NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 19 - 21.08.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Sîrwan Hecî Berko
Wêne: amude.com
Xwendevanê hêja û delal!

Di destpêkê de lêborînê ji we dixwazim ko ev hejmar ne di dema xwe de derket.

Vê carê jî hejmarek mezin ji berheman gîhan NIVÎSê.
Weke her hejmar, min hewl da ko di vê hejmarê de jî hemû berheman biweşînim ên ko ji kovarê re hatibûn şandin. Lê mixabin vê carê min nikarîbû daxwaza xwe bi cih bînim.
Gelek berhem digihên kovarê berî weşandina wê bi demek kurt . Ev dibe sedema neweşandina wan di hejmara aktuêl de. Ji ber vê yekê hêvîdar im ko nivîskarên hêja berhemên xwe zûtir bişînin û ne di deqeyên dawî de.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Kovan
Wêne: amude.com
Bê guman her miletekî ferheng, çand û wêjeya xwe ya taybetî heye. Ev taybetmendiye li gor wan siroşit û rewşan di hên afirandin ewên ew milet yan komelgeh di nav da dijît. Ferheng û çand beruvajî siroştî, berhemê mirovan bi xwe ye. Elbet çand û ferheng ne bi siroştê mirovan yê (jiyanşinasiyê ) ve girêdayî ne, anku mirov bi xwe ra dihînin demê ew ji dayik dibin, wek mînak: birs, sêks, hest, xwarin- vexwarin, henasekişan, nivistin, xew, hwd . Nexêr beruvajî vê, ew tişteke weke gelek reftarên din berhemên mirovan in û wan bi xwe çêkirine, li gel tevlihevbûn ( interaction) a wan di gel siroştê dewir û berên xweda .(Peter L. Berger & Thomas Luckmann,The social construction of Realit,1966). Ev babetê han ku li ser çand , ferheng û çêbûna olan (religion), şirovekirinek gelek drêj û komelşinasîbûn divêtin, lewra giring e em vegerin ser babeta xwe ya serekî, ta em ji naverokê dernekevin. >>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Mîr Celadet
Wêne: amude.com
Bê guman, ji bo tomarkirina dîrok, çand, ziman û hertiştê girêdayî gel û neteweyekê rojnamegerî pêdiviyeke ne tenê girîng e; zor girîng û pêwîst e. Ew weke peralekê ye, di xwe de, ji bilî çand û zimanê wî gelî û pileyên pêşketina wî, hemû bûyer, rûdaw û rojavên ku di pêvejoya dîroka wî miletî de qewimîne tomar dike û, çawa ji nifşê roja xwe re, ji nifşên dahatûyê (wêbê, mand) re jî tomar û pêşkêş dike; heta bi heta diparêze. Weha jî, ew (ango rojnamegerî) ji nifşê serdemê re dibe rêşan, mamoste û lêvegereke zor girîng, da ku ew nifş bi buhêrka gel û netewa xwe ve; bi pêvejoya karwana bav û kalên xwe ve; bi çawabûn û çilobûna pêşketina bav û kalên xwe ve têkildar bibe û hemû bûye-ran, yên xweş jî û yên nexweş jî ku bi ser nifşên buhêrkê de barîne, baş nas bike û sûdê jê werbigre. Wek Kek Mesûd Barzanî di axaftina xwe de, ya ku roja 25-ê Adarê 2002-an li Encûmena Niştîmanî ya Kurdistanê goti bû, anî bû zimên "gereke em wan bûyeran ji bîr nekin û ji bîra me neçin". Belê divê em wan ji bîr nekin, da ku neviyên me yên paşerojê, dîsa gotin ya Kek Mesûd e,.. >>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Yildiz Çakar
Wêne: amude.com
Te ji stêrkan hez dikir,
Min jî ji te. Lê te nizanîbû ku hemû stêrk te dişibîne. Min destên te digirt, wekî ku asoyên bêdawîn hembêz bikim. şa dibûm, piştre êş dikşandim. Çi bikim, destên min nedihatin ser hev. Diqeherîm. Wek avekî serserî ji jor de dihatim xwarê. Wek masiyekî ku di tora masîvan de bûye qurban. Canê min diêşand canê te. Xwîna min diherikî, tor bi parçeyên laşê min nîgara xwe ji nû ve dihûnand.
Ne haya masîvan ji min hebû ne jî komên stêrkan.
Çi bikim te hîn ji stêrkan hez dikir
û
min jî ji te.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Berzan Birîvî
Wêne: amude.com
Di sala 1982 z ( 2594 k ) li bajarê AMÛDÊ ji parêzgeha Hisiça li Rojavayê Kurdistanê û li bin çavdêrî û bi alîkariya Rêxistina leqê Amûdê ji Partiya Demuqrat a Kurd li Sûriyê (ALPARTÎ) KOMA SERXWEBÛN A FOLKLORÊ KURD hate damezirandin. Ev partiya ku agahdar dibû ku folklor sitûnek ji sitûnên hebûna mileta ye û bawerîk xurt bi nerxê folklor û keleporê kurd dikir ê ku roj bi roj li vî perçeyê bi hêla windabûn û tunebûnê de diçû, ji lewra ev kom ava kir. Vê Komê dît ku parastina stran, dîlan û kultura gelê Kurd ji windabûn û jibîrkirnê sitûbareke li ser milê hemû endamên xwe dît, û di karê xwe yê hunerî de ji salên pêşî de ji zayîna wê ta roja îro gelek itran û dîlan û tablo li ser rewşa kurdî û jiyana Kurdan anî ser ziman û di şano û tabloyên hunerî de ber bi çav kir.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Hekar Findî
Wêne: amude.com
Xwendevanên hêja!

