|
|
|
| Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî | Hejmar 19 - 21.08.2002 | |||||
| [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com] | ||||||
| [DESTPÊK] | [EDÎTOR] | [TÊKILÎ] | [ERŞÎV] |
|
BEHREDARÎ Û BERHEMDÊRIYA MIROV Adar Jiyan
|
||||||
Mirov xwediyê behre û hunerweriyên resen e û hemû cerbezî û taybetmendiyên cur be cur di mirov de dihewin. Ango her mirovek di warekî de serketî û pêşketî ye. Jixwe mirov nîn e ku aliyekî wî/ê yê pêşketî an jî paşketî tunebe. Carekê ne gengaz e ku her mirov di her warî de bikêrhatî, serfiraz û serketî be. Belê negengaz e ku mirovek ji her aliyî ve an jî ji berêv de bêkêr û nebikêrhatî be Meyla her mirovekî/ê li ser tiştekî ye û her mirovek meyla xwe dide aliyekî jiyanê. Bi xwezayî aliyekî digire û aliyê din berdide an an di ser guhê xwe re tavêje. Ev yek jî dibe sedema çiqilîbûn û pîşekariyên mirovan ên cur be cur. Ger ku her mirov di her karî de serfiraz û serketî bûna, di navbera takekes û kesantiyan de tucar cudayetî û cihêrengî dernediket û wê çaxê wateya gêrûf û şanpaziyên mirovan jî nedima. Her wiha hewcetî bi dengbêj, hunermend, wêjevan û şanogeran jî nedima. Hêz û meyldariya karekî an jî têrîkirina cehd û xebata mirovan, behredariya wan kifş dike û lebat û bikêrhatîbûna wan derdixe holê. Zanebûn û zanyariya mirovan a taybet û hêza behreyên wan ê veşartî jî gelek caran wekî jêhatîbûn û bikêrhatîbûna wan tête dîtin û ceribandin. Belê beriya wê, ji bo ku karzanatî û şarazatiya mirovan bête dîtin û pêşandan, divê pêşî merc û derfetên kifşkirina behreyên wan bêne afirandin. Lewre behreyên mirov yên nependî her gav li gora merc û derfetên civakê têne vedîtin. Kesên hunerwer û behredêr jî li gora behre berhemên xwe têne venasîn û ecibandin.. Behreyên vegotin û axaftinê jî hin ji wan behreyên veşartî yên ku her car bi derfet û ceribîneriyên rojane re derdikevin holê ne Di civakê de heta ku mirov neaxive tu kes nizane ew kes çi xweşikiyan di xwe de dihewîne. Heta ku mirov stranekê nebêje tu kes nizane ku ew kes mirovekî/e dengbêj an stranbêj e. Heta ku mirov nenivîse an hestên xwe dernebîre tukes nizane ku ew mirov nivîskar an helbestvanekî hêja û berdar e. Ji bo wê divê pêşî derfet û fersend bêne afirandin. Hem ji bo vedîtin û venasîna behreyên mirov hem jî ji bo pêşxistin û geşedaniya behredariya wî/ê, hewcedarî bi xebat û lebatên takekes û kartêkeriya wî/ê heye. Çimkî, kî bi çi karî mijûl dibe, bêşik dê di wî karî de bi ser bikeve. Her wisa, di kîjan warî de bi ser bikevejî dê di wî warî de behre û berdariya xwe derbixe pêş. Girêdayê wê, dê ew ber û berhemên xwe jî pêşkêş bike û bide pêşandan. Wekî ku li jor jî hate diyarkrin, behreyên mirov li gora merc û derfetên rojane û li gora fersend û derawayên demê têne bikaranîn û pêşandan. Her mirov xwedî behre ye û her mirov dikare di warekî de bi ser bikeve. Her mirov hêz û behreyên veşartî di dil û mêjiyê xwe de dihewîne. Belê ji bo ku ji hêz û behredariya kesên afirîner sûd bê wergirtin jî divê pêşî merc û derfet û cih û war bêne afirandin. Bo nimûne : Heke ku ji aliyê mirovan de goga pêgogê nehatiba dahêrandin, îro gogbaz û pêgogvanên navdar ên mîna Pele, Maradona û Ronaldo û hwd. dernediketin holê û nav û dengê wan li dinê belav nedibû. Heke ku muzîk û alavên muzîkê nehatiba dahêrandin îro tu kesî nikaribû behsa muzîknas û muzikarên mîna Mozart, Beethoven û Pavorotti û hwd. bikira. Dîsa heke ku pênûs û nivîs nehatiba dahêrandin, navê wêjevanên mîna J.J. Rousseo, Tolstoy, Dostoyevskî , Gorkî, Leo Buscaglia û hwd. nedihate bihîstin û helebstên helbestvanên mîna Ehmedê Xanî, Poul Eluard, Cegerxwîn, Ferîdûn, Ehmed Arîf, Nazîm Hîkmet, William Butler Yeats û hwd. nedihate xwedin. Girêdayê vê yekê, heke ji bo ziman, çand û hunera kurdî ked û xebat nehatibûna kirin û ji bo derbirîna nirxên hest û bestên neteweyî merc û derfet nehatibûna afirandin îro me nikaribû van rêzikan li vir binivîse û îro bi sedan nivîskar û helbestvanên kurd dernediketin holê. Bi rastî ji bo nivîsandin û derbirîna zimanê kurdî îro gelek merc û derfet hatine bidestxistin. Ev ji bo her wêjevan û hunermendên kurd siûdek e. Ev, fersendeke bêhempa ye ji bo her kurdî. Divê her mirovê/a kurd xwe di van mercan de biceribîne. Û jin û mêr tev, hemû behreyên xwe bi pêş ve bixin û xislet û xisûsiyetên xwe bidin pêşandan. Carekê, divê astengî û qedexekirin ji bo me nebin spartek. Heke ku em dil û mêjiyê xwe azad bikin û biparêzin, qeyd û zincîr jî nikarin cest û hestên me dîl bigirin. Veguherîn û geşedanî her gav bi saya kesên berxwedêr û berhemdêr bi dest dikeve. Behreyên veşartî bi wan re kifş dibin. Hest û best bi venasîna wan re difûrin. Pênûs di destê wan de radibin pêdarê û berhemên bêhempa bi hestên wan têne afirandin. Mirov bixwaze, her gav dikare behreyên xwe heta dawî pêş ve bibe û di suxreya mirovahiyê de bide xebitandin. Belê berî wê, pêdivî bi ked û xebatê û bîr û baweriyê heye. Ku merc û derfet bêne afirandin mirov dikare di her warî de serkeftinên bêemsal bidest bixe û berhemên bêhempa biafirîne. Her çend ku jiyana mirov bi temenê wî/ê ve hatibe sînordarkirin jî dîsa ew bi temenê xwe yê kurt û di wê jiyana xwe ya demdemî de dikare bi saya behre û berhemên xwe bigihîje radeyeke bilind û payeberz. Û nemir bibe.
|
||||||
|
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ] |