NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 19 - 21.08.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [DESTPÊK] [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
       
   
  Bi xwendina nivîsên mamoste Nîzar Agrî, pirsa "çima?" hate ser zimanê min. Çima, di çapemeniya dijmin de, nivîsên bi vî rengî? Çima êrîşa li ser berhem û diyardeyên ku li cem Kurdan, bûne pîroz? Û dawiya ma dawî, mamosteyê me çi dixwaze ji me re bêje? Ji nivîsên mamoste Agrî, li ser Celadet û alfabeya wî, xweş tê famkirin ku ew dûrî rêziman û taybetmendiyên zimanê kurdî ye. Û ji nivîsa gotara wî ya li ser Ehmedê Xanî û "Mem û Zîn", tê xuyakirin ku mamosteyê me bi giştî dûrî dîroka edeb e û bi taybetî jî girîngiya berhemên Xanî nasnake. Îca pirs: ew mirovê ku ne pisporê zimanê kurdî ye û ne jî zaniyarê edeba me ye, mafê wî û rexneyê heye?
De, ji bo ku ez jî nekevim şaşiya mamoste Agrî, ezê nema axaftinê bînim ser sedema nivîsên weha; herweha jî, ezê heq nedim xwe û ezê van nivîsên wî, bi kesayetiya wî girênedim. Ez vî heqî nadim xwe, tevî ku mamoste Agrî êrîş biriye ser kesayetiya Xanî û Celadet. Û bi rewiştên herî xerab ew dane xuyakirin. Agrî, bêşerm wan dike nexweş, nezan û heya ew kirine ji kesên ku bi qedera gelê xwe lîstine. Yanî, bi zimanê serdemî, Agrî ew kirine xayinên milet û sextekarên zaniyarî û edeb. Bi vê yekê, tiştên di destên me de dimîne ew e ku em herin hestiyên van "nemirovan" ji tirbên wan derxînin û bişewitînin. Ev jî, ji bo ku em dilê mamosteyê xwe û dijminê gelê kurd hênik bikin.

Lê belê em dilê wan hênik nakin. Ji ber ku ev xisletên ku Agrî bi qorzîbirên çanda me vekirine, ne tenê bê bingeh in, her weha jî, ji aliyê wî ve, bêexlaqiyetek mezin e…

Û niha jî, emê her tiştî ta bi derzî bikin û emê ji nivîsa Agrî ya li ser Alfabeya Celadet (bi mebest bêjeya Alfabe, bi tîpa mezin dinivîsim) dest pê bikin. Ew dinivîse ku çêkirina vê Alfabeyê bê tefkîr û lêkolîn bû. Sedema nivîsa wê, xwenîşandan bû. Ew dipirse: ma kes hebû ku bi latînî bixwîne, heya ku Celadet ev Alfabeya latînî çêkir?

Û di deverên din de, di eynî gotarê de, dinivîse: "Ev gavavêtin bêpirsiyartî bû û heya tehkûke bû", lê belê, pêre-pêre fena ku mamoste bi şaşitiya xwe bihise tonê xwe sivik dike: "Dibe ku ev Alfabe li gora zimanê kurdî bû, lê diviya bû ji bo hemû Kurdan bûya…". Û dîsa Agrî radihêje şûrê xwe û berê xwe dide Celadet: "Sedema damezirandina vê Alfabeyê ji ber şêtbûn û xwemezinkirina Celadet bû. Û herweha jî mîrîtiya bav û kalanên xwe vegerîne…".

De werin vê ecêbê! Çawa, mamosta Agrî gihişte vê encamê? De bela, li ser wijdanê mamoste bimîne. Diyare, qedera Celadet weha bû; çawa, di heyamê wî de, (mîrê me, ji bo ku folklora kurdî bide hev û hîn bêtir devok û zaravê zimanê kurdî nasbike, ew li gund û herêmên cûda digeriya) gundiyan li paş wî digotin: "Ev çi mîrekî dîn e, ji şûna ku cihê bav û kalan bigre, hatiye qerwerka dibihîze û dide hev…".
Û niha jî, zaniyarê serdema me, dinivîse ku Celadet bi rêya Alfabeya xwe, dixwest mîrîtiya malbatê bi bîra xwe bîne yan jî vegerîne…
Îcar ji xwediyên van her du nerînan, kîjan bêtir, nezan e? Gundiyên nexwende yan jî mamosteyê ramanê? Û gelo ev nerînên zanokî û nezanan, lihev hatine? Di vir de, tiştê eşkere ew e ku jêder yek e, ew jî nezanî ye.

