| |
 |
 |
 |
 |
| |
Ji Edîtor
Sîrwan Hecî Berko
|
|
Xwendevanên hêja û delal!
Di roja 22ê vê mehê de 104 sal ser weşandina yekemîn
rojnameya kurdî li paytexta Misirê Qahîreyê ji aliyê Miqdad Mîthad Bedirxan
derbas dibin.
104 sal derbas bûn û gelek rojname û kovarên kurdî derketin.
Rewşa me Kurdan ya xerab sedemê kuştina hemû rojname û kovaran bû, yên
ko ji ber sedem in cuda nikarîbûn jiyana xwe berdewam bikin. Rojnamegeriya me
paşketî maye. Hejmara nivîskarên kurd roj bi roj bi awayekî ko mirov jê ditirse
bilind dibe, û ya xwendevanan kêmtir. Ji xwe ne hewce ye ko em behsa profesyonêlbûnê di rojnamegeriya
me de bikin...
Mixabin ta roja îro jî hîn rojnamyek rojane û serbixwe,
ko bi zimanê kurdî derdikeve, tune ye. Em bêtir guh didin weşandina
rojname û kovarên bi zimanên biyanî (erebî, tirkî, farisî)
û dev ji zimanê xwe û pêşketin û belavkirina wî di nav milet de
berdidin.
* * * * *
Bi weşandina vê hejmarê, em 15 mûmên mehane bo NIVÎS vêdixînin.
Di van 15 hejmaran de NIVÎS berhemên hejmarek mezin ji nivîskarên kurd
ji hemû perçeyên Kurdistanê hembêz kirine. Bi vî tiştî ez
gelekî kêfxweş im. Ez ji we venaşêrim ko ez bêtir kêfxweş im dema
ez dibînim ko NIVÎS ji çend kesan re bû sedemek ko dest
bi nivîsandinê bi zimanê xwe yê şêrîn bikin.
Di vê hejmarê de jî, çend kesên nû rûpelên NIVÎSê
bi berhemên xwe dixemilînin. Hûn û berhemên we bi xêr hatin!
* * * * *
Bi alîkariya statîstîkê û di rêya têkeliyan de,
dibînim ko xwendevanên NIVÎSê ji seranserê cîhanê hene.
Ji nav van xwendevanan yek heye ko li gundekî dijî ko ta niha hîn xeta telefonê
ne gîhayê. Lê dîsa jî meh bi meh berhemên NIVÎSê
dixwîne û bi berhemên xwe beşdarî vê kovarê dibe.
Vê carê jî Bêwar Ibrahîm ji me re nameyek ji Gerbawî
li kêleka Qamişlo şandiye û kêfxweşiya xwe û pîrozkirina
vê xebatê dike û dibêje: "Piştî kenê her libek baran di nav
kevirokên axê de, pênûsa min careke din wek kewekî dilive ko nih ji
zindanê derketiye, bi te re diaxife û dibêje: dibe ko dem di çend saniyên kurt de
derbas bibe, lê tiştên herî giring ko cihê xwe digrin ew nîşanên
hêja ne yên ko li ser rûpelên roj, meh û salan dimînin..."
Gelek sipas bo te, Bêwar, bo gotinên te yên xweş û ji dil. Gelek sipas bo
mamosteyê hêja Konê Reş re jî bo çapkirina berhemên NIVÎSê
li Qamişlo û belavkirina wan di nav dost û hevalan de..
Ez hêvîdarim ko NIVÎS jiyanek dirêj biqedîne, tije bi kêfxweşî û
têkiliyên xwirtir bi xwendevan û nivîskarên kurd re, û ko rolek giring
di rojnamegeriya kurdî de bilîze. Ka em binerin bê dem çi bi xwe re tîne...
Ez roja rojnamegeriya kurdî li we pîroz dikim û ta hejmara 16´an gelek silavên xwe
yên germ ji we re dişînim.
Bimînin di xêr û xweşiyê de...
|
|
 |
 |
 |
 |
|