|

AXÎN WELAT: Dizê xewna

AZER OSÎ: Hogirê min, Takî hêviyê

DILŞA YÛSUF: Zengilên hevgihînê

KEMAL NECÎM: Xwezî, Ji stêrkê re

KEÇA KURD: Bajarê min

ŞAHÎNÊ B. SOREKLÎ: Roja dawîn ji jiyana Mistê kurê Salha Temo

KEÇA KURD: Qelemêt rengîn

GOETHE: Windabûna pêşî

EDWARD DANSIN: Dem û Yezdan

JI FOLKLORA RÛSÎ: Bozo

BÛLAT AKÛÇAVA: Mişk

QADO ŞÊRÎN: Mihemed Şêxo

DOSÊYA LEYLA ZANA

ERŞÎV

EDÎTOR
 LÊGERÎN
PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ

KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ


|
|
Roja dawîn ji jiyana Mistê kurê Salha Temo
Şahînê bekirê Soreklî
shahinsorekli@hotmail.com
Kaniya Ereban, gundekî li binê xetê, îroj bûye beşekî ji bajarokê Kobanî.
Ber dora bîst salan xwediyên keyfê ji xelkê Kobanî di dawiya hefteyan de, bi taybetî biharê, xwarina xwe radikirin û
diçûn Kaniya Ereban. Li kêleka
rûbarê, li ser gîhayê kesk û di siya daran de çîg, kebab û bostaniya xwe
çêdikirin, dixwarin, vedixwarin û ber bi êvarê vedigeriyan malên xwe. Wê demê hem ava rûbara Kaniya Murşid û
hem ava qinê di nêzikî Kaniya Ereban re derbas dibûn.
Ava qinê ber bibe rûbar di bin çend bîran re derbas dibû ku
ji dema Romanan de mabûn, aveke qerimî û zelal bû.
Salha Temo li vî gundî mezin bûbû û şanzdeh salîn li wir bûbû bûk.
Bi temenê bîst û heft salîn ew jinebî mabû. Xwediyên wê
xwaztibûn wê bidin mêr lê Salhê nepejirandibû û gotibû, ew ê li ser herdu kurên
xwe bimîne.
Di dema cîhgirtina vê serpêhatiyê de kurê wê Mistê hevdeh salîn bû û yê biçûk, Xello,
du salan ji wî biçûktir bû. Xello
lal bû û dilên xelkê pê dişewitîn. Nasên wan her digotin, “Xellê bextereş; çi heyf e ku va kurê delal lal
e.” Wan wisa bawer dikirin ku di
qedera vî xortî de carê wisa hatibû nivîsandin; xwedê dixwazt ku ew jiyana xwe
lal derbas bike, lê di rastiyê de ne wilo bû ji ber ku Xellê bi xwe biryara
lalmayînê girtibû.
Bi temenê pênc
salîn Xellê şandibûn ber xoce. Dema çavên wî li çoyê dirêj ketibûn çûna ber xoce li hesabê wî
nehatibû. Nediket serê wî çima bi
darê zorê dixwaztin wî fêrî tiştên bêkelk bikin. Divabû wî “Ebced, hewwez, huttî, kelemen, sehfez, qerîşet,
tazixîla, fe tebarekellahû ehsen el xaliqîn” ji ber bikira. Zarok li mamosta vedigerand lê hew
didît, şîng, mamosta yek pê veda. Şagirtê biçûk ji kerban xwe dispart girî û hêstiran.
“Kerê çolê,” xoce digotê, “ma tu çima li çavên min dinihêrî?! Li kitêbê binihêr û bixwîne:
Ebced - hewwez - huttî - ...” Dilê kafiran bi Xellê dişewitî lê ne yê xoce.
Zarok geh giriyabû, geh reviyabû, geh
xwe avêtibû merî û cîranan û geh jî xwe di kadînan de veşartibû lê bêyî çi
encam. Rojekê xoce gotibûyê, “de li min vegerîn, Xello.
De bêje Ebced, de lawo bêje hewwez, de kerê çolê bêje huttî,...”
Dema Xello bêdeng mabû wî kulmek pê
vedabû û dû re bi şiva xwe jî lêxistibû, lê kiribû, nekiribû, Xellê peyveke
tenê jî nema ji devê xwe hanîbû der. Ji wê rojê û şûn ve ew ji xoce û ebced hewweza wî rizgar bûbû û neçar
mabû xwe lal bihêle. Li dû