Emê dîsa dûr neçin û emê vegerin ser babeta Alfabeya rehmetî Celadet. Pêwîste pirsek bête kirin: kengî û di kîjan haletî de gerek Alfabeya zimanekî bête guhertin û kengî na? Îro, piraniya Kurdan di yek nerînê de ne: Alfabeya latînî ji bo zimanê kurdî ya herî munasib e. Di vî warî de, mamoste Agrî pirsekê di cihê wê de dike: gelo çima Alfabeya erebî ji bo Farisan mûnasib bû, lê ji bo me Kurdan na? Ez dîsa dibêjim pirsek di cihê xwe de ye ji ber ku zimanê me û yê Farisan ji komek ji komên zimanên Hindo-Ewropî ne. Heger ji bo Farisan Alfabeya erebî çêdibe, gerek ji bo me jî bibûya. Lê mamosteyê me hoyê ku welatê me tê re derbas dibe di ber çavan re derbas nake. Ji xwe şaşitiya wî ya bingehîn di vir de ye…

Erê, gelek miletên cîhanê hene ku Alfabeya wan li paş ve mane û hinin jî hene ku li gora zimanên wan in. Lê belê, ji ber ku bi sed salan pirtûkên wan bi van Alfabeyan hatine nivîsandin ew nikarin û heya heq nadin xwe ku bi melyonan pirtûkên xwe ji pirtûkxaneyan bavêjin. Ez dibêjim avêtina ji pirtûkxaneyan, çimkî piştî 75 salan ji weşana Alfabeya nû pirtûkên bi Alfabeya kevin dê neyên xwendin. Di vê rewşê de, ji bo ku ev pirtûk nemrin, pêwîste ev pirtûkên ku di dîroka vê dewletê de hatine weşandin ji nû ve derbasî Alfabeyê bibin. Îro, dewletek jî nikare bi vê wezîfê rabe... Ew jî, tê wê wateyê ku guhertina Alfabeyekê ji bo zimanekî ne weha hêsan e. Lê tevî weha jî Tirkan ev gav avêt û Farisan ev yek nekir. Gelo çima Tirkan ev yek kirin?

Berî her tiştî pirs siyasî bû û girêdana bi Ewropa re bû. Lê belê, niha zimanasên Tirkan di yek nerînê de ne ku ev guhertin di wextê de bû û hişt ku zimanê wan ji gelek bêjeyên erebî (tevî ku niha jî zimanê tirkî ji gotinên erebî dagirtî ye) xilas bû ye. Ew warek. Û di warê din de nivîsa wan hesanîtir bûye, çi di warê xwendinê û çi jî di warê nivîsandinê de.

Îcar çima Celadet ev yek kir, tevî ku dizanî ku ev bar ji bo wî giran e? Ewî ev gav avêt ji ber sê sedeman: 1) Alfabeya latînî li gora zimanê me bû. 2) Tunebûna pirtûkxaneya kurdî (hebûna bi sedan pirtûk dikarîbûn bi hesanî derbasî Alfabeya nû bibûna). 3) Piştî ku zimanê tirkî derbasî Alfabeya latînî bû, me bixwesta, nexwesta, piraniya gelê me dê tenê bi Alfabeya latînî fêrî nivîs û xwendinê biba...
Îcar mamoste Agrî, kê Alfabeya me perçe kir? De ka em xwe bixin vê rewşa ku Alfabeya Celadet tunebûya. Wê 20 melyonên Kurd li Kurdistana Bakur kîjan Alfabe ji xwe re bi kar bianîna? Bi ya erebî yan bi ya tirkî? Helbet, bi ya tirkî û yek ji dûrdîtin û meznaya mîrê me di vir de ye.

Ev warek.
Û warekî din...

Emê di xeyala xwe de du kom zarok ku cara yekem diçin dibistanê wek nimûne bistînin. Komek ji wan zarokan bi tîpên latînî xwendina xwe dikin û koma din bi tîpên erebî fêrî xwendinê dibin. Gelo wê kîjan kom berî ya din fêrî xwendin û nivîsandinê bibe? Helbet ew zarokên ku bi tîpên latînî hîn dibin dê berî yên din bin. Çima? Gerek mamoste Agrî pê bizanibe. Ew jî ji ber dijwarî û aloziya Alfabeya erebî tê. Herweha jî mamosteyê me pê dizane ku zarokên Ereban, tevî ku bi zimanê xwe hîn dibin, heya piştî kutakirina zanîngehê jî her çewtiyan di xwendin û nivîsandina xwe de dikin... Heger parastina vê Alfabeyê ji bo Ereban parastina perçeyek ji dîrok û çanda wan e, lê ji bo me?

Û dîsa eynî zarok, piştî koma şeşan ku cara pêşî ewê hînî zimanekî biyanî bibin (inglîzî, firensî û y.m.) dê kîjan kom zûtir Alfabeya nû fêr bibe? Dîsa bersiv yek e: ya ku bi tîpên latînî fêrî zimanê kurdî bûne. Û ku mirovê biyanî fêrî zimanê me bibe, dê kîjan Alfabe jê re hêsan be? Latînî yan jî ya erebî? Helbet Alfabeya latînî dê li gora dilê wî be.

