe. Xwêdan li hinarikên rû ji kaniyên Bîngolê sartir. Dest li tetika tiving sor dibû. Destê tirsê di nava dil de cî dida xwe; jan, tirs, tirîjên gund ên vemirî.
Hevalên wî bi qasî pênc mêtroyan bi tevî cerdewanan her yek jê kevirek pûç hemî pûş û darikên bê dianî bi pişt berhev dikirin. Gotin lê loda aşîtê ku hew dengek bi yekî biketiba dê ew biqiriya: "Sareee li min!Van bistiyên daran emena            wêne: Rojev
min birin, ezê xwe bikujim, dayêêê, niha ew kesên ku
te çîrokên wan ji me re digot niha tirsa wan li stuyê min bûye kapê mirinê...."!

Xîçek kevir datanî ser lingên diricifîn. Cixare derxist, wek gez li nanek tenûrên Qersê ên germ bide, tûtin da ber gezan! Ji êvarî de saw lê giran bûbû: Yekî jê re gotibû, bi xwedê tu bi eslê xwe Kurd î. Reng li wî guheribû parçeyek hewrê reş ê li pêş bê tofanê. Di bin çavan de li herkesî nihêrîbû û bi pistepist, "Bila kes nizanibe,dê min bişînin qereqola ciyê sirgûnan" ; gotibû. Kurdên beriya salan ku piştî bes çêr û dijûnan dikirin dil li wan fireh dibû. Her çêrek dihat pêl li dilê wî dida û vedikiþiya: "Hey keyayê bênamûs, ku te cerdevanî di gund de da destpêkirin wê çaxê te bes bidîta,oriiisppîî..!"
Gere di her gundî de ji bîstî kêmtir cerdevan tunebûya. Di Difnê de sêzdeh cerdevan hebûn ji Heskîf her êvarî heft heb ji leşker dihatin. Ê wî şeva pêşî bû. Serekê deh leşkeran dizanibû ew Kurd e. Bi henaseya henekan ew bi tenê şandibû bin darê. Dar, geh marek reşê dirêj geh dengên peritî geh di dilqê mêrê şevê de... Goştî milan dicût,tiving di dest de lablabik... Devê lûleyê difnikê bêvil sar dikir... Siltan li şaneşînê li reşê wî dinihê rî. Navbeyna wî û Silatan bi qasî Çar bejnan bû. Siltan rahişt tenekeyek kend ta tê de hebû avêt dengê tenekeyê li bin çengê wî bû topa asîman... Serdeverû xwe avêt ser kevir, bi nalînek kûr re çav lê çûn ava.
Destê sibehê hemî cerdevan û leşkeran bi selexaneyên vala çek li pişt belav dibûn. Dihat gotin ku du hezar derb beredane. Ji cerdewanan jê gelekan digot, "Pa weleh ku perdeya hewayê hebûya wê biçiriya..!"
Deh roj guherîna hewayê dabûnê. Li gund birîn jê re bûbûn nîşana serbilindiyê, "We heval bidîtana, wek xezalan geh li wir geh li vir, ku min bixwastiba dê min çend heb ji wan bikuşta! Ji bo ku ez û ew rast li hev neyên min xwe di zinarek de avêt" ; digot...Diya wî bi axîn karê xwe dikir. "Ez çi dizanim, guhanên şer ji çiyayên bê binî de diherike ,her kes li gor dilê xwe pê dimije...."



Heger rexn yan nerînên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re wan di GUFTÛGOYA malperê de binîvisîn yan jî di rêya EMAILê re ji me re rêke.



copyright © 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]