derbasbûna du salan wî hêdî-hêdî dîsa dest bi axiftinê kiribû.
Rojekê bi çepelên Xellê girtibûn û ew biribûn xwendegeha
Kobaniyê. Di odeya sinifa wî de
şagirt daniştibûn û mamosta li pêş wan bû. Xoceyê bi pantilon pirs dipirsîn û şagirtan yan “neem” yan
“kelle” digotin. Xellê tiştek ji
pirsan fêhm nekiribû lê matmayî mabû çima zarokan her behsa “kelle”
dikirin. “Bêguman li ser kelleyê
mîh û bizinan diaxfine,” wî di dilê xwe de gotibû. Rojekê mamosta pirsine li ser textereşê nivîsandibûn û ji
şagirtan daxwaz kiribû, bila bersîvên pirsên wî di defterên xwe de
binivîsînin. Li dû çend deqeyan
mamosta bi ser Xellê de rawestiyabû û gotibuyê: iktob. Xellê li wî seyr kiribû û
keniyabû. Mamosta careke din bi
hêrs jê re gotibû, bila binivîsîne. Xellê çavên xwe berdabûn erdê û bêdeng mabû. Mamosta çûbû ji ser maseya xwe şiv rakiribû, li Xellê
vegeriyabû û gotibûyê: ifteh îdek. Li dû ku şiv çend caran li destekî wî ketibû lawik qîriyabû, reviyabû
der û berê xwe dabû Kaniya Ereban. Dema ew roja şemê li dibistanê vegeriyabû, di komcivîna sibeyê de midûr
ji xizmetçî xwaztibû bila Xellê ji newqa wî de hilgire û dest pê kiribû bi
xêzeranê xwe li textê kûna Xellê xe. Ji wê bîstê û şûn ve Xellê dîsa lal bûbû. Li dû hefteyekê midûr ew ji mektebê qewitandibû.
* * *
Xello neh salîn bû dema bavê wî mir. Li dû mirina bavê xwe ew hêdî hêdî dîsa
dest bi axiftinê dike. Dora sê
salan derbas dibin dema ew rojekê diçe gundê Mezrê, mala xaltiya xwe. Şevekê şerekî mezin di navbera
qaçaxciyan û leşgerên tirk de derdikeve. Dora nîvsaetekê dengê mîtralyozan, tifingan û dabençeyan li wan
doraliyan tê. Li dû nîvê şevê
qaçaxcî bi sedan pez û titûneke pirr ji nêzikî Mezrê re derbas gundê Minazê
dikin. Dû re diyar dibe ku wan du
hevalên xwe yên brîndar ji gundê Tilşeîrê rêkirine Kobaniyê. Yek ji wan di zik de brîn bûbû û yê din
di nav mayînan de lingekî xwe wenda kiribû. Herweha diyar dibe ku leşgeran pere xwaribûne lê, wekî ku
gellek caran dikirin, li dû vekirina rê “şîrheramî kiribûne” û qaçaxcî dabûne
ber gulleyan.
Roja din li dû rojhelat cîpeke tiji cendirme ji Kobaniyê
tê û li pêş mala muxtarê Mezrê radiweste. Li dû xwarinê û vexwarina çayê ew dest pê dikin peya û xortên gund bidin
ber feleqeyê. Ji nişkan ve çavên
çêwîş li Xellê dikevin. Ew bang lê
dike û jê dipirse ka qaçaxcî bi ku ve çûne. Ronediyê Xellê bi rastî jî cîhê qaçaxcî lê nedizane lê çawîş
bawer nake, jê re “ibnilkelb” dibêje, lepê xwe yê rastê ta ji dest tê
ber bi paş dikişîne û sîlleyekî diavêje rûyê lêwik, wî hema-hema gêj dike. Xellê weqa hêrs dibe ku nedikare xwe
ragire, li çavên çêwîş dinihêre û dibêje: “mi di devî bavî te no.” Çawîş wek
dînan dibe û dixwaze îlleh bizanibe ka wî çi gotiye. Muxtar çêwîş dibe derve û wî bi çend lîrayan razî dike. Çawîş qaçaxciyan ji bîr dike lê ne Xellê.
Bi îsrar dixwaze bizanibe ka ev lawê “ibnilkelb”
çi gotiye. Muxtar çiqa bizavê dike
ku vê yekê bi wî jibîrkirin bide jî, çiqa dibêje lawik hîn zaro ye û tiştekî
xirab negotiye lê bêyî kelk. Xellê
