NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 2 - 21.12.2000


AXÎN WELAT:
Dizê xewna

AZER OSÎ:
Hogirê min,
Takî hêviyê

DILŞA YÛSUF:
Zengilên hevgihînê

KEMAL NECÎM:
Xwezî,
Ji stêrkê re

KEÇA KURD:
Bajarê min

ŞAHÎNÊ B. SOREKLÎ:
Roja dawîn ji jiyana Mistê kurê Salha Temo

KEÇA KURD:
Qelemêt rengîn

GOETHE:
Windabûna pêşî

EDWARD DANSIN:
Dem û Yezdan

JI FOLKLORA RÛSÎ:
Bozo

BÛLAT AKÛÇAVA:
Mişk

QADO ŞÊRÎN:
Mihemed Şêxo

DOSÊYA LEYLA ZANA
ERŞÎV
EDÎTOR

LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
METEOROLOJÎ
CHAT
SMS
WERGER
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ



KURDISHMEDIA
KURDISTANICA
ENSTÎTUYA KURDÎ
MALPERA LÊGERÎNÊ





Hogirê min
Azer Osî


Hogirê min
ne buhar
ne xweza
ne bilbil
ne perwane
dikarin çêra evîna min bikin
pesnê evîna min bidin
wênevan nikarin wê nîgar bikin
şanoger mafê wê bidin
tenê hest û dilê min jêre dikarin
semfoniya şehnazîya bê sînor bi rêsin
çelengiya wê bi berbangê tê dîtin
di nava Baxê sorgulan de
tê hilm û tîna wê


Takî hêviyê


Demeke dûr……..
Ez û hêviya xwe
li ber hev didin
Takî nazike…..
min jiyan dike
Geh !!
tenê min dihêle
Geh!!
min davêje
Geh!!
min dixe nav pêlên driya evînê
û dibim Melevanek
Melevaniyê dikim
Lê nahêle û rênade
di nav bera min û Yar de
didulî
dubendî derkeve
Zirêb mezin bibe
raz berbat û kambax bibe
Gerdûn teng bibe
Pirê caran
têm arisandin
raçandin
rondikan dibarînim
Bi axîn lorînê dikim
Nizanim berê min li kuye
Tevî her tiştî
Jêre Dilê min buhare
Ne seqem û zivistane
Ne bahoz û ne sêlave
Cirax
Hêlîneke çake
Havîngehe
Aramgehe
Ezê wî hilgirim
serê wî deynim ser çogên xwe
Jêre bêjim helwest û sirûda xwe
Ahengan jêre çêkim
Bi yek dîdarîyê
Teqez pirsgirêk vedibin
Têlên dil awazan li dardixin
hilm û tîna wî vedimrîne
Agirê nava hinavê min
Rûbarî wî dibim
Termek
Nîgarek
Na livim
Tenê tîrêj û awirên çavên min pêre dipeyivin
Tim û tim vêketî dimînin
jêre dibêjin
To Delalê ber dilê mine
Xunava ser pel û darê mine
Qad û ezmanê mine
Berbang û roja mine
şahiya şevê mine
De bi axiv
min bibe cîhaneke geş û xweş
Yan ber pal û qontara çiyayekî
De bêje çîrok û Efsanan
Destanê bav û kalan
Işqa Welatê Agir û Rojê
Jêmayê Mezobotamya……
Mem û Zîn
Derwêş û Edûlê
Debêje lo Delalo bêje
Siwarê xewna mino bêje
Azer Osî



copyright © 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]