KOVARA NIVÎS NIVÎS
22.04.1898-22.04.2002
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 15 - 21.04.2002
  [EDÎTOR] [TÊKILÎ] [ERŞÎV]

       Roja rojnamegeriya kurdî li miletê kurd pîroz be!

 
  Adara xemgîn
Mizgîn Mehmûd
Mizgîn Mehmûd
- Helbestvanek kurd ji Şelomiyê (Tirbespiyê) ye
- Di destpêkê de bi navê "Diya Peyman" dinivîsand
- Niha li Elmaniya dijî





Hîn xweş tê bîra min, ko wê rojê em pirr geriyan û meşiyan ta ko xudan xêrekî em li rasta mala Seydayê Tîrêj anîn.

Gava ko me li dergehê malê xist, wiha bi kêfxweşî Seyda hat pêşiya me û bixêrhatina me kir. Wê gavê Seyda hîn li ser xwe bû, ango dilê wî pirr ciwan bû û ez baweri dikim ko ta ahniga dawî ew li ser hişê xwe bû û dilê wî pirr ciwan bû.

Bêguma xudanê wisa gotinên xweş û şêrîn, xudanê wisa hest ji kulîlkê berfê, wê tim ciwan be, wê tim serxweş be di "işqa" xwe de.

Wê gavê em di dawiya 92´an de bûn. Gurzek ji helbestên min li ba wî bûn. Em çûn ba wîda ko ez nerîna wî li ser wan helbestên xwe bibhîzim. Niha ezê helbestên xwe li vir bihêlim jiber ko ev ne babeta min e.

Bê guman, gava ko min Seyda ji nêzîk ve naskir û min pê re da û stend, pirr kêfa min jê re hat û ji xwe ji berê de ez pê serbilind im. Tîrêj xwe li ser me paye nekir. Kurdîtî û welatperwerî jê dinuqitîn. Te digot qey ew bi xwe barana xêr û bêrê ye û tê xwarê bi ser gulgenimukan de.

Di çavên wî de, mirov dilovaniya bav didît. Ji navikên destên wî yên pîroz hilm û bêhna Melayê Cezîrî û Ehmedê Xanî dihilkişiya jor. Wê gavê, binefş û şebnem û gelawêj sirûd û awazên wî bûn. Vînos û anahîta xwe werkiribûn xelata wî û tê de winda bibûn. Wê gavê Seyda piyalên me ji derya rûmetiyê mişt peyv in nazenîn kirin, û her weha binoşe noş bankir û kire vîxan mîna şalûl û bilbilan. Wê gavê mala wî bibû gulîstan... û her tiştê li der dora me bûbûn xecxecok in sor.

Û vê gavê
mixabin vê gavê.. vê gavê tayê dawî ji helbesta kilasîka kurdî ji destê me filitî.
Vê gavê Seydayê Tîrêj ji nav me bar kir. û li buhuşteke sermed bûye mêvanê Cezîrî, Herîrî, Xanî û Cegerxwîn.

Dilê min bi kul e, lê çav rondikan nabarînin.. Tenê ez li xêzên destê wî dinerin û matmayî dimînin.


 ------------------------------------------------------------
 copyright 2000-2002 amude.de [ info@amude.de ]