radikin feleqeyê. Ji hêstiran pê
ve, hêstirên ku dibin nûnerên jan û hêrsa wî, tiştek ji wî nayê der, heta ne
qîrîn jî. Hêstirên germ ji çavên
wî yên reşbelek der dibin û di nav bijangên wî re, wek çemên agirê ji serê
volkanekî bêyên der, rêçikên xwe çêdikin û dibarin ser kulavê odeya
muxtêr. Êdî çawîş jî li biryara
xwe poşman dibe lê li wî qert dibe û feleqeyê ranawestîne ta ku hindik dimîne lawik
ji ber xwe biçe. Di wê bîstê de
Xellê di dilê xwe de sond dixwe ku ew ê nema êdî li vê cîhana bêbext biaxife.
* * *
Payîzê êdî dest pê kiribû û tevî ku qeramê hêdî hêdî şûna
germahiyê digirt jî her du kurên Salha Temo hîn li derve radiktin. Li dû xwarina şîvê Mistê û Xellê dest
pê kirin nivînên xwe ji hundir bibin ser sekuya li pêş malê. Vê êvarê keyfa Mistê li cîh bû û wî
sebir nedikir ku şelta xwe raxe û li ser vekeve. Di nav çend hefteyên borîn de ew bêkar nemabû: li gundên deyştê wek paliyekî bembî ji
xwediyên zeviyan re berhev kiribû. Wî û Xellê pirraniya pereyên xwe dabûn diya xwe û bi yên manî ji xwe re
tiştine kirîbûn. Yek ji wan tiştan
radyoyeke biçûke transîstor bû ku Mistê îroj li Kobaniyê kirîbû û bi xwe re
hanîbû malê. Ji lewre ew dilşad bû
û dixwazt vê êvarê ji xwe re guhdare radyo bike.
Erebiya Mistê jî ne baş bû lê wî sinifa 5em kuta kiribû û
diya wî ji bo vê yekê gellekî bi wî serbilind bû çimkî pirr caran gundiyan xwe
li wê digirtin û jê tika dikirin bila Mistê ji wan re nameyekê bixwîne yan
binivîsîne. Wî radyo ne ji bo deng
û behsan lê ji bo guhlêdana stranan kirîbû.
Bi bihîstina dengê radyo re hesteke taybetî xwe li nik wî
bi cîh kir, wek ew hesta ku zarok di rojên cejnan de hest dikin. Bi ya wî be wekî ku tevahiya cîhanê
anuha di bin fermana tiliyên wî de bû. Bi tiliya girikê ya destê rastê Mistê derziya radyoyê ji aliyekî dibir
yê din û di va êvara honik de dezgehên radyo yên dihatinî bihîstin weqa pirr
bûn ku xwediyê radyo mat hîştin. Dengên ji Londonê, Bêrûtê, Şamê, Qahîreyê, Emmanê, Bexdadê, Moskoyê,
Tehranê, Enqereyê; lo tu hema ji xwe re bi nav bike, ji wê radyoya biçûk xwe
digîhandin guhan. Ji Enqereyê
keçeke dengxweş di derheqê mirovahiyê û edaletê de diaxift. Mistê di bin simbêlên xwe de keniya û
xwe serbilind hest kir dema têgihîşt ku ew kêm-zêde zimanê va keça dengzengilîn
fêhm dike. Wî di dema zaroktiya
xwe de sê-çar salan li nik Canîgê qesab kar kiribû û ji ber ku Ermeniyên li bajêr
bi tirkî diaxiftin ew jî ji wan fêrî axiftina bi tirkî bûbû. Li gel ku wî pirr ji siyasetê fêhm
nedikir jî, ew piçekî matmayî ma dema wî ji dengê tirk gotinên li ser mirovtiyê
û edaletê bihîstin. Wî di jiyana
xwe de heye ku bêtir ji hezar carî gotinên wek “zalim mîna eskerê tirk li ser
rûyê erdê tune” bihîstibûn, lê gotinên ku nuha ji Enqereyê diketin guhên wî
dewleta tirk bi rûyekî din xuya dikirin. Wî cigareyek pêça, vêxist û dest pê kir bifikire. Gotinên pîr û kalên deverê, yên
dengbêjan û yên xortên bi siyasetê ve mijûl hatin bîra wî, gotinên ku dewleta
