NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 19 - 21.08.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Kovan
Wêne: amude.com
Bê guman her miletekî ferheng, çand û wêjeya xwe ya taybetî heye. Ev taybetmendiye li gor wan siroşit û rewşan di hên afirandin ewên ew milet yan komelgeh di nav da dijît. Ferheng û çand beruvajî siroştî, berhemê mirovan bi xwe ye. Elbet çand û ferheng ne bi siroştê mirovan yê (jiyanşinasiyê ) ve girêdayî ne, anku mirov bi xwe ra dihînin demê ew ji dayik dibin, wek mînak: birs, sêks, hest, xwarin- vexwarin, henasekişan, nivistin, xew, hwd . Nexêr beruvajî vê, ew tişteke weke gelek reftarên din berhemên mirovan in û wan bi xwe çêkirine, li gel tevlihevbûn ( interaction) a wan di gel siroştê dewir û berên xweda .(Peter L. Berger & Thomas Luckmann,The social construction of Realit,1966). Ev babetê han ku li ser çand , ferheng û çêbûna olan (religion), şirovekirinek gelek drêj û komelşinasîbûn divêtin, lewra giring e em vegerin ser babeta xwe ya serekî, ta em ji naverokê dernekevin.

Eger mirov bixwazit jiyar, deron, astê rewşenbîrî, zanistî, formê hizirkirinê û şiyanên têgehiştinê yên gelekê yan miletekê têbigihit, giring e mirov wêje û edbiyata wî miletî jî bixwînit. Ji ber ku ew wêje wêneyek ji mêşkê wî gelî ye, her weke mirov rûpelekê ji mejiyê wî mileti bixwînit.
Ger em ji xwe bipirsin! Erê hest çi ye? Hevpeywediya wî bi hiziran ra çawa ye? Erê ew jî wek hoş û cesed bi hevra girêdayî ne, bi şêweyek dualîktîk, yan ji hev cuda û serbixwe ne?
Bi rastî li ser babetek weha bi dehan pirsiyar xwe li serê mirovi diden. Mebest ew e ku mirovê kurd û bi taybetî helbestvanê kurd yê îro (hevçerx) çawan van babetan pesend diket. Erê zimanê helbestê hest e? Wek hinek ji wan dibêjin. Eger wisa bit pa, gelo hizir û hoş li ku bimînin?
Hest û peywendiya wî digel hizir - wek herdu kêncê li ser hev diken - di der barê siroştê mirovan bi xwe de. Erê mirov ji layê hoş (aqil) dihêt bi rêvebirin, yan bi viyanan (hezkirinê)? Aya mirov wek hemû heywanên din e - yan jê cuda ye ? Bi rastî ev pirsayarên wiha melbenda gengeşê ne di filosofiyê da. Di şirovekirinên fîlosofi da we hatiye xweya kirin ku insan ta radeyekê hest kiriye ku xwe ji siroşti (nature ) helkêşaye û bi ihtimalatên xwe yên fîzikî dikanit hêz û şiyanên xwe kontrol biket.

