Gilî û gazin
Bûbê Eser (bube@telia.com )
"Di dinyayê de tu tişt nîne
ko tekûz bît. Di hertiştî de, nemaze di karên nû dest-pêkirî de, pirê caran,
kêmanî heye. Heke te ew kêmanî dîtin, hima dirêjî wan meke. Lê bixebite ko tu
bikevî nav wan, arîkariya danîyan bikî û wan kêmaniyan biedilînî.
Hilweþandina sitûnekê hêsanî niye.
Huner di rastkirina sitûna xwêl de ye."
Celadet Alî Bedir-Xan
Jiyan bi xwe, bi gilî û gazin e.
Eger di jiyanê de gilî û gazin tune bin, ew jiyan ne jiyan e. A girîng ew e ku
mirov wan çawa bi kar tîne, ji bona çi dibêje. Li ser çi esasî têne holê. Bi
karanîna wan, niyet û mebesta mirov çi ye, eşkere dibe. Ji ber vê yekê ye ku
pêwîstiya gilî û gazinên dilsoz û rind hene. Erkên ronakbîran yek jê jî ew e ku
dema gilî û gazinek hate kirin, lazim e li ser wê rawest in. Lê bikolên da ku
ew ji bona çi hatiye kirin, fêr bibin. Ew mijarên dibin hedefa gilî û gazinan,
dibê bi awayekî zelal bêne diyarkirin ku mirov bikaribe wan bi hevre çareser
bike.
Loma dibêjim; pêwîst e, ew kesên
ji xwe re dibêjin; ez ronekbîr im, civaknas im û siyasetmadar im, ji merheleya
gilî û gazinan derkevin. Her wisa jî divê ew gilî û gazinên ji terefê gel de
tên, guhdarî bikin. Li ser kêmaniyên heyî û ji bona karên hevbeş munaqeşeyên
taze vekin. Di nava xwe de, di nava gel de têkevên rê û rêbaza hevtêkiliyan. Da
ku zûtirîn rêya xebatên bi hevre, yên qenc û delal ji bona gelê xwe têxin
jiyanê.
Lê çi mixabin hin henin, xwe weke
kesên bi derd û êþên gelê xwe ve mijûl dibin, rê didin û di eslê xwe tu karekî
nakin. Lewra jî kesên weha xwedî gilî û gazinên bê hempa û ne cih de ne. Gilî û
gazin bûne perçeyek ji jiyana wan. Kesên weha ji her tiştekî nû ku dest pê
dibe, gazin dikin. Ji weşandin an jî ji derketina her kovar û rojnameyan, ji
damezrandina saziyên neteweyî û ji afirandinên nû gilî dikin. Bi salan li dij
ew avahiyên, ew bi xwe ne di navdene rexneyên xwe dikin. Bi eþkere "eger
here serî baş e" dibêjin. Bi dizê jî ji bona nere serî çi ji wan tê dikin.
Dema tê hesêb jî rexneyên xwe, yên ne bi niyeteke paqij jî, bi riya organên wan
eşkere dikin… Bi rehetî û bêî ku li şopên xwe yên berê jî binêrin…
Gilî û gazin jî rûmeteke xwe, cih
û qîmete xwe heye. Dema mirov di tiştekî de kêmaniyek dît, li xebatên şaş rast
hat, mirov gazin an jî gilî bike, di cih deye. Lê hîn bi avakirin an jî bi
destpêkirina tiştekî nû de, hema mirov yek ser gazinên xwe jê bike, ne rast e.
Mirov dibê li kar û xebatên wê mêze bike, li başî û li xizmetên wê binêre. Dûre
me re bibe xwedî helwest wê baştir be. Ji xebateke nû destpêkirî re, alîkarî,
quwet û hêz divê. Dûrmayîn û tenê bi gilî û gazinan heta îro, me kurda tu
meseleyên xwe safî nekirî ye.
Lê çi mixabin ku hin henin ji bona
xebatê nekin û rehetiyan wan xerab nebe, ew tim di nava gilî û gazinan de ne. Bi
tonan rexnan dikin ku çima kar neyê kirin. Bi sedan pêşniyaran tînin û dibên
bila xebateke weha (li gor xwe şiklekî didinê) bê kirin. Lê çi ecêb e ku kesên
weha bi xwe tucarî di nava hin karên ew bi xwe pêşniyar dikin de jî xuya nakin.
Hevalno, hogirno, dost û hevwelatîno!
Îro rewşa welatê me pir zelal û eşkere ye. Astengî û sergêjiya ku
îro kesên me di navdene diyar e. Lê çi mixabin ku gelek ji wan kesên ku di nav
sergêjiyeke ku ew jî nizanin çi çerbû ye, û hwd. de dijîn, bi halên xwe nizanin.
Kor bûne, kerr bûne, lal bûne. Mejiyên wan tevli hev bûye. Ji ber vê ye ku ez
dibêjim; ji bona kesên me yên weha, çavên ku bikaribe dûr bibînin, rengên cûrbe
cûr ji bona gelê xwe hilbijêrin pêwîst e. Guhên dûr bibihîzin, xweş guhdarî
bikin û çewt fam nekin, me divê. Zimanekî rind, delal, xweş û mejiyakî
neteweyî, lazim e. Pêkanîna wan di destên ew kesên ku dibêjin; em nivîskar in,
ronakbîr in, rêber in, siyasetmadar in, hunermend û ozanên vî welatî de ye.
Eger van kesên me li hev bicivin,
ji dêlva gilî û gazinan, bêjin ku em ê çawa gelê xwe ji nava vê alozî û
tevliheviya ku îro tê de ye azad bikin, rawest in. Hûn bawer bin, ewên di demek
kin de rê bibînin. Pêwîstiya van kesên me, ji dêlva gilî û gazinan, li gel
pêşniyazên xwe yên baş, dîtinên xwe yên fireh, bînin zimên, heye. Divê ew jî bi
xwe di nava kar de bin û erkê ji wan tê xwestin, bînin cih. Em ê wê demê bi
hevre li hemberî hemû astengên li pêşberî gelê me ne rawestin.
Bila neyê ji bîr kirin ku li
cihanê ji me kurdan pê ve tu neteweyekî weke me ku bi nufûsa xwe qelabalix û
xwe azad nekiribin nema ne. Azadî heqê me ye jî. Em jî bi hevre xebat bikin,
hewl bidin, ji dêlva gilî û gazinên ne di cih de, xwe bera nav qada xebatê
bidin. Divê êdî gilî û gazinên ne di cih de, nebin karê kesên bi doza welatê
xwe ve girêdayîn in.
Mirovên me yên zana û têgihiştî
gelek in. Hunermend û ozanên me pir in. Rêberên me hindik bin jî, dema em, li
gor dîtin û nerînên wan î ji bona gel pêşkêş dikin, xwe bi rêz bikin û xwedî lê
derkevin û wan di nava gel de belav bikin, wê serketin ya me be. Divê neyê ji
bîr kirin ku rêya em li ser in, di dawiya wê de bexçeyên gul û rîhanan henin.
Ji bona xwarina hebûnên di bexçe de û bihnkirina gulan, xebat û kar, kar û
xebat me divê.
|
|