kemalîst wek yeke stemkar didan nasîn; herweha gotinên Maroya ermenî ku digot
“ordiya tirk bi hezaran zar û zêçên ermeniyan avêtin nav ava çemê Ferêt,
tadeyên nebûyî li qîz û jinan kirin, bi koman peyayên me kujtin,...” Wî bi xwe jî dizanibû ku çawa li bakurê
xeta hesinî mayînên binzemîn hatine bicîhkirin, ewên ku sal bi sal dibûn sedema
lingbirrîn yan mirina bi dehan ji xelkê herêmê; û ew qişleyên li serên giran ji
bo tehqîbkirina Kurdan hatinî bicîhkirin. Neheqiya ku leşgerên tirk li qaçaxciyan dikirin jî hat bîra wî, û
projektorên li ew aliyê xetê û hîn bi ser de kujtina hindek kesên bêguneh ji
Kurdên Sûriyeyê yên ku li nêzikî sînor di nav zeviyên xwe de di kar de bûn yan
bi şev li nêzikî sînor di rê de bûn,... Nirçenirç bi devê Mistê ket û bêhemdê xwe derziya radyo levand.
Ji Radyoya Şamê dengê Cemal Ebdul Nasir dihat. Nasir ji Qahîreyê di derheqê “yeketî -
azadî – sosyalîzmê” de dipeyivî.
Dengên bi hezaran guhdarên wî bi “bijî” û “bimire” axiftina wî carine
eware dikirin. Mistê cigareyeke
din bi darikê kibrîta xwe vêxist û car din dest pê kir bifikire. “Ê de bavê min,” wî got di ber xwe de,
“madem tu li ser yeketiyê û azadiyê şorê dikiye, de çi ra tu mektebeke bi
zimanê me jî venakî?! De hema çend
stranên me jî di radyo da derxe ji bo ku pişika me jî çîşkî rabe.” Hişên Mistê xwe bi tevahî bi vê
merseleyê ve mijûl kiribûn. “Na
bavo, na,” wî bersîva xwe bi xwe da, “camêr li ser heqê Ereban şorê dikêye. Ma kê rokê li ser heqê me bextereşan
tiştek gotiye?!” Dû re wî serê xwe
ber bi brayê xwe bada, bişirî û gotê, “lawo, Xello, bi xwedê va quzilqurta
radyo yekî xirab ho dike. Merî
dest pê dike di tiştan da kûr-kûr bifikire.”
Dema wî derzî dîsa levand dengekî ew ne li bendê bû ew
veciniqand. “Law, Xello, bi xwedê
va kurmancî ye,” wî got. Xellê jî
wekî ku hişyare tiştekî mathîştinê bûbe serê xwe ber bi pêş da û guhdar
kir. Ji ber ku deng weqa baş
nedihat Mistê aciz bû û dest pê kir derziyê virde û wê de bilevîne, yan radyo
ber bi jor û jêr rake û deyne. Çawa be di nav cixevixê de dengê Meyrem Xanê dihat lê dirêj nekir
“memir-mimir”a Meyremê wenda bû û Mistê dest bi gazincan kir: ne em bin, ne va hala be! Ma nikanibûn çîşkî deng rakin ku em jî
mîna însanan guhdare straneke xwe kin!” Hîn derzî li stiraneke erebî rast hatibû, nehatibû, dema dengê Salhê
hat: “de bes e kurê min, bes
e. Ji dengê tîngetînga wê mîratê
min nimêja xwe şaş kir,” wê got. Ji nişkan ve Mistê çîlikek baran li ser eniya xwe hest
kir û bêyî hemdê xwe bişirî dema hat bîra wî ku zarokên gund li dû nîvro bi
şûllikê dilîztin. Panzdeh-bîst
zaroyan dabûn dû hev, ji malekê diçûn malekê û bi yek deng digotin:
Şûllikê!
Avê berde kûllikê;
Tasek ava zehwanê
Berde binê leganê.
Baranê bibar, bibar;
Çûçikan hebkên te xwar,
Sêwîngan serên hev xwar.
Hêdî-hêdî çîlikên baranê girtir û pirrtir bûn. Mistê û xellê neçar man şeltên xwe bi
lez bibin hundir. Ji şûna bêderan
dengê zarokan dihat. Yekembarana