Di ferhengên welatên rojavayê da, dîtinek taybetî li ser hestan heye. Ew hestan wek nêgatîv dibînin.. Ev buçone vedigerit paş, bû serdemê filosofê di hemî çerxande dijît Platon. Wî we hizir dikir ku mirov nikarit baweriyê bi hestan bînit ji ber ku ew bi layeyên hoş, yên here nizim - nazik ve girêdayî ne û hizirên pak, bingehîn, ciwan û hoşiyarane têk diden. (Anders Gaade.HJÆRNEPROCESSER. 1997 ).
Hest li gor vê buçonê zarokane û paşkeftî ne, her weha nifşên berî me jî ew tirsnak didîtin. Belê ji layekî din ve hest dîsan, di jiyana rojane da, drustiyê û garantiyê diken ji ber ku hest hêza ajotin û birêvebrina insanî ye (incitament). Hest me diajon berew nirxên jiyanê yên bi wate û raman ve di jiyana me a rojane da, û alîkariya mirovî diken ji bu helbijartina hin tiştên rast, ciwan û tox.
Mirov zêde û baştir şirovekirina siroştê hestan di lîteratûrê ciwan da (imaginative literature ) dibînit ta ji lîteratûrê zanistî (Science ). Li vir em nikanin li ser aspektên psyko-neurobiologî rawestin, lê em pêtir bi aşkirayî li kar û siroştê hestan yên romantîk û poêtik dipirsin.
Li vir em dê carek din li gotna ku dibêje hest bi layeyên here nizim yên mejî ve girêdayî ne lewra ji hizirên pak û xawên têk diden, ji ber ku tenha mirov li dûv hest û xerîzeyên xwe dibet . Ji ber vê yekê "mirov weke di siroşitê xwe da mirov" neşêt xwe ji kompleksa hizirkirinê rizgar biket .Hizir bi kar diben, belê giring e ew hizir ser bi xwe bin - ne dîsan şêwaw û di bin bandura hestan da bin, beruvaj, giring e bi şêweyek hoşmendane bihêne bikaranîn. Bêguman mirov nikanit ti karên pak yan şom biket û planekê bu danit bê hizir- hestkirin. Bu mînak: eger agir bi jorekê bikevit, yekemîn car endamên hestkirinê ( çav, pîst, bêhin, guh, çêje ) wê pê agahdar bin, wê bilez peyamê bigehînin mejî, mirov wê bikevit bizvê û hizirkirinê ka çawa zarokê di derguşê da, yan dayik û bavên pîr yên ku nikarin bimeşin ji êgir rizagar biket. Eger piştî hîngê bixwazê helbestekê li ser vê bûyerê vehînê, tu nikarî tenha bi hestan binivêsê, bêyî hizirkirinek kur û afirindina wêneyekê ji rûdanê li ber çavên xwe ta ku bikaribê wi wêneyî bikey tabloyek û di helbestê da daweşînê û peyamekê bidet xwendevanî . Ev episode û bi dehan rûdanên bi vî awayî we xweya diken, ku hest û hizir bi şêweyek dualîktîk bi hevra girêdayi ne û ji hev nahên veqetandin .Herdu wên bi rengekî ( phylo- ontogenetic) bi mejiyê insanî ve hatine girêdan (çapbûn ) di pêşkeftina mirovayetiyê da bi hezarihan salan.
Ji layê dîrokî ve eger em bi aspêkteke psyko-zanistî mêze biken, weha tê berawirdkirin ku hest wên peydabûne li gel peydabuna postanên (heywan ) şirdar (paleomammalian ) ji beri sed-û-sihupênc milion sal, yan ji dibe li gel hatina giyandarên weke nêzîk-şîrrdar ( reptile ). (Henrik Paulsen, the emotions in the history of psychology and of the psyke . Aarhus university press) .

Di systemê limbik (limbic) da, ku vedigere bu Paleomammalian , û weke strukturê meji tê naskirin, ew hatiye pêşkeftin-bi pêşkeftina yekemin giyandarên şîrdar ra Paleomammalian , (heman jêder). Eger wa bit, ku hestên me bên bi rêve birin ji layê systemê limbik ve, ev di hêt wê wateyê, ku ew wên çê bune li gel çêbun û pêşkeftina mejiyê yekemin giyandarên şîrdarên kevin ra (paleomammalian ).

Beguman kevnaria hestan ta radeyekê xweya dibe, herweha hizir ji bi heman awayî bi hebun, peydabun û siroştê insani ve girêdaye . Çonku eger me hizir nebin, û em bi awayeki hoşmendane cesedê xwe kontrol neken, hingê emê biben heywanek (wek hespek bê hevsar), û tenha li gor desire- xerizeyên xwe bimeşin.
Ev ramane herwaha helbestan ji li xwe vedigire, demê helbestek tenha li gor hestên nazik yên helbestvanê xwe bin - her çende - beguman ew helbest bi şêweyek nazik û delal hatiye vehandin ji, belê herdisan ne kûre di ramana xwe da, belko li dûv hest û ahasîsên helbestvani yên nazik ve hatiye derbirîn .

Dema mirov li hinek helbestên kurdî yên nûjen dinêrit wisa tê xweya kirin ku ta îro ji helbestvanê kurd ne kaniye xwe ji romantîk, aşop û hestan derbaz biket, hêji li ser ewran, çiyayên berfê, pelatingan, perên bilbilan, gulan, xum-xum û hilma avê derbas nebûye. Piranî we hizir diken ku helbest tenha heste û ne tiştekî din e!
Elbet şêwekar neşêt tenê hestên xwe bi kar bibet, dema ew bixwazit wêneyekê bikêşit . Lewra ew neçar dibet, ku hizirên xwe biket, ka ew tablo çawa bihête kişandin . Eve mînakek e ji bu hemî karan, ger mirov bixwazit bi awayekî hoşmendane biket .


---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
* Xwendevan li Zankoy'a Aarhus- Danmark, beşê deronsinasî (psykologî)


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]