Dîroka miletê me pire ji rudanên xweş u nexweş , ji serhildan û berxwedanan. Ne bisanahiye ku mirov bikare wan hemû rudanan bi yek nivîsandin xweyabike u heqê wan bidetê, lê min viya ez wan bi vi rengî xweyakim, anku rudanên her rojeke ji mehekê binvîsînim , dibe ez nikaribim gelekan binvisînim lê min kariye evên li ber destê min ketin biweşînim. Evca daxaza lêborîne ji xwndevanê hêja dikem u hêvî dikim ku ew li min biborin eger kêmasî tê de hebin. Her wesa daxwaz dikim ku her yek zêdehiyêke li ser wan bike ew jî xizmeta gel welate û em li hîvînene ku di rojên dahatîde namên we wergirîn û wan pêşinyar û nivîsara li ser zêdekîn.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Dîlawer Zengî
Pîvana helbest û toreya miletekî bi serbestiya wî miletî ve girêdayî ye.
Rewşa gelê kurd ya ceopolîtîkî û dabeşbûna wan kiriye ku rewşa helbest û toreya Kurdan bi giştî wekî rewşa ramyarî û civakî be.
Di baweriya min de temenê toreya kurdî ne kêmtirî deh bebilîskan e. Ji dema Mîretiyan, ji babilîskên navîn ta bi dawiya babilîska nozdehan e, û di çend qûnaxan re derbas dibe.
Gopîtka yekemîn di dema babilîska dehan de, bi serkêşiya helbestvan Baba Tahirê Hemedanî, xwediyê çarînan e. Ev helbestvan xwediyê pîtolî û zanyariya yekîtiya jîwerî (Kozmosî) ye. Bi raman û hizira yariya xwe di Xweda û xweberiyê de dihingavt.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Ehmedê Xanî
Bi xwendina nivîsên mamoste Nîzar Agrî, pirsa "çima?" hate ser zimanê min. Çima, di çapemeniya dijmin de, nivîsên bi vî rengî? Çima êrîşa li ser berhem û diyardeyên ku li cem Kurdan, bûne pîroz? Û dawiya ma dawî, mamosteyê me çi dixwaze ji me re bêje? Ji nivîsên mamoste Agrî, li ser Celadet û alfabeya wî, xweş tê famkirin ku ew dûrî rêziman û taybetmendiyên zimanê kurdî ye. Û ji nivîsa gotara wî ya li ser Ehmedê Xanî û "Mem û Zîn", tê xuyakirin ku mamosteyê me bi giştî dûrî dîroka edeb e û bi taybetî jî girîngiya berhemên Xanî nasnake. Îca pirs: ew mirovê ku ne pisporê zimanê kurdî ye û ne jî zaniyarê edeba me ye, mafê wî û rexneyê heye? De, ji bo ku ez jî nekevim şaşiya mamoste Agrî, ezê nema axaftinê bînim ser sedema nivîsên weha; herweha jî, ezê heq nedim xwe û ezê van nivîsên wî, bi kesayetiya wî girênedim.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Adar Jiyan
Wêne: Rojev
Her mirovek nirxek e. Her mirovek cîhanek e. Û her mirovek jiyaneke veşartî ye.