payîzê li keyfa wan hatibû û qe nedixwaztin biçin hundir. “Maşellah! Tu dibê qey devên kunan li ezmên vekirine,” hat dengê Salhê.
Bi vekirina baranê re hejmareke ji peyan û zarokan li
navenda gund gihîştin hev. Jin û
keçên berbext, her sê, yan çar, li pêş deriyekî li gel hev diaxiftin. Baranê ew dilşad kiribûn. Bêhna axê, herweha honikbûna bayê vê
êvarê, baş diyar dikirin ku saldemekê şûna yeke din digirt. Her kes li ser baranê diaxift, çiqa zû
hat û çiqa pirr bariya! Ji nişkan
ve dengê teqîna mayînekê ji rojavayê bakur hat û dirêj nekir çendekên din
teqiyan. Gurmîniya teqîna mayînên
binzemîn xew ji çavên gundiyan dizîn û meraqa vegera li nivînan li nik wan
rakir. “Va mayînên Tirkan in
diteqine,” hat dengê yekî. “Erê,
wella, dîsa mala feqîrine şewitî. De binêr êdî nigên kê dîsa qut bûn!” hat dengekî din. Û yekî din got: “Maşalê ava lehê van bombeyên malwêran
bi ber xwe nexistibin.” Ji bo
bîstekê her kes di cîhê xwe de bêdeng ma.
Ji aliyê Kobaniyê de cîpek gihîşt gund û hindek jê peya
bûn. Beşê bajêr yê bakur û yê
rojhelatê bakur di bin ava leheyê de mabûn û ziyaneke mezin li beşê nêzikî xetê
bûbû. Tiştên di firoşgehan de bi
ber avê ketibûn, xaniyên kelpîçîn hilweşiyabûn û çend kes brîn jî bûbûn.
* * *
Roja din li dû rojhelat Mistê ji mal çû der û berê xwe da
gundê Elîşarê, yek ji gundên Deyşta Sirûcê, herweha li nêzikî xetê. Wî li wir pembî ji xwediyê zeviyekî re
berhev kiribû û dixwazt pereyên palîtiya xwe bi dest xe. Dema wî girê li rojhelatê Kaniya Ereban
derbas kir dengekî xweş ew haydare ser xwe kir, digot:
Sala çûnî li vê demê
Mala me li Bîra Remê
Te ez kujtim helandim
Kirime şûşa melhemê
Leylo, Leylo, Leylo.
Sala çûnî li vê çaxê
Mala me li Gawirdaxê
Te ez kujtim helandim
kirime şûşa gulyaxê
Leylo, Leylo, Leylo.
Deng ji bo Mistê ne yekî biyanî bû û dema guh baş da ser
wî xwediyê dêng nas kir, berê xwe ji ser rê dayê û bang kir:
- Lo Remo! Ma va ne tu yî?! Ez Mist im, Mist. Mistê Salha Temo.
Yê din ji strana xwe eware bû, destekî xwe levand, û her
du xortan dest pê kirin ber bi hev biçin.
- Tu kînga ji Tirkiyê vegeriyayî, Remo? Bi xwedê min bîre te kir.
- Ez roja îniyê vegeriyam, Mistê. Min hîn dixwezt îro bi ser mala we
kevim, we bibînim û silavên xaltiya xwe ya li Sirûcê bigihînim diya te.
- Xweziya min bi dilê te be, Remo! Tu ji xwe ra têr geriyayî. Hele bibêje,
Sirûc xweş e?
- Wella Sirûc bi xwe ne weqa lê Riha bajarekî xweş
e. Xwedê mala hukmatan
hilweşîne. Ger ne ji van mayînan û
vî sînorî bûya bi trimbêlê ji vir heta Riha seetekê jî dirêj nake.
- Malava, hele berê min li Elîşarê ye, karekî min li wir
heye. Tu vê
sibê zû li vir çi dikiye?!
- Ma te hay jê tune? Ne şeva çûyî tiştmiştên dukanên Kobanî bi ber lehê
ketibûn. Ez bi şopa avê
ketime. Çend kesan ber ro hilê
gellek tişt dîtibûn. Min sandiqeke
tiji şûşeyên kazozê li dera hanê dî. Were ez yekê bi te dim; bi rê va vexwe û vê sibê dilê xwe pê honik bike.
Mistê du şûşe kazoz ji hevalê xwe girtin, xatir jê xwazt
û berê xwe ji nav şovê da rê. Remo
