|

AXÎN WELAT: Dizê xewna

AZER OSÎ: Hogirê min, Takî hêviyê

DILŞA YÛSUF: Zengilên hevgihînê

KEMAL NECÎM: Xwezî, Ji stêrkê re

KEÇA KURD: Bajarê min

ŞAHÎNÊ B. SOREKLÎ: Roja dawîn ji jiyana Mistê kurê Salha Temo

KEÇA KURD: Qelemêt rengîn

GOETHE: Windabûna pêşî

EDWARD DANSIN: Dem û Yezdan

JI FOLKLORA RÛSÎ: Bozo

BÛLAT AKÛÇAVA: Mişk

QADO ŞÊRÎN: Mihemed Şêxo

DOSÊYA LEYLA ZANA

ERŞÎV

EDÎTOR
 LÊGERÎN
PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ

KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ


|
|
Mişk
Bûlat Akûçava
Carekê di şeveka zivistanê de li ber TV rûniştî bûm .
Ji nişkava ji bin dîwên mişkek derket û hat li ber lingên min mexel hat.
Min ji tirs û dil xelandinê qîj da û di bin dîwên de dîsa winda bû.
Tebatî hat ruxandin.
Bi bîranîna êrîşa mişkan, ya sala par , min karê xwe tev avêtin.
Xefk vedan, tovê jehir kirî reşand, kincên hêwayî avêtin, xwarin veşart
ji tirsan.........
Lê ew her bêhtir dibûn .Ew bêhtir û bêhtir dibûn. Wekî pêlewanan bi perdan ve
hildipirikîn, dixwarin, li herderê dewsên xwe yên gemarî dihştin.
Di pişt sebedê de çêlîk dikirin û çêlîkên wan yên zerok û spîçolkî
car-caran xwe dikişandin ber ronahiyê.........halo mehekê berdewam kir.
Ez bêhn teng bûm , destê min li kar sar bûn .
Ji nişkava windabûn. Zanyaran gotin, ku ev saleke mişkan î taybetî bû.
U va dîsa ji nûve?!
Ez li ser dîwanê rûniştîbûm û ji nûva xwiyakir, ji nûva li ber lingên
min mexelt. Min lingên xwe lebitandin -ew dîsa winda bû.
Tirs û dil xelandin di minde harbûn. Min xefk derxist û di anîşkeka reş
de veda. Tebatî dîsa nema!
Min Nebaş xewkir. Roja din hîç xwiya nekir, lê êvarî , birûniştina
min re li ber TV, ew derket. Ew li ber lingên min mexelt.
Pişta wî li min , bi tebatî li dîminderê temaşadikir.
Min lingên xwe lebitandin - ew bêdil çû. Ez sar bûm - ew ji bin dîwên
derket û hat li cihê xwe yê berê mexelt.
Susreta ! Nema dilê min jê xeleha. Berevajî, min xwest bêtir wî binasim.
Di min de pirsin şiyar bûn . Ev çiye? Cima halo mexel tê?
Daxwaza wî çiya? Min xwe xwarkir , ta qenc binêrim, lê ew winda bû.
Di rojên din de dîsa bi wê rewşê bi minre çêbû. Min tim lê dinêrî.
Ew xweşikbû ! Ji nişkava min dî ku ew xweşike.
Min çavkokên wî yên reşik û birqonek dîtin, ayarkokê wî yê
geşî -heşîn û dûvlîçankê wî. Ew hîn bû. Ew hino-hino nema di
bin dîwên de windadibû, bi tenê hindekî xwe dida aliyekî, dema min
xwe bilebitanda.
Min perçek biskewît danî ber, wî bi birçîbûn xwar, devê xwe bi
lepkokên xwe paqij kir û dîsa berê xwe da dîminderê.
Mehek derbas bû, tiştek nema û wî jê tam nekir: biskewît jî,
bez jî, penêr jê....Ez hînî wî bûm, her weha ket dilê min.
Nuha vêca , yê susert baya , ger min bi tena xwe , ya berê li
TV temaşe bikira. Nizanim , wî bi roj çi dikir, lê êvarî bi geş
kirina dîminderê re , ew di hat li ber dirûnişt.
Ez dilxwe? dibûm. Ta ew êrîşîn keryên par ji bîra min çûn,
ew keriyên har. kêfa min bi xwe ji keriyan re nayê,
mala xwedê ava , ku ew ji cem min çûn. Lê ev tiştokên
xweşik di ayarê şînik da jî , xuyaye hestê bi
tenê mabûnê bi wanre heya û bê bêrî kirin.......
Bi roj min , wek tim , li ser masa xwe kar dikir.
Zivistanê zû tarî ditêt. Min got nêzîk ezê TV vekim û emê
bi hevra rûnin.........
Ji nişkava çelpînek bilind hat. Min nerî, ew xefk bû peqî.
Ewa , ku ez gihiştim ji bîr bikim ! Bi serde xwar bûm
-ew mişkê min bû........
Carekê min ji hevalan re got, tev nedeykirî man, bi tenê
yekî pirsî : Ma mir ?!
Ji rûsî: Sulêman M.
|
|
|