NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 13 - 21.02.2002

 
  Daxwaz*
Christoph Meckel
Ji elmanî: Sîrwan Hecî Berko email






Çiqasî dixwazim ko li cem te ba ma.
Çiqasî dixwazim tiştekî bo te bikim, ji te re rojnameyekê bi nûçeyên xweş bikirim, nivîşkê ji qiraxên lêvên te maçî kim, belkî tiliyên xwe li ser binçoga te bigerînim, hema çi be...
Kirî ez biketama dema te telefonî min kir, dengê te çiqas nêzîk bû û çiqasî dûr..gelekî dûr.

Bo te dikarim hemû tiştî bikim, kar bikim, zû ji xew rabim, bi aqil bim...
Ez gêjdibim dema tu telefonî min dikî. Hemû tişt baş e heger em li hev bin û navêna me xweş be, wek hev e heger kêfxweşiya mezin pê re bê an na...
Kêfxweşiya mezin bo min ne gerek e. Dikarim bêyî tu xewnan bi te re bikenim.
Tenê dixwazim bi te re bim û çi bibe bela bibe...

--------------------------------------------------------------------------------
*Beşek ji pirtûka nivîskar ya bi navê Licht (Ronî)
 
christoph meckel
  - Nivîskar û helbestvanek   elmanî ye
- Di sala 1935´an li Berlîn   ji dayik bû
- Gelek xelatên wêjeyî   stendine


Rexne û peşneyarên te

------------------------------
Alîkariya malperê:
------------------------------
Fîrma telefonan
Kabilên te
navnîşana te
Tiştên belaş
Telefona erzan
Tiştên belaş
KostGarNix.de
Bajarên elmanî
Dowloadên te
Wêneyên compûtera te

 ------------------------------------------------------------
 copyright 2000-2002 amude.de [ info@amude.de ]