NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 13 - 21.02.2002

 
  Roka evînê
Ferhadê Içmo





Evîn xewn û şoreşe
hêvya dilê nexweşe
ji bo bê zar Laleşe
di taryê de ateşe
finda rojên şevreşe
jiyan bi wê tim geşe

Evîn xwîna dilaye
hilm û bîna gulaye
li nav cîhan belaye
gora êş û kulaye
zora dest û milaye
aşê dengê lelaye

Evîn rewşa cîhane
Kewek tim bi fîxane
ristek li ser zimane
xewn û doza hozane
dengê neya şivane
xweşya jînê viyane

* * *

Ev,în ceng û xebate
bez û ger û lebate
dost û dê û welate
tîrêja roj hilate
mizgînî û xelate
ji bo jînê kelate

Evîn deştek rengîne
bi dana xwe zengîne
mirov tê de bi cîne
jîna wana bi tîne
mirî tê de zendîne
roka jîn. eevvîînnee


10.1.1987
 
Ferhadê Içmo
  - Di sala 1960´an de li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê
- Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe bi dûmahî aniye
- Di sala 1984´an de bawernameya-BEKELORYOS - di endazyariya   şaristaniyê de ji zankoya Helebê wergirtiye
- berê helbestê dil ketiye mûzîkê , di sala 1970ê de dest bi lêdana   tembûr, gîtar, cumbişê kiriye
- lê di 29-07-1978´an de helbesta xwe ya yekemîn bi navê EY ZEMAN   daniye
- di piraniyên kovar, rojnameyên kurdî de helbestên xwe weşandine -   nêzîka çil helbestên wî bûne stran bi dengê: Mihemed |Şêxo, Beha   Şêxo, Adil Hiznî, Selah Osê, Isma'îl Cuma, Gulistan Sobarî - Şeyda
- heta niha pênc pirtûkên helbesta çapkirine:

1- LÊMIŞTA ZOZAN 1988
2- PIŞTÎ ÇI 1995
3- EVÎNA TE 1998
4- LANDIK I: Helbestên zarokan 1998
5- PELÊN SIPÎ 2000 (nêzîk li vêderê)
6- LANDIK II -helbestên zarokan- (di bin çapê de ye)

Bo têkiliyê:

FERHAD IÇMO
PO BOX: 171
QAMIŞLO , SYRIA

TEL:
+963 52 422597 (mal)
+963 52 421012 (kar)


Rexne û peşneyarên te

------------------------------
Alîkariya malperê:
------------------------------
Fîrma telefonan
Kabilên te
navnîşana te
Tiştên belaş
Telefona erzan
Tiştên belaş
KostGarNix.de
Bajarên elmanî
Dowloadên te
Wêneyên compûtera te

 ------------------------------------------------------------
 copyright 2000-2002 amude.de [ info@amude.de ]