Mamoste Agrî ji bilî van sedemên ku li jor çêlkirî, mîrê me, taybetiya zimanê me jî li ber çavan derbas kir. Ev taybetî ev e: wekî nas e, di zimanê kurdî de 38 deng hene. Ji wan 5 dengan cihên xwe di Alfabeya Celadet de nedîtin. Û ta niha jî ev deng pê tîp mane. Lê ku bi Alfabeya erebî em binivîsînin, êdî 14 dengên me bê tîp dimînin. Û ji bo ku ev deng cihên xwe bigrin, pêwîstî bi Alfabeyeke erebî ya deqdeqokî hebû. Û ev yek çi bi xwe re tîne, em pê dizanin. Lê tevî weha jî emê rave bikin:

Weku nas e, zimanzanên ereb baş dizanin ku piraniya Ereban şaşiyan di xwendina xwe de dikin. Û ew baş pê dizanin ku sedema şaşitiyan ji ber nenivîsa tîpên dengdar (bi zimanê erebî ji wan re tê gotin: fethe, kesre, deme, cezme û şede). Ew mirovê ku baş bi rêzimana erebî dizane dikare di cihê mûnasib de van dengan bi lêv bike. Lê em pê dizanin, ne her Erebek baş rêzimana xwe dizane. Lê tevî weha jî zimanzanê ereb biriyar stendin ku wan îşareta li ser bêjeyan nenivîsînin. Çima gelo? Berî her tiştî, ev yek nivîsê kirêt dike. Û sedema bingehîn ewe ku 5 tîp li ser Alfabeya erebî zêde dibin. Ev jî ji bo zimanekî ziyanek mezine.

Wek nimûne, emê bêjin du mirov eynî tekstê dê binivîsînin. Yek wê teksta xwe bê fethe, kesre, cezme, deme û şede be û yê din bêyî van îşaretan be. Mirovê pêşî, dê du qat wextê li teksta xwe winda bike.

Îcar mamoste Agrî, çima tu ji me dixwazî ku em barê xwe bi nivîsa Alfabeya erebî giran bikin? Û ne bi derewa Celadet 5 deng di zimanê me de bê tîp hîştin. Çimkî her çiqasî tîp di Alfabeyekê de kêm bin, her wiqasî nivîs û xwendin hesanîtir dibin. Û wext jî, kêmtir li ser wan winda dibe. Mamoste Agrî, ev jî tê wê wateyê ku mîrê me "ne nexweşê navê xwe bû", wek tu dibêjî, lê ew nexweşê çanda gelê xwe bû... Niha ez nikarim xwe bixim rewşek weha ku Alfabeya Celadet neba. Bi nebûna wê, gelo dê çend Alfabeyên me hebûna? Bi kêmanî wê Alfabeya Tirkan di nav me de hebûya. Ev jî ji bo me bêrûmetiyek mezin dibû.

Tiştê herî balkêş di nivîsên mamoste Agrî de ew e ku ne xerîta siyasî û ne jî bingehê zaniyarî di ber çavan re derbas nake. Ew dinivîse mîna ku dewleta Kurdan heye û qedera zimanê me di destê me de ye. Ew ji bîr dike ku çawa qedera me ne di destê me de ye û weha jî qedera zimanê me. Û ne bi derewa dewleta Iraqê, tevî ku em bûne xwedî aotonomî jî, hoyê hîndekirina zimanê me bi tîpên erebî danî pêşiya me. Li Başûrê welêt Alfabeya erebî hate parastin, lê dê çawa li Bakur bihata parastin? Diyare mamoste Agrî ji me dixwaze ku zarokên kurd (ji bilî Alfabeya tirkan a resmî) hînî Alfabeya erebî jî bibana. Îcar kî zêdeyî bêvila xwe nabîne? Celadet an mamoste Agrî?

Zulm û bêbextî ye dema em zaniyarên xwe dikin nezan û nezaniya xwe ji wan re dikin pîvan. Û hêviya min ew e ku mamoste Agrî bi vê bêbextiya xwe hisiya be.

Li vir gerek em xwuya bikin ku mamoste Agrî warekî din ji warên xebata Celadet ku bi Alfabeyê girêdayî ye di bin çavan re derbas nake. Ev war rêzimana zimanê kurdî ye. Dema wî Alfabe afirand pirsa rastenivîsê hate holê. Û bi lêvkirina bêjeyan pêwîstî bi fonotîkê ve çêbû. Heger ev war ne li ser bingehên zaniyariyê bana, dê ji mêj ve ewê nema bihatina bikaranîn.

Îro, ew kesên ku bi zimanê kurdî, bi tîpên latînî nivîsên xwe dinivîsînin, piraniya wan Alfabe, rastenivîs û rêzimana Celadet weke bingeh bi kar tînin. Ev yek, çi dide xuyakirin? Kûrbûna lêkolînên mîrê me xuiya dike. Û piştî vê yekê mamoste Agrî ku tê û dibêje: "Alfabeya Celadet mezacî bû, ji ber ku kes tune bû bi vê Alfabeyê bixwîne. Helbet, ji bilî hofka li dora Celadet, hofka wî jî melle û axe bûn, ew jî nezan bûn." Ez nizanim, ji derveyî vê koma civakî, di civaka kurdî de kî zane û xwende hebûn? Tenê melle û axe bûn. Ev jî tê wê wateyê, li dora Celadet zanên wê heyamê diciviyan. Helbet ku mamoste Agrî bi dorbîna îro li zanîna wan kesan binere, dibe nîv heqek pê re hebe. Lê bê guman her çiqasî zêdeyî 50 salî Celadet ji Agrî dûre jî, lê zanîna mamosteyê me nagihê toza mîrê me. Û ez dibêjim, ji aliyê min ve, gunehkarî ye dema ez Celadet ulimdar datînim tenişta Agrî yê nezan û xwedîtî.

