|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 19 - 21.08.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
DELALÊ Cankurd
|
||||||
Va demeke ji mêj e Bapeşk bi ser warê min de hatiye Konê min î reşmal bi ser serê min de dagerandiye û surha baxê min î bi evînê xemilandî herifandiye.. Va demeke dirêj e Ewirê kîna neyaran bi ser bihara min de hilweşiye Hemî gul û nesrînên min hilçiniye.. Lêmişta xeyda xêrnexwazan, û bi ser de jî vê dûriyê dilê min î biçûk daye ber xwe, sêwî kiriye.. Belê, dayika zarokên min Rohniya herdu çavên min Li hember van hêrişan Palpişt û hevala min Ji te pê ve kîye…? Delalê, hiye hiye Ber destê vê sibê, Dergahê ezmanê Xwedê Bo hemî mirovan vekiriye Lê rêya welatê min ji ber min reviye û dêwekî ejderha li ber dergahê rawestiye… Bahozeke wêrankar bi ser baxê Irem de hatiye û dîwarê keleha evînê bi ser hozanvanê me de ketiye Ne saz û awaz e, ne serfiraz e… Di navbera du cîhanan de winda bûye Gava ew ristekê dixwêne, Ma ji min û te pê ve guhdarê wî kî ye? Li dûrî niştê me yê, ku roj bi roj tê dizîn Di dilê te de her nûçeyeke nebaş ji welêt dibe birîn Ji zû ve hemî xweşiyên jînê bi me tehl bûne û van welatên fireh li me wek zindanê teng bûne Lê gava ez û te bi hev re straneke kurmanciya kevin dibihîsin û di nav re dêmê te yê şirîn wekî guleke Corî sor dibe… Hîngê dilê min li xwe hişyar dibe.. û di tariya vê dûriyê de bihnekê bi te re şa dibe.. Delalê hiye hiye Hevala rêya dirêj Pir ji zû ve, pir ji mêj.. Dixwazim bo te bibêjim Veşartoka hindir dilê xwe bo te birêjim: Kesê ciyê baweriyê, Kesê ji min re her bûye egera hêviyê Dil û mejiyê dagirtî bi Kurdîniyê û mirovatiyê.. Ma ji te pirtir li vê dinê kî ye.. 2000
|
||||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |