NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 18 - 21.07.2002
                           [ amude.com/nivis] [ nivis@amude.com]
  [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
  Mêvanê NIVÎSê
Salihê Kevirbirî email
Kevirbirî
- Sala 1973'an de li Batmanê hate dinyayê
- Bi eslê xwe ji Misircê (Kurtalan) ya Xerzan e
- Di sala 1992'an ji zimanê dayîka xwe haydar bû
- herêma çukurovayê berpirsiyariya rojnameya 'Welatê Me' bû
- Di destpêka sala 1997'an de çû Stenbolê û di 'Azadiya Welat' de xebata xwe berdewam kir
- Nivîsar, hevpeyvîn û lêkolînên wî di gelek rojname û kovarên tirkî û kurdî de hatine weşandin
- Bi nivîskar Mehmûd Baksî re li ser romana 'Serhildana Mala Eliyê Ûnis' kar û xebat kir û pirtûk li Stenbolê da çapkirin
- Di gulana 2001'î de pirtûka wî ya bi navê 'Filîtê Quto' li Stenbolê hate weşandin
- Li Ermenîstanê û li ser çand, jiyan û edebiyata kurdên wêderê lêkolînên dûvedirêj kir
- Yek ji van xebatan pirtûka li ser dengbêjê mezin Gerabetê Xaço ye ya ku bi navê "Bîr çigligin Yûzyili: Karapetê xaço" (Weşanên Sî, Adar 2002, 144 rûpel) hate çapkirin
- Niha li Stenbolê 'Fakûlteya Ekonomiyê' dixwîne, li ber qedandina 'Antolojiya Dengbêjan' e û dest bi romana 'Koçero' kiriye





Xwendevanên hêja, merheba ji we re!

Îro wekî nivîskarê mêvanê Kovara NIVÎS emê çend mijûlahiyan ji hevre bikin.

Hesteke zor xweş e ku li ku derê cîhanê be hevnasî û têkilîdanîna bi Kurdan re pêk were.
Nêzîkî bîst roj in ku li bajarên cur bi cur ên Germenîstanê gelek hevnasî û têkilîdanînên bi vî rengî pêk hatin û em li gelek dost û hogirên nû qesidîn. Bêguman her naskirineke nû bi serê xwe dibe sedema geşedana fikr û ramanên bîrewerî û ramyarî.

Di karê xwe yê rojnamegerî û têkiliyên şexsî de ta niha li welêt, Tirkiye û derveyî welêt, ji gelek hêlên welatê bav û bapîran hevnasî û dostaniyên min çêbûn. Bi awayeke şanazî dikarim bibêjim ku di maweya çar-pênc salan de li Rojhilat, Başûrê Mezin, Ewropa û Qefqasan têkiliyeke min a gewre bi hunermend, nivîskar, helbestvan, siyasetmedar û dengbêjan re çêbû. Lê mixabin têkiliyeke xurt a bi vî rengî ta niha min ji bo Kurdên me yên Başûrê Biçûk bi dest nexistibû. Ev jî her dem dibû sedem ku ez xwe di nava valahiyekê de bibînim. Bi rastî jî ta niha ji bilî çend dostên min ên bi navê Jan Dost, Helîm Yûsiv, Dîlawerê Zengî û Sîrwanê Hecî Berko ku her yek ji wan li ba min şayanê pesindanê ne, ji vî aliyê me yê welêt dostên min tunebûn.

Ger û geşta min a vê carê bû sedem ku gelek dostên min ên nû ji Kurdistana Sûriyê çêbibin. Di 19ê Tîrmeha 2002an de bi zengilêdana kekê min î hêja Sîrwan li gel du hevalên xwe ji bajarê Bremenê me berê xwe da Hannoverê. Em ji bo civîneke li ser rewşa çapemeniya kurd a li Ewropa û welat hatibûn vexwendin. Di civîna ku ji hêla "Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan - Rojava- li Elmaniya" û "Kovara Hecelname" ya ku bi zimanê erebî li Goteborga Swêdê tê weşandin hatibû organîzekirin de, kovara PÊL û HECELNAME (Kewname) mafê nasandineke baş ji xwe re peyda kirin. Ji bo civînê Berpirsiyarê Hecelnameyê Mihemed Efîf Huseynî ji Swêdê hatibû û li gel helbestvan Tengezarê Marînî bû hevparê birêvebirina civîna navborî.
Li gel ku mijara nivîsareke din e jî, dikarim bibêjim ku civîn bi serfirazî derbas bû û her kesî ji xwe re tiştek hilda. Tiştê balkêş ew bû ku Dr. Cemal Xeznedar li ser babeta berhevkirina dîroka rojnamegeriya kurdî agahiyên pîroz û hêja pêşkêş kirin. Her weha balkişandina mamoste Xeznedar a li ser zext û astengiyên li pêşiya xwendina bi kurdî bi awayeke baldarî hate guhdarîkirin.

Wekî min di destpêkê de jî got, ev civîn bû sedem ku hevnasiya min bi gelek wêjevan û rewşenbîrên ji Başûrê Biçûk re pêk hat. Ji ber vê yekê ez malavahiya wan dikim û di kar û barê wan ên pêşerojê de serkeftinê dixwazim. Li gel vê yekê jî, bi vê nivîsarê banga min ew e ku têkiliyên bi vî rengî ji çar aliyên welêt di navbera wêjenas û rewşenbîrên Kurdan de were pêkanîn.

Bimînin di nava xêr û xweşiyê de.

Hannover, 20.07.2002

 ------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.com [ info@amude.com ]