Erê, Celadet zane bû û kurê heyamê xwe bû. Ewî bi 8 zimanan dizanî. Çar ji wan zimanên ewropî bûn (elmanî, fransî, inglîzî û rûsî) û çarên din jî kurdî, tirkî, farisî û erebî bûn. Ji vî tiştî girîngtir, wî baş zimanê xwe dizanî. Ji ber vê yekê dema wî rêzimana xwe avekir, tenê taybetiya zimanê me li ber çavan derbas kir. Ewî di bin bandora rêzimanên zimanên ku dizanî hîmenê rêzimanê xwe dananî. Ji xwe mezinbûna Celadet di vir de ye...

Lê ferhenga Celadet? Her avakirinek ji avakirina termên rêzimanî hêja ye ku em serê xwe li ber mîrê xwe biçemînin.
Û berî ku em vê nivîsê bibin serî, gerek em warên xebata Celadet bi nav bikin. Û em ji xwe bipirsin, gelo xebata di van waran de lê hatin bû? Ew warên ku mîrê me toreyên xwe avêtibûn ev in: Alfabe, rastnivîs, fonotîk, rêziman û ferheng.
Û em pê dizanin, ji bo ku zimanê edebî yê standart cihê xwe bigre pêwîste sê (3) elementên wê hebin: Alfabe, rêziman û ferheng. Piştî ku ev her sê element cihê xwe bigrin, êdî berhem pêwîst in. Ev jî, çi di warê wergerê de û çi di warê efirandinê de, roj bi roj gerek peyda bibin.
Mîrê me ev rastî xweş didît, loma jî hewl dida xwe ku zû bi zû van her sê elementan bibe serî. Lê mamoste Agrî tê û dibêje ku projeyên Celadet ji xurcika rewşenbîrekî pozbilind derketine. Û Alfabeya wî jî ji encamê êgoîsma rewşenbîrekî ku xwe pêxember û rêberê milet didît, hatiye.
Û gunehê Agrî, di derheqa Celadet de, yê herî giran ew e dema li ser wî bi vî rengî dinivîse: "Mirovekî îgoyî û stemkar bû û heya bi qedera milet dilîst. Wî nezaniya milet bi kar anî û avêt îtûna serhildanê. Çawa serhildana wî bê bingeh bû, weha jî damezirandina Alfabeya wî...".
Mamoste Agrî, navê vê serhildana ku sedema têkçûna wê Celadet bû dike "Şoreşa Ararat" bû.
Di dîroka Kurdan de, serhildanek bi vî navî tune. Tenê "Serhildana Agrî" heye. Lê diyar e ku mamoste Nîzar nexwestiye paşnavê xwe "Agrî" bi navê serhildanê biherimîne, loma jî ji şûna navê wê yê resen, navê wergerê bi kar anî.

Em bixwazin, nexwazin, ev pirs tê holê: kîna Nîzar hember Celadet Bedirxan, ji ber çi ye? Bi xwe bersiv li cem min tune. Lê yek dikare bipirse ka kîna wî li hember Xanî û "Mem û Zîn"a wî ji ber çi ye?

Bi rastî jî...
Û dîsa pirs: ev lêhatine? Yan jî, çi rastî di vê nivîsê de heye?
Di vir de ezê bê bersiv nemînim.

Her çi nivîsên Nîzar li ser Xanî û Celadet bixwîne, ewê matmayî bimînin, çimkî ew bi awayekî weha dinivîse mîna ku ew kurê heyamê wan kesa ye û di zaroktiya xwe de bi wan re bi kaban lîstiye. Ew bêyî xwe biêşîne û bi awayekî bêrûmetî li ser kesayetiya wan dinivîse. Li cem her du zaniyarên me narsîst in, pozbilind in û di berhemên xwe de têkçûyî ne. Ne ku talant û kirinên wan hiştin ew cihên xwe di dilên Kurdan de bihêlin, lê belê ji ber propagandê "Mem û Zîn" û "Alfabeya" Celadet li ser rûyê erdê heya roja îro mane. Û bê şerm li ser Xanî dinivîse: "Ewî tiştek di warê behremiyê de ne efirandiye...".

Bi gotineke din, mamoste Agrî dixwaze ji me re bibêje ku Kurdan bi derewa Xanî ji xwe re kirine pêxemberê edeba xwe. Helbestên wî bi naverokên xwe olî ne û propaganda îslamê ne. Û bi sewiya xwe Xanî kêmî sewiya şayîrên berî dema xwe, mîna Cizîrî, Herîrî û Feqê Teyran. Û "Mem û Zîn"a wî jî ne ji xeyala wî ye, çîrokek folklorî ye. Lê her çî zimanê wî, ji bo zimanê kurdî têkçûneke, çimkî ji bilî cînavan bêjeyên din ji zimanê erebî, tirkî û farisî hatine hunandin.

Îcar ji ber çi miletê kurd wî mezin dike? Wey Xwedo! Em ji nivîsa mamosta Agrî nasdikin ji ber ku wî gotiye: "Ezê bi kurd, ji benî qewmê xwe re binivîsim da ku miletên din bizanibin kurd jî xwedî berhemên erebî ne..." Û di cihekî din de îşaret dibe ku îtîfaqa Kurdan hebûya dê cîhan ji wan re misuxur ba... Mamosteyê me dibêje, ji ber van gotinên Xanî Kurdan "Mem û Zîn" kirin încîl û danîn ser sîngên xwe...

