|
|

| Hejmar 3
21.01.01-21.02.01
|
|
Pêşgotin
Ziman wekû alaveke derbirîn û afirandinê dikare di nav destê yê nivîskar û bi hîkariya wî, yê xwendevan derbasî şahneşînên zanyariyê yên cuda bike. Ji bo ko ziman karibe vî karî bi cî bîne hostayekî çeleng û xwedî talend pêwîst e .
Di van salên dawî de, ko wekû salên geşbûna nîvisandin û afirandina bi kurdî ( Kurmancî) tên naskirin, gelek berhem hatin weşandin. Para herî mezin ji weşanên kurdî ta aniha pirtûkên helbestan û şêweyên wêjeyî yên dîtirbûn.
Pêwîste mirov bikaribe piştî vê guherînê xwe ji geşbîna sade -eger hinekî be jî- rizgar bike û bêtir bi çavekî rexneyî li vê rewşê temaşe bike. Ji bo wêjevanekî, ziman çekê herî giring û pêwîste. Asoyên wî li gorî firehbûna zimanê wî firehdibe û pêre dikare di kêlîkên herî teng û tisnak de bi çelengî wêneyên herî balkêş biafirîn e.
Rewşa awarte ya ko zimanê kurdî tê de dijî diyardeyek balkêş afirand. Qedexkirina vî zimanî ko karîbû jimara kesên bi kurdînivîs daxîne ta pileya herî nizm, wilo kir ko her yekî fêrî xwendin û nîvisandin a bi kurdî bû xwe wek kesekî ( diyardeyek) ê awarte dît û pêre, di nav koma nezanan de xwe nivîskar dît. (Nivîskarên?) bêçek yên vê sredemê ji xwe re ti meydan baştir ji ya helbestê ne dîtin û bêyî têgihiştinek û xwendineke bingehên dest bi cûtina klasîkên kurdî kirin, ko di encama xwe de ji bilî reşkirina rûpelan ti guhertin yan jî nûkirin bi xwe re ne anî.
Ji ber ko afirandin ne tenê çapkirin û belavkirina pirtûkên xwedî naverokên pûç e, divê mirov xwe li hember vê rewşê û paşeroja vî zimanî berpirsyarbibîne û li pêwîstiya vê tevgera bê encam temaþe bike.
Başe, piştî van weşanên pir, eger mirov bi tenê kurdî zanibe , wê ji bilî ezberkirina çend helbestan, çi tiştê dî ji vê cîhana fireh û mişt zanyarî bigre? Ewê karibe li hember viyanên zanistî û rewşenbîrî yên vê serdemê li ber xwe bide yan jî xwe bigre?
Ziman pêwîste têrbûnekê li nik kesê pê axêv peyda bike, têrbûnêkê ko wî kesî bi hemû şaxên zanyariyê çekdar bike. Eger ev erk bi cî ne hat, kesên bi wî zimanî diaxivin wê kesin jixwe nebawerbin, wê bawerya wan bi zimanê wan û pêr e bi şexsiyeta wan bi xwe jî pir lawaz û jihevketî be.
Ferhad Ehmê
|
Di vê hejmarê de:
|