NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 13 - 21.02.2002

 
  Tovê jîn*
Mizgîn Mehmûd





Keçkê: tu derkev ji nav Dûman
ji mafê te ye, jîn û jiyan

Keçê, xelkê gîhan ser Heyvan
û hîn tu mayê dîl û nezan

Tu xwe fêrke, here Dibistan
qet tu megrî, Şox û Şenga can

Xwe mede bi qelenê giran
Xwe neke Leystikeke arzan

qet jibîr meke: şêrîn ziman
tovê jînê, Filklorê Kurdan

Keçkê: Tu derkev ji bin destan
ber bişkive hiş û raman

Keçkê: Tu derkev ji nav Dûman
ji mafê te ye, jîn û jiyan


Tirbespî 1989
------------------------------------------------------------------------------
Diyarî bo keça kurd ya ciwan bo hatina 8´ê adarê, cejna jinên cîhanê
 
Mizgîn Mehmûd
  - Helbestvanek kurd ji   Şelomiyê (Tirbespiyê)   ye
- Di destpêkê de bi navê   "Diya Peyman"   dinivîsand
- Niha li Elmaniya dijî


Rexne û peşneyarên te

------------------------------
Alîkariya malperê:
------------------------------
Fîrma telefonan
Kabilên te
navnîşana te
Tiştên belaş
Telefona erzan
Tiştên belaş
KostGarNix.de
Bajarên elmanî
Dowloadên te
Wêneyên compûtera te

 ------------------------------------------------------------
 copyright 2000-2002 amude.de [ info@amude.de ]