Diya re berî Kurdan gereke akadêmiyek Orbêlî lêborîn ji Agrî bixwaze. Ji ber ku wî jî pesnê Xanî û destana wî dabû. Ewî di wexta xwe de nivîsî bû: "Ne her gelek ji gelên Rojhilat dikarin bi çanda xwe serbilind bin. Erê, ne her gel mîna Kurdan dikarin bi destana xwe "Mem û Zîn" ku gihîştiye pelpelukek bilind ji huneriyê şaneza bin." Û li ser Ehmedê Xanî weha dinivîse: "Li Rojhilat sê nav, sê şayir, navên wan bi yên gelên xwe re bûne yek. Ew jî evin: Rûstavêliyê Corcî, Fîrdewsiyê Îranî û Xaniyê kurd...".
Kî pê dizane, dibe bi ya Agrî be akadêmiyek bi xwe jî ketibe bin bandora propaganda Kurdan!? Û kî pê dizane, dibe mamoste Agrî, ji akadêmiyekê binavûdeng bêtir ji edeba kevnare fam dike. Û dîsa kî pê dizane, dibe mamoste Agrî rehmê li me hemûyan bike û me bi jêdera xwe bide nasîn!
Û berî ku ez derbasî babetê bibim, pêwîste ez vê yekê diyar bikim. Gelo, ji gelên cîhanê kesî kilasîkên xwe danîn hemberî hev û gotine ev ji yê din çêtire? Gelo kî ji Rûsan dikare bibêje ku Dostoyêvskî ji Tolstoy bi sewiya xwe bilindtir e? Ev lîstikek pir erzan e û fena ku tu avê li moxilê xîne. Dawiya wê tune.

Lê mamoste bi xêzek qelema xwe kilasîkên me Cizirî, Herîrî û Feqê Teyran ji bo Xanî dike dijber. Hîn berê hatiye gotin: dînek kevirekî davêje çalê, deh kesên biaqil nikarin derxînin.

Û niha li ser babetê me.

Diyar e mamoste Agrî ji bîr dike ku dem hekemê herî dijwar û bingehîn e. Erê, hebûn û tunebûna teksta edebî di destê demê de ye. Û kengî berhemê edebî sînorên gêografî û dîrokî derbas kir, vêga ew dibe nemir û ciyê xwe di nav klasîkên cîhanê de yan jî di nav klasîkên netewa xwe de digre. Propaganda, di heyamê xwediyê berhemê de, dikare rola xwe bilîze. Lê rolek wextî û ne bêtir.
Lê belê, ku bi sed salan wext li ser berhemekê derbas bibe û hîn ew û xwediyê wê li ser zimanê milet e, ew jî tê wê wateyê ku pirs ne pirsa propogandê ye. Pirs pirsa reseniya berhemê bi xwe ye. Belê, reseniya berhemê û ne tiştekî din sedema mayîna wê ye. Lê mamoste Agrî vê yekê ji bîr dike, yan jî naxwaze bibîne û kîna xwe li ser şaîrê me direşîne. Ew bi kînek weha dinivîse, fena ku Xanî hêwiya wî ya edebî ye û nehîştiye ew bibe şaîr an jî nivîskar.

Diyar e bi êrîşa ser Xanî, Celadet û Newroza cejna netewî ya Kurdan Agrî xwest vê kêmasiya xwe ya behremiyê dagre. Lê ku bi rastî dilê mamoste Agrî li ser dîrok, çand û edeba kurdî biêşiya û ji bo nîşandayîna rêya rastiyê ew nivîsên xwe belav kirine, êdî pirsek tê holê, gelo wî çima di rojnameyên erebî de êrîş nebir ser Selahedîn Eyûbî? Di dîroka Kurdan de, ji hemû kesan bêtir, wî Kurd êşandin. Û tevî weha jî, Kurd xwe pê mezin dikin. Li gora mentiq, gerek berî her kesî mamoste Agrî êrîşa xwe bibra ser wî. Diyar e berjewendiya Ereban ev yek nedixwast. Loma jî…

Leyse, ev pirsek din e. Niha jî emê binerin mamoste Agrî çi kêmasî di "Mem û Zin" de dîtine. Nerîna wî di çend babetên cûda derbas dibin. Ew jî ev in:

1 - "Mem û Zîn" ne ji xiyala Xanî ye;
2 - Bi zimanekî qels û ji bêjeyên erebî û farisî mişte;
3 - Tiştekî xwe û netewîtiyê bi hev re tune ye;
4 - Helbestên destanê pir xav in, tenê bi awakî nizm in;
5 - Pêşgotinek bê wate ku Xanî bi mebesta ku kêmasiyên xwe veşêre, nivîsiye.
6 - Û bi vê berhemê xwedî sewiyek nizim, Xanî rê li ber helbesta lewaz vekir…

