NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 12 - 21.01.2002

 
  Ji Edîtor
Sîrwan Hecî Berko email






Xwendevan û nivîskarên hêja,
dema we xweş be!

Di 21-11-2000´an de, hejmara yekê ji kovara Nivîs rûpelên xwe bo xwendevanên xwe vekir.
Îro, piştî salek û du mehan, malpera Amûdê hejmara Nivîsê ya 12´an diweşîne.

Kovara Nivîs cihê xwe di cîhana rojname û kovarên kurdî de girtiye û navek ji xwe re cem hemû kesên, ko xwe mijûlî çanda kurdî dikin, çêkiriye.

Ez bawerim ko Nivîsê bi kêmanî gîhaye yek ji armancên xwe (hetmen zêdetir), ko bibe platformek bo nivîskarên kurd û yên ko bi kurdî dinîvisînin. Bi zêdebûna hejmarên kovarê, nivîskarên wê jî zêde bûn. Berhemên nivîskarên kurd ji hemû perçeyên Kurdistanê cihê xwe di rûpelên Nivîsê de dîtin. Bi vî tiştî ez gelekî kêfxweş im.

Min bi xwe gelekî fêde ji xebata Nivîsê wergirt. Ji aliyekî min zimanê xwe bi pêş xist û hîn jî dixwazim fêr bibim ji ber gelek kêmaniyên min hene, û ji aliyekî di ve, min têkiliyin baş bi hejmarek mezin ji nivîskar û rewşenbîrên kurd li gelek welatan çêkir. Ev tişt pêşketinek mezin e bo min û bi wê zêde kêfxweş im.

Min carek din got û dîsa jî dibêjim:
Nizanim heta kîjan radiyê ezê karibim vê xebatê bi vî awayî berdewam bikim. Lê dizanim ko kêfa min gelekî ji vê xebatê re tê û qet nafikirim ko dev jê berdim.

Gelek sipas bo wan kesan yên ko bi nameyên xwe û gotinên xwe yên nerm û nazik alîkariya min kirin.

Gelek sipas bo hemû nivîskaran yên ko bi berhemên xwe hiştin ko jiyana Nivîsê berdewam bibe.

Gelek sipas bo we, xwendevanên hêja, bo hemû tiştî!

Bi hêviya ko em bi hevre 12 hejmarên din ji vê kovarê biweşînin, ez gelek silavan ji we re rêdikim.

Silavin germ û rengîn ji Elmaniya sar û tarî!
 
Sîrwan Hecî Berko
  - Sala 1977´an li Amd   ji dayik b
- Ji dawiya sala 1990´ î   de li Elmaniya dijî
- Li zanîngeha Dortmund   "Medical informatic"   dixwîne
- Di serokatiya Partiya   sosiyal dêmokrat (SPD)   li herêma   Recklinghausen de ye û   di bajarê xwe de   berpirsiyarê ciwanên   partiyê (JUSOS) ye
- Ji sala 1995´an de   hekemê fotbolê ye


Rexne û peşneyarên te

------------------------------
Alîkariya malperê:
------------------------------
internêt belaş e!
Fîrma telefonan
Bo malpera te!
navnîşana te
Tiştên belaş
Telefona erzan
Tiştên belaş
KostGarNix.de
Bajarên elmanî

 ------------------------------------------------------------
 copyright 2000-2002 amude.de [ info@amude.de ]