NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 19 - 21.08.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Berzan Birîvî
Wêne: amude.com
Di sala 1982 z ( 2594 k ) li bajarê AMÛDÊ ji parêzgeha Hisiça li Rojavayê Kurdistanê û li bin çavdêrî û bi alîkariya Rêxistina leqê Amûdê ji Partiya Demuqrat a Kurd li Sûriyê (ALPARTÎ) KOMA SERXWEBÛN A FOLKLORÊ KURD hate damezirandin. Ev partiya ku agahdar dibû ku folklor sitûnek ji sitûnên hebûna mileta ye û bawerîk xurt bi nerxê folklor û keleporê kurd dikir ê ku roj bi roj li vî perçeyê bi hêla windabûn û tunebûnê de diçû, ji lewra ev kom ava kir. Vê Komê dît ku parastina stran, dîlan û kultura gelê Kurd ji windabûn û jibîrkirnê sitûbareke li ser milê hemû endamên xwe dît, û di karê xwe yê hunerî de ji salên pêşî de ji zayîna wê ta roja îro gelek itran û dîlan û tablo li ser rewşa kurdî û jiyana Kurdan anî ser ziman û di şano û tabloyên hunerî de ber bi çav kir. Koma Serxwebûn yekemîn kom bû ko li bajarê Amûdê hat damezirandin û bû rêber û mînakek ji gelek xortên kurd re ên ku xwîna hunerî û evîna welat û gel di dilê wan de de livya û li koma xwe hêwirîn û bi xwedî derketin û sal bi sal endamên wê pir dibûn û kar û xebata wan î hunerî mezintir dibû.


Koma Serxwebûn (Wêne: amude.com)
Koma Serxwebûn ji sê beşan pêk tê:

Beşê Mûzîkê

Wek ku hate gotin, û bi taybetî di salên dawî de gelek stranên gelêrî ji kultura gelê kurd li ser textê hovka Newrozê bi reng û mûzîkek nûjen li gorî hebûna derfeta hatin belav kirin û weşandin, û toz û dûman ji ser wan stranan dan alî û ev tişt xweş dihat diyarkirin dema ku mirovên 70-80ê salî ji temenê xwe çi pîr çi kalemêr jiyana wan î hesan û bedew dema ku diçûn bêriyê yan cot yan paleyê yan li ser bênderan û hêrana qûtê xwe yî salê ew jiyana xweş û geş li ber çavên wan diçû û dihat bi guhdarkirna wan stranên folklorî ji Koma Serxwebûn di roja Newrozê de yan di seyranên rojên buharê de.

Ne stranên folklorî tenê karê beşê mûzîkê bûn ji ber ku endamên wê xwedî bîr û bawerî ne û bi hemû bûyerên cîhanî û kurdistanî re bûn û stranên neteweyî û welatparêzî ji nivîsandina helbesvanên kurd û yên xortên Komê pêk hatin û li ser gelek bûyeran rawestiyan di stranên xwe de mîna Enfala, Helepçe û Zêwa, û li ser bûyerên cîhanî mîna şoreşa keviran li Felestînê û bûyerên kevintirîn mîna şoreşa Vêtnamê, Kubaiyê û Silfadorê, û pesnê kesên şoreşger dan da ku di hinavê xortên kurd de ew hestên şoreşgerî û xebata ji bo gel û welatê xwe şiyar bibe.


"Herne pêş, herne pêş!" (Wêne: amude.com)
Helbet vê Komê dayik û bi taybetî dayika kurd, xwedya êş û iskencan, dayika dilsoz, ji bîr ne kir. Ji lewra her Newroz stran in taybetî ji bo dayikan hebûn û cejna wan pîroz dikir, û xort û qîzên wê xwe jê re bi gorî dikirin.

Hêjayî gotinê ye ku endamên wê yên zarok roleke wan hebû di vê koma hunerî de di rêya stranên li ser zarokên kurd û cîhanê û mafê zaroktiyê û hêviyên wan ji serok û mezinan ji bo jiyaneke paktir di paşerojê de.

Koma Serxwebûn çar kasêt tomar û belav kirine ji deng û awazên hunermendên wê ligel hin sitranên folklorî di salên (1983-1984-1985-1990) de. Lê mixabin ji ber rewşa aborî ya qels ji wê demê ta roja îro ti berhemên din tomar nekirne ligel ku karê wê yê hunerî berdewame. Herweha rewşa kar û jiyana xortên wê ne alîkar e ku bikaribin wan berhemên pir ji stranan tomar bikin di gel sedem in din ên cuda.


