NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 13 - 21.02.2002

 
  Yekîtiya Nivîskarên Kurd
Rapor û wêne: Hekar Findî (NIVÎS/Duhok) email




  32 sal ji xebatek bê rawestan
  32 sal xizmeta çanda kurdî


Di van rojan de 32 sal li ser damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li başûrê Kurdistanê borîn, ew yekîtiya ku di salên sext û dijwar de, li jêr kawdanên nexwş xebat dikir bo pêşketin û parastina çanda kurdî , ew yekîtiya ko bûye hêlîna tev nivîskarên Kurd li Kurdistana azad .

Yekîtiya Nivîskarên Kurd di sala 1970´ê de hatiye damezrandin. Pêxemet vê yekê me xwe gîhand nivîskarê navdar mamoste Reşîd Findî yê ku her ji destpêka damezrandina vê yekîtiyê û ta îro digel da bûye û çendîn cara jî berpirsiyaretiyên hemecur têde wergrtine, û me jê xwest ku bi kurtî bo me li ser dîroka wê bipeyve, wî jî weha ji me re got :

"Di roja 10/2/1970´ê de destura damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd derket, û di rojên 23-24´ên Xizîrana sala 1970´ê de yekemîn kongira wê hate girêdan .
Piştî hingê tayên wê li parêzgehên Kurdistanê hatin çêkirin , û tayê Duhokê jî yek ji wan tayan bû, tayê Duhok di roja 12/8/197´ê de hate damezrandin.
û her wesa min divêt navdartirîn kesanên rewşenbîrî yên ku li devera Duhoke di nav salên 40-70´ê de kardikirin bidim xuyakirin, û ew jî ev bûn: Mela Ehmedê Nalbend, Mela Enwer Mayî , Salih Yûsivî, Şêx Memdûh Birifkî , Hafiz Mistefa Qazî, Mela Teha Mayî, Sebrî Botanî, Sadiq Bihaeddîn, Mihemed Emîn Osman …htd.
Di havîna sala 1973´an de me li Duhokê mezintirîn festîvala helbesta kurdî pêkanî, ya ku bi hevkarî digel Dr. Bedirxan Sindî hate dirostkirin ...vê festîvalê deng vedaneka mezin çêkir û bo demekê dirêj navê wê ma li meydanê her wesa me pişikdarî kiriye di festîvala helbesta kurdî de li Silêmaniyê ya ku di sala 1979´an de hate diroskirin .
Dîsan di sala 1978´an de me festîvala helbesta kurdî li Duhokê pêk anî .
Bi rastî bizavên me gelek in ku bi dirêjiya wê dîroka me ku nuha dibe 32 sal lewra ez nikarim hemûyan ji were bêjim, lê bi kurtî dê bêjim ku me pişikdarî di piraniya festîvalên edebî de kiriye û me bi sedan caran birewerî saxkirîne ve û kur û simînar festîval pêk anîne . "


Di dûda me seredanek bire baregayê tayê Duhok yê vê yekîtiyê û me xwe gîhand mamoste Hesen Silêvanî yê ku nûha serokê vê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan/Duhok e, da ku bo me ronîkirinekê bide ser rewşa tayê vê yekîtiyê di van salan de :

