NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 2 - 21.12.2000


AXÎN WELAT:
Dizê xewna

AZER OSÎ:
Hogirê min,
Takî hêviyê

DILŞA YÛSUF:
Zengilên hevgihînê

KEMAL NECÎM:
Xwezî,
Ji stêrkê re

KEÇA KURD:
Bajarê min

ŞAHÎNÊ B. SOREKLÎ:
Roja dawîn ji jiyana Mistê kurê Salha Temo

KEÇA KURD:
Qelemêt rengîn

GOETHE:
Windabûna pêşî

EDWARD DANSIN:
Dem û Yezdan

JI FOLKLORA RÛSÎ:
Bozo

BÛLAT AKÛÇAVA:
Mişk

QADO ŞÊRÎN:
Mihemed Şêxo

DOSÊYA LEYLA ZANA
ERŞÎV
EDÎTOR

LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ



KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ





Dem û Yazdan

Edward Dansin

Edvard Can Martin Derakis Plankêt baronê 18 an , yê dansênê navîyê Iralnda ya kevnar. Kelha wî ko ,di sed sala 12 an da avakiriya (Dibe ko heya niha avaya). Di mîrekîya Mît deya. Ev der carekê ji caran "TARA" bi nav û deng têdebû , paytexta şahên Kêltan.
Edvard Dansên jiyaneke dirêj kir (1878-1958) ew ji rêya bapîryên xwe derneket, ristevan û leşker bû. yekî ji hemdemîyê wî got, ku dansên " Bêhevilitirîn mêrbû ji alîyê li xwekirine cillan ve di mîrekîya xwe da".