Ev nerînên mamoste Agrî ku me derbasî çend xalan kirine, pêwîste yeko-yeko jî li ser wan bête rawestandin.
Di pirsa ku berî "Mem û Zîn" destanek folklorî bi navê "Memê Alan" hebû, raste. Lê bi hebûna vê destana gelêrî nabe bête gotin ku "Mem û Zîn" ne ji xeyala Xanî ye. Erê, Xanî xêzên bingehîn ên "Memê Alan" di "Mem û Zîn"a xwe de bi kar aniye, lê belê ne bê guhertin. "Memê Alan" weku hemû çîrokên gelêrî, bi xeyalek lêgendî ye (îstorî) ku nikare di jiyanê de biqewime. Weku piraniya çîrokên kurdî, bi rêya cinan ew û Zînê hev dibînin. Ew bi girtin û vekirina çavan ji welatê Mexribê dighên hev… Lê "Mem û Zîn"a Xanî ji bûyer û qehremanên xwe, fena ku ji riyalîteta jiyanê ne. Ev warek. Lê ya herî girîng ku Xanî destana xwe nenivîsanda gelo dê "Memê Alan" bi xêzên xwe yên girs û hûr dikarîbû di nav gel de bima? Ev pirsek. Jiberhevdana rojhilatnasê firansî xwuya dibe ku wî ji devên çend kesan "Memê Alan" bihîst û piştî vê yekê wî gotinên çîrokbêjan danî ber hev û ji wan teksta "Memê Alan" berhev kir. Dûre jî Dr. Nûrîdîn Zaza bi zimanekî kurdî petî û paqij pêşkêşî xwendevanan kir. Ji xwe, di folklorê de, nabe destdirêjiya tekstê bibe, lê belê ji ber ku teksta ji devên çîrokbêjan hatibû girtin, zimanê wê pir xerab bû. Rehmetiyê Zaza ev heq da xwe û zimanê wê tekûz kir.

Mamoste Agrî, dê çawa zimanê "Memê Alan" bihata parastin heger çîrokbêjên me ne xwenda bûna?
Ev jî, tê wê weteyê, çîrokbêjan çawa dikarîbûn bi zimanê çîrokê bilizîn, weha jî, bi naveroka wê. Û loma jî "Memê Alan" gelek variyantên (îhtîmalên) wê hene. Ev hemû dihêle ku em bibêjin bi saya Xanî "Memê Alan" jî hate parastin.
Lê diyar e mamoste Agrî gelekî dixwaze ku Xanî wek mirovekî bêyî talênt ji me re xwiya bike. şaîr an jî nivîskarê bê xeyal ne mumkune ew xwedî behremiyet be (xwedî mewhîbe be). Loma jî ew dinivîse ku "Mem û Zîn" ne ji xiyala Xanî ye. Lê belê mamosteyê me ji me re nabêje ku avekirina destanê li ser bingehê çîroka folklorî dizîti ye yan jî qedexe ye. Di vir de, mala wî ava. Bi rastî heger çîroka gelêrî ne ji encama berhevdanê hatiye nivîsandin. Lê wek bingeh ji bo berhemekî hatibe bi kar anîn diyardek normal e û gelek nivîskarên cîhanê mada folklor ji bo berhemên xwe bi karanîne.
Xanî jî ev mada folklorî ji bo "Mem û Zîn"a xwe bi kar anî. Ew "Mem û Zîn" bi şêweyek cuda ji "Memê Alan" û naverokek cuda û heya xêzên pêşketina bûyeran bi awakî din nivîsandî ye. Ji bo vê yekê her du berhem ne yek in, ew du berhemên cûda nin.

