NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 7 - 21.8.2001


DESTPÊK
EHMED HUSEYNÎ:
Wek mirin tu bi lv dib!

CÎHAN ROJ:
Kalînên ji pola pekiyayî ++ Siya civakê

PABLO NERUDA:
Şeva li ser giravê

TENGEZARÊ MARÎNÎ:
i ma te nekir !?

KEMAL NECÎM:
Cejn

FETHULLA HUSEYNÎ:
Tu ey siwarê hespê lek

OCTAVIO PAZ:
Evîndar

PÊŞEROJ CEWHERÎ:
Amûdê

HELÎM YÛSIV:
Wêjeya Kurdî li rojavayê Kurdistanê

SOSIN :
Jina Kurd

ROJNAMEVAN:
Jin û Kurd

LOKMAN POLAT:
Sed romanê sedsalê

MEM MÎRXAN:
Mûnzûr pêsirên dayika niştiman

TARIQ EHMO:
zdiyat globalsim


LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ



KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ





Ji Edîtor

Xwendevanên hêja!

Ez bi hêvî me ko hun demin xweş derbas dikin.
Va dîsa em bi hejmarek nû ji kovara Nivîs bi hev re ne.
Piştî 3 mehan ji dûrbûnê, dîsa Nivîs malpera Amûdê bi berhemên xwe dixemilîne. Em bi we re hêvî dikin ko Nivîs bes dûr keve û her bi her nêzîktir û bi berhemên we zengîltir bibe û bi awakî fireh û rengîn xebata xwe ya internêtî berdewam bike.

Berî vê hejmarê 6 hejmarên din derketibûn. Li kêleka zimanê me yê şêrîn me Nivîs bi zimanê Erebî jî derdixist. Lê bi destpêka vê hejmarê, Nivîs nema bi Erebî derdikeve. Lê wek ko em dizanin ko gelek berhemên hêja bi vî zimanê li ser Kurd û Kurdistan tên nivîsandin, deriyên malperê hîn ji van berheman re vekirî ye. Ji bo Erebî me qorzîkek taybet di malperê de vekir. Em hertim li hêviya nivîsên we ne.

Em hewl didin ko em hertim nûçeyin xweş ji bo xwendevanên xwe pêşkêş kin, lê mixabin ezê vê carê nûçeyek pirr ne xweş bighînim we. Ji ber sedemin cuda cuda û taybet, Jana Seyda, Ferhad Ehmê û Abdulrahman Afîf nema karîbûn xebata xwe di edîtora kovara Nivîs de berdewam bikin. Guhertinin di jiyana wan de bûn sedemê sekinandina xebata wan di kovarê de. Li vêderê ez bi navê xwe û we sipasiya Jana, Ferhad û Abdulrahman dikim û hêvîdarim ko nêzîk dîsa beşdarî vê xebatê bibin.

Deriyên kovarê û malperê hertim ji bo wan û hemû kesên din yên ko daxwaziya wan xebatek wisa ye vekirî dimîn in.

Heta hejmarek din, bimînin di xêr û xweşiyê de!


Sîrwan Hecî Berko
sirwan@amude.de       



copyright 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]