Biçûkên Koma Serxwebûn dilanê dikin (Wêne: amude.com)
Herweha di salên (1983-1986-1993-1994-1995-2000) û (1990-1992) kasêtên vîdiyo di Newroz û seyranan de hatin kişandin ku stran, şano û dîlanên folklorî pêşkêş dikin. Herweha beşê Komê yê mûzîkê û li gorî durfetan di helkefta roja cejna jinan li bajarê Amûdê beşdar dibû.

Beşê Dîlanê

Beşê Komê yê dîlanê di karê xwe de êşeke dijwar dît bi lêgerîna li dîlanên folklorî li nav gel. Bi çûna bajaran û têkiliyên xwe bi hin Komên din re mîna KOMA AZADÎ li Şama paytext, KOMA NARÎN li bajarê Qamişlo û KOMA AŞ Û KANÎ li bajarê Serê Kaniyê hin ji dîlanên folklorî yên ku li cem wê peyda dibûn dida wan komanan û endamên wan fêrî dîlanan dikir û hin ji dîlanên ku li cem wan koman hebûn ji wan qezenc dikir û dîlanên wan di Newroz û seyranan de şanî gelê dikirin di gel hin tabloyên kulturî li ser kar û jiyana gelê kurd bi şêweyekî hunerî, mîna dest pêka karê gel ji cotkirnê ta çandina genim, ceh û nîsk û çinîn û paleye û gêrekirn û hêranêî. Bi mûzîk û stran ew tablo pêşkêşî gel dikir. Herweha tabloyên li ser çandinya nûjen li Kurdistanê, çandinî û çinîna pembo ta ku tê ristin û lixwekirinê.

Karê balkêş ku vê Komê pêk anî guhdarkirna sirûda "Ey Reqîb" û meşê leşkerî mîna "hernepêş" bûn. Di destpêkê de serê sedî penc ji gel ew nasnedikirin ta ku giha asteke dema Komê ev sirûd lêdida gel bi Komê re ew digot û distra. Lê karê herî balkêş ew meşa leşkerî bû ku zarokên gel di vegera wan de ji roja Newrozê ber bi malên xwe ve dikirin. Dema ku endamên Komê ev wêneya han didîtin pir şad dibûn û dizanîbûn ku karekî bi wate kirine.

Beşê Şano


Mistefa Xano
(Wêne: amude.com)
Dema ku min rahişt pênûsê da ez li ser vî beşî binivîsînim û min navê beş danî, di cih de xeyalê endamê herî mezin û kevin xwe berda ser mejiyê min û wêneya wî li ber çavê min çû û hat mîna ku ez filmekî bişopînimî, ew endamê ku di sala 1995an de koçberî welatên Ewropa bû û piştî çar salan koça xwe ya dawîn ber bi Xwedanê mezin de kir. Ew hevalê hêja MISTEFA XANO ji ber ku karekî efsane di vê Komê de dikir dema ku li welat û li nav hevalên Komê bû, ji nivîsandina helbestan, stranan û şanoyan ta şanogerî û stranbêjiyê.
Ji nivîsandina vî hevalî û heval in din di Komê de Koma Serxwebûn gelek kurteşano di helkeftan de pêşkêşî miletê xwe dikir, hin şanoy in pêkenîn, siyasî, civakî û serpêhatiyên ku bi ser serê gelê kurd de dihatin. Navê hin şanoyên ku Komê pêşkêş dikirin ev bûn: "Mêrxasê Çiyê, Kardox, Zêwa, Dêwê Sêserî,Navê min Xorşîd e, Teyrê Baz, Kalo û Xort, Dîno,..."
Vî beşî roleke pir mezin di daxuyakirna êş û derdên miletê kurd û zora ku ji destê dijmin lê dibe lîst. Herweha roleke baş di daxuyakirina pêwîstiya ku ji qîz û xortên kurd tê xwestin ku bixwînin, zana bin û bibin partîzan.
Di dawiya her şanoyekê Komê dida xuyakirin û berçavkirin ku êşa kurd î herî mezin perçebûnn e û derman yekitî û hevgirtina rêxistinên kurd e.

Dawî

Ta vê rojê ev Kom karê xwe yê hunerî berdewam dike digel hin kêmaniyên ku pê re derbas dibin ji sedema koçbûna gelek xortên wê ber bi Ewrupa ve û digel pir astengiyên aborî. Lê hêviya xort û qîzên wê her û her şîn û geş dibe ji ber giringya karê ku baweriyê pê dikin.

21.07.2002


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]