Mirov xwediyê behre û hunerweriyên resen e û hemû cerbezî û taybetmendiyên cur be cur di mirov de dihewin. Ango her mirovek di warekî de serketî û pêşketî ye. Jixwe mirov nîn e ku aliyekî wî/ê yê pêşketî an jî paşketî tunebe. Carekê ne gengaz e ku her mirov di her warî de bikêrhatî, serfiraz û serketî be. Belê negengaz e ku mirovek ji her aliyî ve an jî ji berêv de bêkêr û nebikêrhatî be

Meyla her mirovekî/ê li ser tiştekî ye û her mirovek meyla xwe dide aliyekî jiyanê.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Ebdilbaqî Huseynî
Eger di heyamên berê de mirov in hebûn ku li ber dilên hinan didan û hinekî kela dilên wan sar dikirin, û carna jî barê bobelatên wan sivik dikiri, di vê heyamê de, kî ji kî re vala ye ku li ber dilê me Kurdan bide(...)!?

Tê zanîn ku berê Mîrekên Kurdan pêkenok li bal xwe dihewandin da ku ev kesanan carna şahî û bextiyariyê têxînee dîwanxaneya Mîr. Tiştekî taybet di van pêkenokan de hebû ku pir zîrek bûn û di demên pir dijwar de (û di her bûyerê de) pendên wan, henek û leqerdiyên wan amede bûn. Ji pêkenînên ku li ser zimanê wan pêkenokan hatine gotin pir in, wek nimûne ezê van herdû serpêhatiyan ji xwendevanan re bibêjim:


>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Salihê Kevirbirî
Wêne: S. H. Berko
Ji bo ku mirov li bakurê welêt û Stenbolê behsa dawî ya edebiyat û weşangeriya dawî bike, pêwîst e ku di destpêkê de behsa pêvajoya destpêka sedsalê heta 1932'ya bike. Ji ber ku ji beriya sala 1900'î heta salên 1928-1932'yan ku di van dewran de kovarên wekî 'Hawar' û 'Ronahî' li xerîbistanê derçûne, her wiha jî li vê derê bi dehan kovar, rojname û berhemên edebî ronkahiyê dîtine.

Piştî vê bûyerê bi 60 salan bêdengiyeke kûr û dirêj derdikeve pêşberî me. Di vê pêvajoyê de berhemên ku bi kurdî derçûne wekî tiliyên destan kêm in.

Her çiqas ne li gorî dilan be jî, mirov dikare bibêje ku di 10 salên dawî de, di warê edeb û weşangeriya kurdî de şoreşek pêk hatiye.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Sebrî Silêvanî
Wêne: Malpera Silêvanî
Ezê bi awayekî pirr asan dest pê bikim û bê têwerdan û çepûçûr da ku xwendevanê me yê bihagiran nekeve di çi zalgehên zimanî yên ne çaverêkirî de û da ku jî kamneya min wek pêdivî bigehe.
Pirraniya nivîskar û helbestvanên me yên kurdistanî û herwesa hindek kesên ku xwe bi zimanzan li qelem didin, mixabin bi awayekî yan yek din, tenanet bê hemdî xwe jî be, lê enceq dikevin di sasîyê de.
Bê guman ku her karekî mirov pê rabibe û di her bîyavî jî de be, çi qenc be û çi jî xerab be dê her sirincê û têbîniyên tevahiyê li ser hebin û li vêderê ez jî yekem ji wê tevahiyê.
Gelek caran jî têbînî, rexne û pêsniyaz tevlihev dibin, nexasim eger pêsende li berçav nehên wergirtin û ev bi xwe bi xwe jî ez wek kêmasiyek ne biçûk dibînim li cem xwediyên xameyan.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Koma Azadî
Wêne: amude.com
Ya xweya ye ku milletê Kurd çi caran dest ji xebatê pêşkeftin û zanînê bernedayê û her dem bizav kiriye ku xwe bi miletên din yên cîhanê re bide nasîn ku bi çi rê bit û li jêr çî kawdan bit. Êk ji wan rêkan rêya hunerî ye, anku di warê hunerî da ku vî warî jî gelek cihê xwe heye di nav her mileteki de.

Û her ji kevin da miletê kurd wek rêyek giring û kartêker bo gehandina dengê mafê xwe û doza xwe ji cîhanê re hilbijartiye, wek hestek mezin bi giringiya hunerî ve piraniya hunermendên kurd karîne xwe rêk bêxin di nêv kom û komele û tîpan da, evê yekê jî felsefa xwe heye ku ew jî dibe mîna hevgirtinek biçûk. Armanc jê ew e ku ojekbihê û hevgirtina mezin di nêv tavaya miletê kurd û li her çar parcên welatî bihête ziman.

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Salwa Gulî
Wêne: amude.com
Spêdeyek bi reftariya xwe ve..
Dibe mêvan li ber qentera jiyana min.
Pirpirîka li ser belgên xewna min
difirîne, difirîne..
sefer ji bo çerxê nezana..
barê axîna li ser
mijûlankan da
hat, h
a
t.


>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Ferhadê Içmo
Erê bira
ne bi destê xwe
em hatin jiyaneke pûç.
razîbûn
di navbera
me û wê de
bûye
wek evîna ard û ardû.
ji ber bersivên "çima"
em bûne perîk
li ber bayê qederê

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Wêne: L. Berzincî
Ji wexta ku yar hilperikî
xwîna te;
ya dîn,
fereh,
û bilind... û hey bilind,
   te berrî û çolistan li xwe kirin,
   mîna "Xirqeyekî" ji reşa ebedê.
   Ji eşqa wê;
ya fereh,
hicrikane,
û bejî ve;


>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Hefîz Ebdilrehman
Wêne: amude.com
Tava heyvê ye siwaro.
Şînekî tarî bi firçakî bêcir
sorekî tarî dorpêç dike.

Îsandina rima te
û nalên mihînê
nalînên "Eleqemşê"
dicefilîneî
Gaziyên "Dimdimê"
bi teşiya "Sînema Amûdê"
li xaçên "Helepçe"
dirêse.


>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Cîhan Roj
1.

Li dû kaniyek miçiqî kembera rojê de peyv dikeliyan
şev ku li evînê bû pêçekek bi xweliya şewitî dagirtî,
çîrokê sî da

2.

di bin asîmanê tisî de serî li ser çongan
pirs û bersivek bê hevirtirş bû ba
havîn li dilê kelî sî da

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Xemcivîn
Wêne: amude.com
Payîz e ..;
xurist xemgîn bûye
evîndar pişt daye demê.. ;
û kat li pelan dibûre…!!
Payîz e .. ;
tilûr koça xwe dikin ..
dilê bi rima demê birîndar;
dilê ko di derya
xemê de dîl bûye …
çi kenê pencerane
li halê wî tê …!!
Ê poşman

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Cankurd;
Wêne: Sîrwan H. Berko
Delalê, hiye hiye
Va demeke ji mêj e
Bapeşk bi ser warê min de hatiye
Konê min î reşmal bi ser serê min de dagerandiye
       û surha baxê min î bi evînê xemilandî herifandiye..
Va demeke dirêj e
Ewirê kîna neyaran bi ser bihara min de hilweşiye
Hemî gul û nesrînên min hilçiniye..

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Kemal Necim
Wêne: amude.com
1
Li şûna pêşgotinê


Dereng bû
Çaxê tu li kuştina xwe muqir hatî
Û ez jî li
      newêrekiya
         xwe.....
....................

2
(............)


Tê dîsa bê
Mîna cara pêşîn

>>> Berdewam bike..
 
 
 
       
   
 

Wêne: L. Berzincî
Rojê pişta xwe da min
lê henasên te ,
wek wêneyên li dar,
wek gulên di gulzaran de
li hundir belakirî bûn …
ew li şûn waran mabûn;
ma ne bese ,
ko tu herçar demsalî ?
û wek dara yasemînî ,

>>> Berdewam bike..
 
 




 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]