NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 19 - 21.08.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Sîrwan Hecî Berko
Xwendevanê hêja û delal!

Di destpêkê de lêborînê ji we dixwazim ko ev hejmar ne di dema xwe de derket.

Vê carê jî hejmarek mezin ji berheman gîhan NIVÎSê.
Weke her hejmar, min hewl da ko di vê hejmarê de jî hemû berheman biweşînim ên ko ji kovarê re hatibûn şandin. Lê mixabin vê carê min nikarîbû daxwaza xwe bi cih bînim.
Gelek berhem digihên kovarê berî weşandina wê bi demek kurt . Ev dibe sedema neweşandina wan di hejmara aktuêl de. Ji ber vê yekê hêvîdar im ko nivîskarên hêja berhemên xwe zûtir bişînin û ne di deqeyên dawî de. Berhemên ko vê carê ne hatin weşandin dê di hejmara 20an de bêne weşandin.

Yek ji armancên NIVÎSê ew e ko bikaribe hemû berhemên xwe bêyî ti şaşitiyên ziman û rêziman biweşîne. Ev armanc carinan pêk tê û gelek caran na. Sedema vê yekê jî ew e ko ji wan berhemên ko ji NIVÎS re têne şandin kêm berhem hene ko şaşitî di wan de tune ne. Mixabin mirov piraniya van şaşitiyan di berhemên nivîskaran dibîne ên ko ji mêj ve dinivîsînin û xwedî xebatek dirêj di wêjeya kurdî de. Di nerîna min de ev nivîskar gelekî ji xwe razî ne û pêwîst nabînin ko xwe bêtir fêrî zimanê kurdî bikin da ko şaşitiyên wan ên ziman kêm bibin. Bê guman ew xwedî xebat û rolek hêja ne. Lê di baweriya min de, ji xwe ev sedemê serekî ye ko ew di baweriyê de ne ko ji aliyê ziman û rêziman ve gîhane jora çiya bêyî ko li ser xwe rawestin û kêmaniyên xwe kêm bikin.
Problêma me ya mezin ew e ko kêm rewşenbîr û nivîskarên kurd zimanê kurdî (zaravê kurmancî) perfêkt diaxifin û dinivîsînin. Ger nivîskarên me yên navdar weha bin, dê em çi hêviyê ji ciwanan bikin?

NIVÎS li gor imkanên xwe yên kêm û biçûk hewl dide ko şaşitiyan bibîne û serast bike, lê dîsa jî gelek ji wan derbas dibin. Mixabin ji ber dema kêm gelek berhem têne weşandin bêyî ko baş bêne xwendin.

Hêviya me ji nivîskaran ew e ko barê me sivik û xebata me hesanîtir bikin. Tenê ko em bi hevre alîkar bin, emê bikaribin xebatek hêja û paqij bo pêşxistina wêjeya kurdî bikin.

Ez li hêviya nerîn û rexneyên we me der barê vê meseleyê de.

Gelek silav!


Têbînî: Ta roja îro rûpela hejmara NIVÎS a 18an 3698 carî hatibû vekirin.
 
 




 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]