NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 19 - 21.08.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Sebrî Silêvanî
Wêne: Malpera Silêvanî
Ezê bi awayekî pirr asan dest pê bikim û bê têwerdan û çepûçûr da ku xwendevanê me yê bihagiran nekeve di çi zalgehên zimanî yên ne çaverêkirî de û da ku jî kamneya min wek pêdivî bigehe.
Pirraniya nivîskar û helbestvanên me yên kurdistanî û herwesa hindek kesên ku xwe bi zimanzan li qelem didin, mixabin bi awayekî yan yek din, tenanet bê hemdî xwe jî be, lê enceq dikevin di sasîyê de.
Bê guman ku her karekî mirov pê rabibe û di her bîyavî jî de be, çi qenc be û çi jî xerab be dê her sirincê û têbîniyên tevahiyê li ser hebin û li vêderê ez jî yekem ji wê tevahiyê.
Gelek caran jî têbînî, rexne û pêsniyaz tevlihev dibin, nexasim eger pêsende li berçav nehên wergirtin û ev bi xwe bi xwe jî ez wek kêmasiyek ne biçûk dibînim li cem xwediyên xameyan. Ji bo yekem car di Malpera Sêmêlname de ez vê pêngavê dihavêjim û hêviya min ew e ku bikaribim li gor tiwanayên xwe yên sînordar rêya hindek kes din xwes bikim ji bo xizmeta zimanê me yê sirîn û yê ku aniha ji herdemk din bêhtir pêwîstî bi me (nivîskar û helbestvanan) heye. Herwesa daxwazyar im ku têbîniyên min bi sîngek berfireh bihêne wergirtin, nemaze ji aliyê xameyên tûj û hesû mîna serên xenceran (mixabin ... çima xencer nikare tenanet yek peyvê jî binivîse lê çima xame dilopên xûnê dirijîne!? Gelo ev çi zirre beruvajî ye?)
Vê carê ezê tenê ronahî bidim ser dû qujbinên tarî di cîhana gelekiya nivîskar û helbestvanan de. Kesê ku bixwaze sînahiyekê di wê tariyê de bizê dikare têbîniya min li berçav werbigire û ji xwe kesê ku nexwaze jî bila di pist guhên xwe re bihavêje (çareseriya herî sanehî li cîhana me).

Hat

Gelekiya caran di berhemên nivîskar û helbestvanan de (herweha hindek kesanên ku xwe wek zimanzan li qelem didin) ev peyv bi hemû sêweyên nivîsînê ji aliyê rêzimanî xelet tê nivîsîn, çunkî jêderê peyvê Hatin li berçav nahê wergirtin çunkî jî xwediyê nivîsînê nikare rizgar bibe ji devoka xwe (mebesta min li vir ne ew e ku mirov bi devoka xwe nenivîse, belê gava ku mirov pispor be gerek nekeve di vê xeletiyê de).

Mînakên durist:

Sebriyê Silêvanî ji Kurdistanê hat!
Sebrî Silêvanî ji kû ve dihê?
Sebriyê Silêvanî dê bihê!

Mînakên xelet:

(Qence ku dibêjin : Sebriyê Silêvanî ji Kurdistanê hat û nabêjin at!!!)
Sebriyê Silêvanî ji Kurdistanê !
Gelo di kîjan ferheng û yasayên zimanî de weha çêdibe!??

Li vêderê hat û dihê herdû ji yek jêderî ne, ew jî ( Hatin ). Lê ez nizanim ji kuderê hatiye!!

Gelek mînakên din jî hene :

Mînakên durist: Havêjt, Havêt
Mînakên xelet: Avêt, Avêjt.

Gelek mînak hene li ser hûrayiyên ziman û rêzimanî, lê belê hêdî hêdî ez dê hewl bidim ku di ayîndeyê de li ser rawestim û ronahiyê lê bikim.

Reng e ku gelek kes ji van mehaneyên erzan bibêjin ( Ma çî ye ) yan ( Xem nake) yan jî ( Feriq nake) yan jî ..hwd, lê belê li cem min, çî ye û xem dike û feriq jî dike.

19-08-2002

Têbînî:
Ew kes ê/a ku xwe nivîskarek devokî-herêmî jî nasbike, bila wê çendê ji xwe re ne ke mehane çunkî her mefek bi her mehaneyê rewa nabe.



<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]