sandiq rakir, da ser milekî xwe û hîn dixwazt bang li Mistê bike û bibêje, ew ê
danê êvarê bi ser mala wan de were, dema dengê teqînekê bêdengiya li holê
çirrand. Wî dît çawa laşê Mistê di
nav hindek xwelia şil de rabû jor û ket. Wî sandiqa şûşeyan bêhemdê xwe ji ser milên xwe avêt û ber bi Mistê
reviya lê ber pêgihê lingên wî li ber hev geriyan û ew bi rû ket erdê. Di guhên wî de zîngezîng bû, dunya li
pêş çavên wî pîlik-pîlikîn dibû û gupegupa dilê wî bû. Dema wî bizava rabûnê kir, car din li
ser kûnê ket çimkî gêj bûbû. Ew
dîsa bi lez rabû, du-sê caran ber bi çepê û rastê çû û hat lê dû re xwe zept kir,
reviya û xwe gîhand hevalê xwe. Dema çavên wî li bedena Mistê ketin qîrîn bi wî ket, xwe bi çongan xist
ser erdê û dest pê kir bi her du destan xweliya şovê bi ser xwe de bibarîne. Dû re rabû ser xwe, wek dînan li dora
lêş zivirî û nedizanibê çi bike. Dengê tûtetûta otomobîlekê ew veciniqand. Cîpek li ser rê rawestiyabû û şofêrê wê dixwazt bizanibe ka
çi bûye.
* * *
Tixtorê Kobaniyê Erebekî ji rojavayê Sûriyê bû lê hemî
şagirtên wî Kurd bûn. Yek ji wan
ji pênc salan bêtir neçûbû xwendegehê lê pirraniya karê pijîşkî li ser milên wî
bû. Ew mirovekî zîrek bû û gellek
caran şûna tixtor digirt. Tixtor
îroj dereng mabû û odeya nexweşan tiji bû. Jin, zarok, pîr û kalên nisax li benda dobên xwe bûn û
şagirtê tixtor ew li paş perdeyê miayene dikirin. Şagirtên di bin destên wî de jî di quncikan de derzî li
nexweşan dixistin yan brînên hindekan derman dikirin û dipêçandin. Carekê dengê tûtika trimbêlekê hat û
Remo li bayê bezê derbas hundir bû. “Hawar, ez dest û nigên we radimûsim,” wî
got û ta ji dest hat ji cîhgirê tixtor re rewşa Mistê hanî ser zimên.
Mistê di paşiya cîpê de vexistibûn. Rûyê wî reş xuya dikir û çavên wî wek
hîvên zivistanê dibirûsîn lê çi germahî di wan de nemabû. Lingê wî yê çepê di binê çongê de qut
bûbû û tamarên tazî bel bûbûn, xwîn ji wan diniqutî. Piyê wî yê çepê di bin enîşkê de çirriyabû û lepê wî li
kêleka wî hatibû danîn. Sîngê wî
di aliyekî de qul bûbû û pilçikên xwînê jê dihatin der. Mistê dinaliya, bi dengekî zirav
got: “ez şewitîm; hawar tixtor, ez
di bextê bavê te da me, min xelas ke.” Dema wî dengê cîhgirê tixtor, ne yê tixtor, bihîst dengê wî piçekî
şêntir bû û di çavên wî de çirûskeke hêviyê berz bû, wek zarokê wenda yê ku di
bazara bajêr de dengê gundiyekî xwe dibihîse. Wek
tête gotin, “ruh şêrîn e.” Tevî ku
rewşa wî yeke gellekî xirab bû jî gidî nedixwazt destên xwe ji jiyanê
bişo. Dema cîhgirê tixtor rewşa
Mistê dît, ji hêrs û kerb û şewata dil wî dest pê kir gotinên xirab jê re
bibêje: ey alçax! Tu çi digeriye
di nav şov û kepiran da vê sibê? Tu dixwazî kazoza belaş vexwî, ha?! De here bimir!
Nexweşxaneya Kobaniyê yeke bêsermiyan bû, navê xwe hebû
lê sûda jê dihatî nebû. Zati
tixtor pirraniya caran ne li wir lê di odeya xwe ya li bakurê nexweşxaneyê de
bi pereyan li nexweşan dinihêrî. Kesên ku nexweşiyên wan yan brînên wan giran bûn ji bo Helebê dihatin