Mamoste Agrî gelekî êrîşê dibe ser zimanê Xanî. Diyar e wî ji bîr kiriye ku "Mem û Zîn" berî zêdeyî sê sed salî hatiye nivîsandin. Di wî heyamî de û heya berî wê qunaxê berhemên edebî bi erebiyek petî û giran dihatin nivîsandin. Û zimanê farisî û yê tirkiya osmanî jî mişt bêjeyên erebî bûn. Û helbet zimanê kurdî yê wê heyamê jî di bin bandora van zimanan de mabû. Ev stîlê nivîsandinê ku li Ewropa jê re dihate gotin "zimanê dêrê" û di nav Ereb û Musilmanan de jê re dihate gotin "zimanê dîwan û hucran" yan jî "zimanê quranê"... Pir bilind û aloz bû. Û mamoste, tu pê dizanî ku Ereb niha jî bi dijwarî dikarin zimanê wê qunaxê fam bikin, lê kes xwe jê bêrî nake. Ji ber ku ew berhema bi wan nivîsan bûne perçeyek ji çanda gel. Lê çima tu ji me dixwazî em xwe ji Xanî bêrî bikin?
Erê, mamoste Agrî, wê çaxê rewş ev bû. Û helbet şayîrên berî Xanî jî, ne dûrî vî stîlî bûn. Û rexneya te hemberî zimanê Xanî ku mişt bêjeyê erebî ne ebsûrd e. Herweha jî ebsûrd e dema mamoste Agrî tê û dibêje ku Xanî ji bo "Mem û Zînê" bi medxelek dirêj û ne di cihê xwe de dest pê kiriye.
Ez dibêjim, berî ku axaftin bê ser medxela (destpêka) "Mem û Zînê", pêwîste bi danasîna janrê (rengê xwe yê edebî) vî berhemî heye. Gelo ev berhem destanek lîrîkî ye yan jî romanek şaîrî ye? Em pê dizanin ku di sedsalên hivdan de destpêka gavavêtina romana ewropî bû. Û helbet roman weke rengek ji rengên êposî hîn negihîştibû Rojhilat. Herweha jî em dikarin texmîn bikin ku agahdariya şaîrê me bi vê yekê dê tune be. Loma jî nivîsa "Mem û Zîn" bi vî şêweyê ku heye hostayetiyek mezin e û îhakek ji berhemiyê ye (îlhamê). "Mem û Zîn" wek destane nikarîbû bêyî medxele bihata nivîsandin. Ji ber ku ev yek reweştek ji reweştên destanê ne. Wek adet, şaîr mebest û sedema nivîsa xwe di destpêkê de dinivîse. Di vir de jî ew felsefa xwe ya jiyanê yan jî ya olî xuya dike. Ev şêwe nivîs ji bo berhemê fena fona tabloya hunerî ye. Ji bilî nimûna şaîrê me, mînaka şaîrê rûsî yê mezin Pûşkîn, li ber çavan e. Wî romana xwe ya şiîrî "Yêvgênîy Onêgîn" bi medxele nivîsiye. Her weha jî destana xwe ya bi navê "Siwarê Hesin" bi vê yekê xemilandiye. Dûre, medxela vê destanê, bû sirûda bajarê Pêtêrbûrg.
Mamoste Agrî, çima ev yek ji bo Ehmedê Xanî kêmasî ye?
Lê ezê nikaribim li "Mem û Zîn" wek romanek şiîrî nenêrim. Çimkî çi destana ku heye hinin elementên romanê peyda dibin: siyûjêt, bûyer û qedera kesan. Weha jî, di mîfên îxrîqî de jî ev yeka hebûn. Tenê bi cûdabûnekê, ji şûna kesan Xweda dibûn qehreman.
Gelo çi elementên romanê, di "Mem û Zîn" de hene?
Berî her tiştî qedera kesan (hezkirina Mem û Zîn ya trajêdî) hebûna çend siyûjêtên paralêl û alîkar. Bûyerên ku girêdayî bi jiyana şexsî, rabûn û rûniştinên civakê. Di vir de, ji bilî hezkirin û îxlasa ji bo dostaniyê ku kurd jê re dibêjin "biratiya axretê", zordariya desthilatê û lîstikên dîwana mîr hemberî vê hezkirin û dostaniyê ne. Û tiştê herî girîng ew e ku ev bûyer hemû di civakek serbixwe, bêyî kes li ser mîr re hebe, derbas dibin. Bi gotineke din, îdara Kurdan xwe bi xwe. Di vê pirsê de mamoste Murad Ciwan bi firehî rave dike û dighê wê encamê ku ev jî îşaretek ji îşaretên hebûna dewletê ye.

Mamoste Nîzar Agrî, tu bi xwe jî dema êrîşê dibe ser Newroza Serdemî, tu xweziya xwe bi Newrozek ku di "Mem û Zîn" de derbas dibe wek nimûna qenc bi kar tînî. Ev çawa weha dibe? Tu ji aliyekî de wî tune dikî û ji aliyê din ve tu vî berhemî wek nimûna parastina mîrasê neteweyî bi kar tînî? Diyar e mamosteyê me bi "kêfo" ye. Heger bixwaze wê pesnê berhemê bide û ku nexwaze dê jê re bide çêra. Ma ev ne nexweşî ye?

Û di warê ziman û hûnandina girî yên Ehmedê Xanî de Agrî dîsa neheqiyê dike. Ew dinivîse ku şiîrên Xanî bi sewiyek nizm hatine nivîsandin ta bûne sedema ku rê li ber helbesta lawaz vebe... Di vê pirsê de jî Nîzar Agrî şaş çû ye. Ji ber ku "Nûbar" wek berhemek ji bo pewerdekirina zarokan gerek bi awayekî nizmî bê nivîsandin. Ew jî ji bo hesaniya ezberkirin û famkirina babetê ye. Lê ma her çî malikên "Mem û Zîn" û sewiya wê ya girî du cûdabûn di zimên de hene. Yek, dema li ser navê xwe diaxife, û duyem dema qehremanên çîrokê bi xwe re (diyalog). Di haletê pêşî de sewiya bilind çi bi şêweya xwe û çi bi naverokê. Lê di haletê duyemîn de, dîsa forma nizmî tê stendin. Çawa dikare diyaloga di navbera kesan de şêweyek mijayî û îhayî bistîne?

Mamoste Agrî her tiştê "Mem û Zînê" xerab dibîne. Lê di nerîna wî de, tevî weha jî Kurdan ew ji xwe re kirine "Încîl". We dîna xwe da gotina Agrî? Ew di vir de gotinên xwe bi pîvan dinivîse. Ew nabêje wek "Quranê". Mînakirina "Mem û Zîn" bi "Quranê" re derbas nedibû. Loma jî ew vê yekê nabêje. Lê belê, hemberî Newrozê, Celadet û Xanî bê tirs, bê şerm û heya bêhesab çep û rast davêje. Bi rastî jî çima mamoste Agrî xwe nekir Selman Ruşdî û êrîş nebir ser "Quranê"? Çima na? Mane ew jî bi şaşî hatiye nivîsandin. Erê, di nerîna îro de rastenivîsa ku pê hatiye nivîsandin çewt e. Û heya sewiya suretên wê ji hev cuda ne. Ew sûretên ku li Mekeyê li ser zimanê pêxember hatine gotin bi awakî şiîrî ne û ayetên wan xwedî qafiye ne. Lê sûretên ku li Medînê hatine gotin bi sewiyek dinin.
Û naveroka Quranê jî roja îro ilm wê qebûl nake. Wek nimûne ev ayet: "Me esîman bi steyran xemiland da ku em şeytanan pê biricimînin…" Çi şeytan? Û çi ricimandin? Tevî, van tevliheviyên "Quranê" zanekî ereb nehat û negot:"Ev nema ji me re dibe, yan jî hinin qelsiyên quranê hene…"

