|

DESTPÊK

EHMED HUSEYNÎ: Wek mirinê tu bi lêv dibî!

CÎHAN ROJ: Kalînên ji pola pekiyayî ++ Siya civakê

PABLO NERUDA: Şeva li ser giravê

TENGEZARÊ MARÎNÎ: Çi ma û te nekir !?

KEMAL NECÎM: Cejn

FETHULLA HUSEYNÎ: Tu ey siwarê hespê lek

OCTAVIO PAZ: Evîndar

PÊŞEROJ CEWHERÎ: Amûdê

HELÎM YÛSIV: Wêjeya Kurdî li rojavayê Kurdistanê

SOSIN : Jina Kurd

ROJNAMEVAN: Jin û Kurd

LOKMAN POLAT: Sed romanê sedsalê

MEM MÎRXAN: Mûnzûr pêsirên dayika niştiman

TARIQ EHMO: Êzdiyatî û globalîsim
 LÊGERÎN
PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ

KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ


|
|
Jin û Kurd
Rojnamevan (rojnamevan@yahoo.com )
Jinên kurd îroj bi piranî karê wan meyizîna malê ye. Ji berê ve
jinan li Kurdistanê karên herî çetin girtine ser milên xwe. Ji Medya
heta îro Kurdistana belawela, jinan pir wextên cûda derbaz kirine.
Berê li ser çiyayên kurdistanê di nav bîrûbaweriyên xweyî de
dijîn. Li gor nûjeniya demê Zerdeştî baweriyeke zor dewlemend û
pêşvek bû. Bidû hatina Misilmaniyê jinên Kurd di her halî de hatin
wêran kirin. Jiyana bi piranî slogan û ji xwe der kete nava gelê
me. Her çiqas li Eebîstanê misilmanî li gor dema xwe pêşdeçûyîn be jî
ji kurdan re gavekî paşve avêtin bû.
Kurd ji ber gelekî çiyayî û bi gelên Gerdûnê re ne besanî
têkildar bûn, taybetiyên xwe pir binpê nekirin. Misilmaniyê jî her
çiqas bandoreke mezin li ser kurdan girtibe jî, Kurdan xemlên xwe yî
kurdewar heta îroj anîne. Elewîtî û Ezêdîtî di nav me de nexşên herî
dewlemend in.
Di hêla jinan de Misilmaniyê çiqas mêr kor kir ewqas jin kor
nekir. Têkiliya jinan ji mêran kêmtir bû ji Misilmaniyê re.
Bi destpêkirina sedsala 20 an tevgerên kurdan li her parçeyê
Kurdistanê destpêkir. Pêşengiya hereketan mêr bûn(li Gerdûnê jî). Di
nav gel de jinên ku herî bal dikişandin ser xwe jinên dengbêj bûn. Di
wî warî de tu astengî ji wan re nîn bûn. Ev divê baş were nirxandin.
Ji Misilmaniyê heta destpêka şerê 80 yan li bakurê Kurdistanê tu
guhertinên grîng tune bûn ji bo jinan. Her kes dikare tevgera bakur
rexne bike lê jinên kurd di nav mercên dijwar de xwe afirandin. Bi
hezaran keç tev li tevgera Kurd bûn. Di nav kevneşpî û toreyên
xitimî de bûn(xwe kirin) xwedî biryar.
Tixtekî rast jî ji bo rê vekirinê her çiqas rêkxistinî grîng be
jî, dû re ji bo berjewendiyên siyasî dikevin nav tengasiyê.
Berjewendiyên grûbî dor li wan digre û wan bê gav dide sekandin.
Ramyarî, çand, wêje , folklor , jiyana sosyal, fikrên xweyî ji
jiyana her kesî re pêwîstî ye. Min qas fam kiriye mirovahiyê hin jî
sewaliya xwe neqedandiye. Ji ber vê divê ne tenê jin her kes bi şexsî
li serbixwebûna bigere. Çimkî bi min azadiya gelan derew e. Tenê
mirovên azad hene.
Bi probagandaya jî ew tişt nabe. Divê jin bixwînin û bifikirin.
Rêyên xwe bixwe çêbikin. Nebêjin mêr wiha ne, nizanim wiha dikin.
Çimkî îro mêr jî li her hêlê cîhanê dîl(%99) in.
|
|


Heger rexn yan nerînên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re
wan di GUFTÛGOYA
malperê de binîvisîn yan jî di rêya EMAILê re
ji me re rêke.
|
|