rêkirin, Heleba ku bi sed û pênceh kîlometiran li rojavayê başûrê Kobanî bû lê
ji ber nebûn pireke li ser çemê Ferêt û rêyeke baş hema-hema rojek divabû da ku
mirov xwe bi trimbêlê bigîhanda wir.
Cîhgirê tixtor dizanibû hêvî ji bo Mistê nîne, weqa xwîn
jê çûbû, lê bêyî bi dirêjî biponije got: rakin Helebê.
Ber otomobîl bigihê çemê Ferêt, yê ku bi dora sîh
kîlometiran li rojavayê kobanî ji aliyê Tirkiyeyê derbas aliyê Sûriyeyê dibû,
Mistê can da. Termê wî li Kaniya
Ereban hat vegerandin.
* * *
Bi temenê sîh û çar salîn Salha Temo wek pîreke şêst
salîn dixewinî. Bi porê sipî,
çavên ji ber rijandina hêstitiran sor bûnî; bi rûyê ji kişandina keseran
qermiçî, dilê ji ber kul û hewesan şikestî; bi cîgera ji ber bêtaran şewitî,
dengê ji ber qîrînê ketî; bi şehra qetiyayî, kirasê qermiçî, xeftanê bêreng
bûyî û bervaneka reş ew li ser serê gora kurê xwe daniştibû û digotê:
“Mistê min! Cîgera diya xwe! Ez bi şev
û roj ji te ra duan dikim. Ne roya
min ro ye, ne şeva min şev e, kurê min. Birayê te Xellê va bûn sê ro devê xwe bi nên nekiriye, wer di quncikê
xênî de rûniştiye, di nav xewn û xeyalan de wenda ye. Wey
mala xwedê ava be! Wî çi ra ez bi dora te ra negerandim, çi ra ez nekirim qurbana te?!”
Daya dil bi xem û agir hêstirên xwe damalandin û lorand:
“Lo xwedêyo, çi ra te li min wa kir?! / Te Mistê min bi
umrê hevdeh salîn ji nav me rakir?! / Ya rebbî, ma tu nizanî ku min umrê xwe ji
bo xatirê van her du lawan wenda kir?! / Min xwe bi xortê sivik û delal, bi
Mistê xwe şa kir. / De çi ra te mala
wî çavreşê bêsûc û bêguneh ji nav xwedî û hevalan ra kir?!”
Salhê giriya, giriya, giriya û dîsan dest pê kir û got:
“Wey
xwediyên bombê! / We çito pergala min belav kir, bila yê li jor pergala we jî
belav ke. / Rebbê alemê hejên dara we yên bi xwîna Kurdan hatinî avdan hişk
bike, kurm û mûriyan di nav ke, bişewitîne û ji vê dunê rake. / Xwedê li we
were xezebê, we tar û mar ke, ji hev belav ke, we wenda ke.”
Diya Mistê geh bi destan li sîngê xwe dixist, geh xwelî
bi ser xwe dikir û geh jî serê xwe dihejand û dilorand:
“Lo Misto, tu
çelengo, bejinziravo, şîrhelalo! / Lo lawo, tu xwînşîrino, lo bêkeso, lo
delalo! / Lo xweşiko, tu ciwano, rûlikeno, lo bêmalo! / Bila hilweşe mala wan
dijminan, wan bêbextan. / Bila bikin-nekin, tim li pê bin, negihên deran. /
Bila zêd biçînin, li şûnê rakin korik û zîwan. / Ma ew bin, ji zar û zêçên xwe
xêrê nebînin; werê serê wan ya wan hanî serên gelan. / Ma ew bin, bi roj tî, bi
şev birçî bin, li vê dunê bimînin rûreş û nezan.”
Salhê hew dît
ku roj li ava ye. Rabû ser lingan, destekî xwe da ser kevirê li serê gorê û got: ez ê herim mal, kurê min. De bi xatirê
te, Mistê. Siba bi rohilat ra diya
te dîsa li cem te ye.
Wê berê xwe da Kaniya Ereban, giran giran ber bi mala xwe
çû. Li bakur trêneke reşe dirêj li
ser şivên hesinî diçû, wek marekî li ser laşê mirovekî ji xwe çûbe bixuşe,
hêdî-hêdî ber bi rojava dikişiya, dûyê komirê yê reş û gemarîn ji xwe puf dikir
û li asîmanê hêşin û pak belav dikir.
1982
|
|
|