|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 19 - 21.08.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
DILO Xemcivîn
|
||||||
xurist xemgîn bûye evîndar pişt daye demê.. ; û kat li pelan dibûre…!! Payîz e .. ; tilûr koça xwe dikin .. dilê bi rima demê birîndar; dilê ko di derya xemê de dîl bûye … çi kenê pencerane li halê wî tê …!! Ê poşman her tu dimînî dilo… !! çiyayê bê hêz li ber topên awiran, çiyayê bê hêz li bin ewrê gazinan, ne xewê, ne xwarinê, ne zimanekî raste rê .., û ne hevalekî dilşewat tu dibînî….!! Dilo payîz e .., evîndaro, toz û babelîskên li hêviyên te rabûne… ketine gerdeneke tal, ji rêka dirust, çûne kaşkaşokên westandinê…!! Xuyaye; tu bûyî gayekî pîr ; şivên zemanan pişta hêza te kolane .. !! û her xêzên te xwar mane .. payîz e; te cotê xwe berda, tovê te çand, heya niha ev tovê pûç, heya bi çivîkan lê daqûl nayê ..!! xuyayî; tu gelekî westiyayî ..? lê eve dadgeha demê.. ê ket çima ..? ê rabû hema ..? stemkare .. stemkare .. li rokê na nere… li şevê na nere .. ne roj, ne şev kî dikare, bê ronî, bê tarî bijî…? ne sar lê tê, ne germ lê tê, eve dadgeha paş demê.. heger lat be; gerek ji ber awirên peyvan bişikesta…? heger pola be, gerek ji ber pirsên perîşan bi hile…? Payîze; na bûre .. payîze; berx û berandîr nêçîrin..!! gur li newalan bi şahî dizûre …!! Dilo; hîn hespê tevgera te ne westiyaye… tev ko tî bûye, birçî bûye heger berê wî têkeve rojava.. û bihna dîlberê; li ber pozê wî be wê te bigehîne…!!
|
||||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |