NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 19 - 21.08.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
 

Ferhadê Içmo



1

Erê bira
ne bi destê xwe
em hatin jiyaneke pûç.
razîbûn
di navbera
me û wê de
bûye
wek evîna ard û ardû.
ji ber bersivên "çima"
em bûne perîk
li ber bayê qederê


2

KIRASÊ RENGÎN
min nizanîbû
ku ez bihara rengan
ji dor bejna te birevînim
wê qêrîn
bi payîzek ... şermezar keve ..?


3

ŞÛR
heger
tu cihê xwe
li nik min nasnakî
rahêj şûrê xwe
û sînga min biçirîn..


4

QASID
piştî ku qasidên
min û te
bextên xwe
firotin
min bawerî
bi dilovaniya telefonê anî


5

HELBEST
helbest e
melbest e
çi dîlanek bê west e
di hembêzê dilmest e
bi daxwaz û mebest e
hin raman e hin hest e
bi wêne û helwest e
xeyal tê de serbest e
tirs ji ber wê bindest e
bê awaz be derbest e
guh ji xweşiyê naweste


6

DIRÎXAÇ
têlên bi dirrî
sînorên welatên cîhanê
diparêsin..!?
lê xwe kirine
xaçek
û dilê min
kirine
çar perçe!!!


---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
* Helbestvan Ferhadê Içmo ev kurtehelbest ji telefona xwe ya desta (mobayil) şandin ji NIVÎS re


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]