Na, mamoste Agrî, "Mem û Zîn" ne "Încîl" e. Û weha jî ne afirandinek sexte ye. Lê belê, ew destana pêşî di edeba me ya nivîsî de ye û ev tenê kafî ye ku Xanî û "Mem û Zîn"a wî li ser zimanê her mirovekî kurd be. Lê ku tu vê yekê fam nakî, vêga mafê te û rexnegiriyê tune ye. Lê ku tu vê yekê tu dinasî, lê belê bi mebestek xerab te nivîsên xwe weşandiye, êdî gerek em ji te re bibêjin: "Kerwan, dê her bi rêya xwe de biçe û biçe…"

Herweha jî, ezê nikaribim li ser nivîsa Agrî hemberî M.Uzun çend gotinan nebêjim.
Ji destpêka nivîsa Agrî ta dawî ez pê re me. Wî çi di derheqa şexsê Uzun de, û çi di derheqa "berhemên" wî de nivîsiye, ez rast dibînim. Û ta kêm hatiye nivîsandin. Bi rastî, çawa Uzun wek sextekarê edebê ye, weha jî nivîsên wî dûrî berhemên edebî ne. Her pirtûkek ji pirtûkên Uzun nîşanek ji nîşanên mirêzkirina navê edeba me ye. Lê tiştê ku di nivîsa Agrî bala mirov dikşîne ser xwe dema weşana nivîsê ye. Gelo ev nivîsa li ser Ûzun ji xeleka nivîsên wî yên hemberî Xanî, Celadet e? Heger bersiv "erê" be, ew çi dixwaze ji me re bêje? Piştî nivîsên wî yên bêpirsiyaretî dihêlin ez baweriyê bi niyeta wî ya paqij neynim. Gelo armanca wî ji nivîsa li ser Uzun ne eve: "Binerin, çawa Uzun, di serdema me de, bi navûdenge weha jî sextekar e. Di serdema me de, çawa ev sextekarî li ber çavan dibe, weha jî di heyamê Xanî û Celadet de ev sextekarî dibû. Heger wê çaxê kes tunebû kirasên wan li ser wan bavêje, niha ez vê yekê dikim. Niha, ez çawa kêmasî û nexweşiya Uzun tînim ber çavan, weha jî ez Celadet û Xanî ji tirbê radikim û wan diricimînim…"

Lê nivîsa li ser Newrozê?
Di vir de, mamoste Agrî dêmagojiya xwe baş nîşanî me dide. Hûn dîna xwe bidin Agrî, ew di Newrozê de çi ji Kurdan dixwaze. Xwesteka wî ji me ev e ku em cejna xwe weku hemû miletan bi şahî derbas bikin. Çawa Newroz ji bo miletên din ne cejnek neteweyî ye, gerek ji bo Kurdan jî weha be. Ma ji vê dêmagojîtir heye? Dîsa baş dîna xwe bidin vî zaniyarî: ew êrîşê dibe ser klasîkê me û mirovên ku bingehê rêzimana me daniye û niha jî,êrîşê dibe ser sîmbola têkoşîna gelê kurd. Ez nikarim vê pirsê ji vî "zaniyarî" nekim: çima tu êrîşê nabe ser du cejnên îslamê? Her cejnek ji van cejnan nîşana koletiya gelê me ye. Û çi sala heye, li gora dilê mamoste Agrî, em van cejnan bi şahî û xweşî derbas dikin. Seyre, mamosteyê me dijî cejna azadiyê ye û hemberî cejnên koletiyê bêdeng e.

Û gotina dawî: diyar e ko mamoste Agrî bi nivîsên xwe yên kambax dixwest bibe Selman Ruşdî yê kurd. Na, em te bi vê yekê şa nakin.

şanok: Ji min re hate gotin ku Nîzar Agrî nivîsek nêgatîv li ser rehmetiyê Berzanî nivîsîye. Heger weha be, tenê ravekirinek ji helwesta Agrî re heye, ew jî…

Bi xwe, berevajiya Agrî em dibêjin hebûna Xanî nîşana reseniya edeba me ye. Û bi saya Celadet bingehê zimanê lîteratûrî yê kurdî hate danîn. Û bi cejna Newrozê resenî û cudahiya gelê kurd hate parastin. Û bi têkoşîna rehmetiyê Berzanî gelê kurd nasnameya xwe ya netewaî nas kir. Loma jî, ev kes û bi wan re Newroz ji bo me sembolên herî pîroz in…


<<< Veger rûpela destpêkê
 
 

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]