Rewşenbîr û lêkolînerên Kurd pirseke mezin dertînin holê:
Zimanê ko Kurd bi kar tînin (zaravayên wan) pirin. Çawa emê giravên çandî yên kurdî bighînin hevdû û di navbera mede ewqas sînorên fikrî, çandî û cografî hene?
Bi rastî ev pirs derdekî mezin diyar dike û yek ji sedemên perîşaniya gelek tiştane, bi taybetî çanda kurdî.
Tecrûbeyên bi vî rengî di jiyanê de ne seyrin, ango di nav miletê çînê de tiştek wilo hebû, lê wan bi awayekî ev problêm çareser kirin .. lê belê rewşa jiyana Kurdan rewşeke seyre û cihêrenge.
Da ko çandeke yek û hevgirtî di nav Kurdan de çêbibe, divê problêma sînor di navbera hemî parçeyan rab.
Lê ko em li bendî sînoran bimînin, emê bi hezaran salên di jî vê pirsê ji xwe bikin û di şikeftên dîrok û çîrokan de li çareserîyekê bigerin û em nabînin!
Rewşa cîhanê hatiye guhertin, û pêşketinên pir mezin çêbûne bi taybetî di warê teknolociyayê de.. û her miletek bi awayekî fayîdê ji vê cîhanê dibîne.
Lê rewşa me ya çandî û zanistî giran giran dimeşe, hîn xebatên Soranan li aliyekî didomin, yê Kurmancan li aliyekî û yê Zazan… ûhwd.
Pirbûna Sazî, televizyon, rojname û kovarên kurdî, berpirsyariya van problêman bi rengekî cidî hilnegirtin ser milên xwe û gavên mezin ji bo çareserkirina ziman û çandê ne avêtin..
Lê belê, ji bo em ji her tiştî bê par nemînin, û dîroka xwe bi eynî reng venegerînin, îro divê em ji teknolociya faydê bibînin û bi taybetî ji internetê.
Îro di demeke pir kurt de mirov dikare xwe di ser van sînoran re bavêje û bi hêsanî xwe bighîne rewşa çandî û zanistî ya kurdî, lê binere, bixwîne , fêrbibe, binirxîne.
Û da dîrok û sînor nebin ejdehayekî hertim li bendê ye ji cihê xwe derkeve, divê em xebateke cihêreng di vê sedsalê de bikin û bi awayekî zanistî û bîrewerî giravên çandî û fikrî di navbera me Kurdan de bighînin hevdû.
Da em bi hêviyeke mezin li bendî pêşerojeke zelal û bê kelem bin.
Jana Seyda
|