NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandeyî, wêjeyî û hunerî Hejmar 17 - 21.06.2002
                           [ www.amude.de/nivis] [ nivis@amude.de]
  [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

 
  Rewşen Bedir-Xan (1909-1992) *
Ji Kovara ZANÎN




Rewşen Bedir-Xan










Rewşen Bedir-Xan
Ji kovara ZANÎN
Bźguman karź ku malbata Bedir-Xaniyan di ber Kurd ū Kurdistanź de kirine, cihź payebūn ū serbilindīyź ye.
Rewşen Bedirxan, lehengek ji lehengźn jinźn kurd yź ku di ber doza g elź xwe de kar ū xebatek pīroz kiriye.

Kurtejiyana Rewşen Bedir-Xan

Di roja 11ê Tīrmehź di sala 1909an de li bajarź Qeyserź bakurī Kurdistanź ji dayik būye.
Di sala 1913an de fermana Osmaniyan bi ser malbata Bedir-Xaniyan de hat, wź hingź temenź Rewşn 4 salī bū.
Di sala 1915an de koēa wan ji Stanbolź barkirin ū ēūne bajarź Şamź. Rewşen li Şamź dest bi xwendina xwe ya dibistanź kir, li dibistana "Elteraqī" dest pź kirī ye.

Di sala 1924an de ji instītūya perwerdekirinź xelas dibe, ango dibe mamoste.
Sala 1925 dibe mamosteya zimanź erebī. Di ber karź xwe re Rewşen xwe fźrī zimanź tirkī, ingilīzī ū firansī kiriye.
Her li Urdinź ū li bajarź Kerek bibū mamosteya ziman. Ji sala 1928an ta 1935an mamostayetî li bajarź Şamź dike. Di sala 1934an de dibe endama "Yekītīya Jinan" ū di salal 1944an de piştī kongira "Al-Qahīre" dev jź berdide. Di sala 1946an de dibe dīrektora dibistanź.
Di sala 1947an de dev ji karź mamostayetiyê berdide. Paşź Rewşen li bajarź Banyasź nźzīkī "Derya Sipī" bi cih dibe. Rewşen du caran mźr dike cara yekź sala 1929an lź temenź vź jiyana bi hev re gelekī dirźj nekir. Di sala 1931de xwe ji mźrź xwe berdide.
Ji wī mźrī qīzeke wź ēźbū, navź wź Ūseyma ye. Di dema niha de li bajarź Al-Qahīre li Misrź dimīne. Mźrkirina wź ya diwemīn di sala 1935an de bū, ū mźrź wź pismamź wź Mīr Celadet Bedir-Xan bū. Du zarokźn wan ji hev ēźbūn, yek bi navź Sīnem-Xan, sala 1938 an de ēźbūye; ū kurek bi navź Cemşīd, di sala 1939an de ēźbūye.

Jiyana wan bi dijwarī hate buhirandin ū bi belengazī ū feqīrī bū. Her dīsa di sala 1947an de Rewşen li Ş di perwerdekirina zarokan de kar dike.

Karź Rewşen Bedir-Xan

Rewşen di dīroka gelź kurd ya sedź bīstan de rolek pirr mezin līstī ye, nexasim di tevgera jinan de.
Di gelek konfiransźn cīhanī de Rewşen nūneriya jinźn kurd kiriye, mīna konfiransa "Antī Kolonyalīzim" ku di sala 1957an de li Yūnanź li dar ket. Rewşen bibū nūnera Kurdistanź ū heft kursiyźn wź di konfiransź de hebûn. Di vê konfiransê de Rewşen rastī ū zordestī ya gelź xwe da nasīn. Bi alīkariya mirovź ingilīzī Mekźnzī ew konfirans bi serfirazī derbas bū.

Di gelek rojname ū kovarźn rrebī de berhem ū gotarźn wź dihatin belavkirin, mīna kovara "Mīnerva". Di kovara Hawarź de du gotar belavkirine. Di sala 1951ê de pirtūkekź bi navź "Bīranīnźn jinekź" ji zimanź tirkī werdigerīne ser zimanź erebī. Herweha çīrokek bi navź "Evīn ū derdźn min" ya Mikrema Kamīle ji tirkī werdigerīne erebī. Wekî din sź par ji ēīroka "Bīranīnźn Mamostayekź" ji tirkī tīne zimanź erebī.

Di sala 1954an de belavokekź bi navź "Rūpelinin ji toreya Kurdī" bi zimanź erebī diweşīne.
Di sala 1990ī de pirtūka Mīr Celadet ya ku ji Mistfa Kemal re bi zimanź tirkī nivīsībū, ya bi navź "Name", Rewşen werdigerīne zimanź erebī.

Di sala 1991an de pirtūka bavź xwe Salih Bedirxan ya bi navź "Bīranīnźn min" ēapkirīye, piştī ku ji zimanź tirkī wergerandiye zimanź erebī. Gelek kar li ber wź hebūn, ji wan bīranīnin Celadet Bedirxan būn.

Di katjimźr 4 piştī nīvro, roja 01.06.1992an de, li Banyasź dilź Rewşen Bedir-Xan rawestiya, ū li goristana Şźx Xalid Neqşbendī li bajarź Şamź li kźleka Mīr Celadet bi cīwar bū.

----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
* Ev gotar ji rûpela kovara ZANÎN hatiye wergirtin û li çend cihan ji aliyê edîtorê NIVÎSê ve hatiye guhertin.

 -----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.de [ info@amude.de ]