" Di destpêkê de sipas bo malpera Amûdê û ew xizmeta ew pêxemet çanda kurdî dikin. Em li Yekîtiya Nivîskarên Kurd tayê Duhokê xwe xizmetkar dibînin bo çanda kurdî û hindî di şiyan de be emê xizmetê bo vê yekê kin, birastî me şiya ye wî karwanê berî çendeha salan yê ku biraderên berî me yên nivîskar pê rabûne û xwe mandî dikirin ji bo pêşketin û parastina çanda kurdî ji her zêdegavîyeka ku ji aliyê dujminan ve dihat kirin em berdewam bikin û nehêlin ew karwan biweste, ev jî nekarek ne bi sanahiye lê ev ji arîkariya tev nivîseran bûye .
Derbarey bizav û çalakiyên ku me kariye encam bidîn gelekin , lê emê hinek ji wana xwyakin wek nimûne .... me dehemîn bîreweriya helbestvanê mezin Hejar Mukriyanî saxkiriye ve û sazkirina festîvaleke helbest xwendinê, her wesa me pişikdarî di fistîvalên Melayê Cizirî û Mehwî jî de kirine û me bo çendîn caran jî pêşangehên pirtûkan jî vekirine, sazkirina êvariyên helbest û çîrok xwendinê bo gelek caran, her wesa çil rojiya seyda Mela Tehaye Mayi, vekirina berîkanên çîrokan, mêvankirina nivîserên biyanî, û tistê here girng ewe ku me kariye pêwendiyên baş digel nivîserên kurd yên ji derveyî welat û yên paraçeyên din jî ji Kurdistanê û yên biyani jî da dirostbikeyn, zêdebarî hindê ku me bi dehan simînar pêşkêşkirine ku hejmara wan ji 40 simînaran dibore di du salên borî de 2000-2001, ew jî birenge werzên reweşenbîrî .
Her wisa zêdebarî van karan me şiya ye arîkariyê di çapkirina berhemên nivîseran jî da bikeyin li dûv şiyanên xwe . Cihê xweşhaliyê ye ku me îro hêla internêtê di baregayê xwe ve heye ku me kariye nûitrîn deng û basan werbigirîn û pêwendiyê bi komele û dezgehên rewşenbîrî yên dervey welat bikeyn, her wisa kovar û rojname jî .
Li dawiyê daxwaza serketinê ji were dixwazim û her sax bin bo xizmeta çanda kurdi."


Kovara PEYV

Peyv Kovara Peyv kovarek rewşenbîrî ye, tayê Duhok yê vê yekîtiyê bi rengê werzane û bi herdu tîpên kurdî, yên latînî û erebî, diweşîne.
Yekemîn hejmara wê di sala 1993´an de hate weşandin û ta îro berdewame. Berî demeke kêm hejmara wê ya 21´an derket.
Yekemîn hejmara vê kovarê ji aliyê komeka nivîseran ve dihat berhevkirin: Xidirê Silêman, Ebdulkerîm Findî,Hesen Silêvanî , Mihsin Qocan , Remezan îsa , Fazil Omer, Mihemed Emîn û M. Salih; û di dûda û ji egerê wergirtina hinek karên miri gelek ji wan biraderan neman di stava kovarê de , û bo çendîn caran stafa kovarê hatiye guhertin , lê îro kek H.Silêvani xwediyê imtiyaza kovarê ye û kek Nacî Teha Berwarî sernivîserê kovarê ye û Kek Mihemed Ebullah sikirtêrê nivîsînê ye , her wesa bo zanîna xwendevanê hêja ku ev kovar nuha li ser tura internêtê ye: www.duhok.net/peyv
Hêjaye gotinê ye ku ev kovar bi arîkariya hêja Nêçîrvan Barzanî tê çapkirin.

Em jî bi navê malpera Amûdê û kovara Nivîs pîroziyên xwe arastey tev endamên Yekîtiya Niviserên Kurd dikin bi hilkefta borîna 32 sala li ser damezrandina yekîtiya wan û dest xweşiyê li xebata wan ya hêja û pîroz dikin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurd
Yekîtiya nivîskarên kurd

 
Reşîd Findî
Reşîd Findî

Hesen Silêvanî
Hesen Silêvanî

Yekîtiya Nivîskarên Kurd

Yekîtiya Nivîskarên Kurd

Yekîtiya Nivîskarên Kurd


Rexne û peşneyarên te

------------------------------
Alîkariya malperê:
------------------------------
Fîrma telefonan
Kabilên te
navnîşana te
Tiştên belaş
Telefona erzan
Tiştên belaş
KostGarNix.de
Bajarên elmanî
Dowloadên te
Wêneyên compûtera te

 ------------------------------------------------------------
 copyright © 2000-2002 amude.de [ info@amude.de ]