NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 12 - 21.01.2002

 
  Xewna min
Helîm Yûsiv






Ji bo mirov: Xewna min ew e ku karibe bi serê xwe bifikire, ne bi sola xwe.

Ji bo cîhanê: Bûbûya girêkek hevîr û têketa destên min, minê ji nû ve bistira û bavêta ser agirê qirkirinê. Ji ariya wê jineke sipehî û evîndar biafiranda.

Ji bo mirinê: Ji nişkê ve weha bûbûya gurekî reş û serê xwe bida ber gezan, xwe bixwara.

Ji bo pera: Hinekî pîr bibûna û hêdî hêdî çerm ji ser hestiyan bihata xwar û piştre hestî bi esîdê bihatana dawerevandin.

Ji bo jiyanê: Bûbûya tirêneke sipê û bêdawî. Her kes karibe bê pere siwar be, tenê General û leşker jê bimînin.

Ji bo min: Mirov, cîhan, mirin pere û jiyan ... her yekî/ê rahişta kemanê û bima li benda dengê dilê min.
Xwezî ez maystiro bûma..
Xwezî dengê dil pê re bihata bihîstin..


Zivistana 2002´an














 
Helîm Yûsiv
  - Di sala 1967´an de li   Amûdê ji dayik bû
- Berhemên wî: "Mêrê   avis" (çîrok, 1997,   Stenbol), "Mirî   ranazên" (çîrok, 1996,   Stenbol), "Jinên qatên   bilind" (çîrok, 1998,   Stenbol),   "Sobarto" (roman, 1998,   Stenbol)
- Pirtûkên wî hatine   wergerandin zimanê   erebî û tirkî
- Di Medya TV de   programekê ser   pirtûkên kurdî pêşkêş   dike
- Niha li Elmaniya dijî



Rexne û peşneyarên te

------------------------------
Alîkariya malperê:
------------------------------
internêt belaş e!
Fîrma telefonan
Bo malpera te!
navnîşana te
Tiştên belaş
Telefona erzan
Tiştên belaş
KostGarNix.de
Bajarên elmanî

 ------------------------------------------------------------
 copyright 2000-2002 amude.de [ info@amude.de ]