Rojkê ji rojan hêj yezdan xort û ciwan bûn , lê bi tenê kole û bermaliya wan dem bê temen bû, ketin xewê li ser kenarê çemekî mezin , gewre û pirpêl. Yezdanan xew kirin di deşteka mezin de , ya ku ji xwe re hibijartibûn ji bo vehesandinê. Wan di xewê de xewnên ji mermeran dîtin. Burc û dêrên xewnên wan bilind û seravrazbûn, bi şanazî di navbere çem û ezmên de, bi lêlan li benda berbangê rawestiya man.
Di nava bajarê xewnên yezdanan de bê jimar rê û derencên ji mermerên birqonek berê me didan nava kelehekê, ku li çar anîşkên wê çar bircên ser bi mij bilind dibûn ta baniyan û baniyan , û di nava wande dêrek daleqandî bû ,wilo mezin bû , çawa Yezdanan bi xwe ew dîtibûn.Li hawîr dor pêl bi pêl rêyên ji mermeran xak di qelaştin di parastina şêrên ji yaqût û almasan birîn dibûn. Tîrêjên avan, ku bi ezmên ve hildipirikîn deng didan, wan dengê zingilê şivanan, ku di pişta dîwêr de nedihatin xwiyakirin ditanîn bîran. Yezdan ji xew şiyarbûn -li hember wan SERDETIRYON rawestiya.
Yezdanan nedihiştin herkes di serdetiryon de bi rêve herê û derbasî kelehê bibê , û çavên xwe ji rewş û şenga wê têr bikê. Rê bes ji wan kesên , ku yezdanan şevbêrkên xwe bi wan re dibûrandin vekirîbû. Ji wan kesên, ku dengê Yezdanan ji stêrkên bironî bi şev dibihîstin, yan ji wan kesên , ku di avan re wêneyên Yezdanan dibînin re, rê vekirîbû. Bi tenê van kesan gereke Serdetiriyon bidîtine û nêzîk bibûna.û di hewa nerm û hênik, ya şevên bajarê xewnên Yezdanan re derbas bibûne .
Ji ber , ku li hawîrê bajêr dest û çolên mezin û fereh rayêxistîbûn, ne her kesî karîbû xwe bigihînê wê. Bi tenê hilbijartiyên Yezdanan ji nişkê ve di giyan û hestên wan de ber bi çûna Serdetiriyon şiyar bû. Wan bi kotek û rezîlî ew çol û çiyayên di navbera xwe û gerdûnê de derbas dikirin, xwe digihandin wê deşta di nava dilê dûrbûnê de veşartî û li ber wan serdetiryon bilind xweya bû. Colên li dora Serdetiryon bi strî û kelem bûn, lê berê wan pîj û keleman li Serdetiryon bû û bi serde xwarbûbûn.
Bêhtirîn ji wan kesên, ku Yezdanan evîna xwe dabûn wan, xwe gihandibûn bajarê ji mermeran, lê tu kesî ji wan bi paş de venegeriya. Lew ti bajarên din nema karîbû bibin qûnax ji wan re. Wan kesên pêlî xaka bajarê xewnên Yezdanan kiribûn. Ew bajarê , ku Yezdanan bê şermî bi reng û postikên mirovan têde bi rêve diçûn, lewra ti bajarên din nikarîbûn wan goranên, ku ji pişt dîwarên kelha mermerî têt bibhîzin. Ti mirovî ew dengê saza ava hildipirikî û serjêrî golên zelal dibû nebihîstibûn, ew golên , ku yezdanan xwe têda bi rengê mirovan dişûştin. Ti kesî bîra wan ristevan û helbestvanên, ku Yezdanan bi wan re dida û distand nedibir.
Bajar bi tena xwe bû , li ser çîrok û çîvanok tinebûn-bitenê min ew di xewnên xwe de dît, lê min nizanî raste yan lêlan bû.
Di wan demên dûr de, pir heyam û bedîl derbas bûn, ji dema avakirine Serdetiryon , wê demê yezdanan gerdûn bi kar tanîn û xwediyê wê bûn, gerdûn di bin bandora wan de bû. Nuha nema Yezdan di wan rêyên ji mermeran re diçin û tên, nema guhdariya xurxura avê dikin û dibihîzin. Ew mûzîka şêrîna ber dilê wan. Ji ber, ku dem û çerx bihurîn û diviya bû karê yezdanan bi dawî bêt.
Lê pir caran di dema vala ji pîvan û kêsanên guneh û xêrên mirovan de , yan jî hinartina efûkirin û tewanbarkirin , Yezdanan xwe dispartin bîranînêd xwe û hevpeyvîn li ser salên bûrî dikirin:
-Serdetiryon têya bîra te?
U di bersivê de dihat bihîstin:
-Cawa! Serdetiryon û rêyên wê yên ji mermeran, ku nema carek din piyên me pê dikevin. Piştre dîsa vedigeriyan ser karê xwe yê bersiva du'a û nimêjên mirovan.Carne ew bas dikirn,yan carne kola xwe dem dişiyandin, ta wan yan xweşbikêt, yan nexweş û nesax bikêt.Yan jî destê wî ji jiyanê bikişîne.
Dem ji gerdûnê dûr neket. Dibin fermana Yezdanan de bû, lê demê di bin çavan re bi awir li wan dinêrî û Yezdanan her tim dem bi kar ditanîn û lewra ew yezdan bûn.
Rojekê ji rojan, dema demê berê xwe da bajarekî, ewê ku qedr û birêziya xwedanan nedigirt, ta ku wî bi hêrfînê. Yezdanan di nav xwe de digotin: Bêdro emin xwedanê dem û gerdûnê. Gerdûna, ku di bin destê mede, nerînek tenê li Serdetiryona bedew bese ku yezdaniya me li ser xak û ezmên bide xwiyakirin. Bajarên din dihêrifin û dibin kavil, bi tenê Serdetiryon şanaz û serbilind dimîne. Ava çeman di deriyan de winda dibê, avên kaniyan di nav diyaran de nependî dibin, lê tîrêjên ava çaviyên Serdetiryona xewnên xortaniya me hêjî bê hedan bi ezmên ve hildipirikin.U hêjî celd û zikakên Serdetiryon didin nîsandin, ku emin Yezdan.
Ji nişkêva li hember wan qama demê bilind bû. Tilî û pênçên wê bi xwîn bûn. Xwîn bi şûrê di destê rastê de di herikî . Dengê demê hat: Serdetiryon mir! Min ew kuşt û hêrivand!
Yezdanan bi susret pirsî: Serdetiryon! Serdetiryon, bajarê me, yê, ji mermeran?! Te ew xerakir ? Te, kola me?!
Yezdanekî rî sipî pirsî :Ma gelo raste Serdetiryon mir? U demê , kola wan ya reşî qemirî li çavên wî nerî û gavekê bi pêşde hat û hişk bi şûrê xwe girt da ber çavên xwe , bi birêzdarî li hember rawestiya.
Di wê gavê de yezdan bi tirsekê hisiyan, ew tirsa, ku hêj tûcarî neketibû bîra wan. Ew tirsa, ku hinekan ew bajarê xewnên xortaniya wan hêrivand û kir kavil. Rojekê li wan ji yê vala bibê , dora wan jî yê werê.U dengê îskên girî hat .Ev Yezdan bûn li ser bajarê xewnên xwe rondik di barandin.
-Bi rondikan Serdetiryon naytevejandin. Lê ew Yezdanên, ku bi hezaran bajar di bin çavên wanre bûne kavil, li ser bajarê xwe digirîn !!
-Bi hêstiran Serdetiryon nayête vegerandin.
-Serdetiryon , bawermeke, ger xwedanên te hin şiyandibin ji bo kuştina te; ew kesê ku tu kuştî li benda kuştina yezdanên teye jî.
-Cend caran di wan demên bûrî, yên kevnare de , dema ji nişkava rojê berdida şevê û dida alîkî , me çavên xwe bi şewq û şenga te kil dikirin. Me dilên xwe bi wan rêyên şayik di parastina wan şêrên zêrîn de şadikirin.
Cend caran me zarokên xwe, tîrêjên berbangê dişiyandin , ta li ser avên te şahî û semayê bikin.
-Cend caran şeveqên pîrekên me dihatin di belkonên te de xwe di xemilandin.
Xwezka me biramîsande ew perçên burcên te bi kavilî ta, ku Yezdanên te, yên kevnara bikarîbûna te biparêzin, weke mirovê xwe ji her tiştî bê par kirî, ji bilî parastina diyariya yara xwe.
Serdetiryon, Yezdan dixwazin xakê biramîsim, cihê ku celdên te lê rayêxistîn.
Serdetiryon, Serdetiryon yezdan li ser te digrîn, li ser xwe digrîn.


Ji rûsî: Sulêman M.



copyright © 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]