| |
Raporek ser "Yekîtiya nivîskarên Kurdistan (rojava) li Elmaniya"
Sîrwan Hecî Berko
(sirwan@amude.de)
|
Roja şemiya 24/11/2001 li bajarê Hannoverê
li bakurê Elmaniya komeleyek ji aliyê nivîskarên Kurd ji rojavayê Kurdistanê
yên ko li Elmaniya û Holenda dijîn
bi navê "Yekîtiya nivîskarên Kurdistan
(rojava) li Elmaniya" (YNKRE) hate damezirandin.
Komîta amadekiriya vê kongirê hêzên siyasî, kom û komeleyên rewşenbîrî û
saziyên ragihandinên kurdistanî vexwendibûn û herweha kesayetiyên serbixwe jî û
hejmarek ji siyasetmedar, rewşenbîr û rêxistinên nivîskar û mafên mirovan
(çi kurdî û çi elmanî) cihê xwe girtibûn. Hejmara beşdaran giha bû dora
140 kesan.
Di peyva xwe ya bixêrhatinê de, komîta amadekar
got:
“Ji ber ko Kurdistan di nav
çar dewletan de, di rojhilata navîn de, hatiye dabeşkirin, her beşek
ne bi arezû xwe, taybetmendiyên wî yên cuda peyda bûnin. Siya wê rewşê xwe
avêtiye ser rewşenbîrî, wêje û wêjevanên Kurd jî, û ji ber sedemên weha
ragehandin di nav rewşenbîr û wêjevanên Kurd yên beşên cuda cuda ta
demeke nêzîk gişt tune bûn.
Ji ber van taybetmendiyên ko
hene, hizra damezirandina komeleyek wêjeyî yan jî hevgirtinek bo wêjevanên Kurd
ji beşê Kurdistana rojava hate holê û bi pêwîstî hate dîtin ko bête
damezirandin."
Şertê endametiya komelê ew e ko nivîskar
pirtûkek wî bi zimanê kurdî an jî ser Kurd û Kurdistan çapkirî hebe, yan jî sê
gotarên wî di du kovarên cuda de belav bûbin, lê komîteyek hebe wan binerxîne.
Armanc û saziyên yekîtiyê
- Parastina peyva kurdî ya resen û pêşvebirina ziman û wêjeya kurdî bi
şêweyekî zanistî û ciwanî
- Alîkarî bo nivîskaran re
- Xurtkirina diyalogê bi çand û kultura
cîhanî re, ango wergirandin bo zimanê kurdî û jê wergirandin
- Xurtkirina têkiliyan bi saziyên
cîhanî re li gor şiyan û karîna xwe, ji bo diyarkirina rewşa çand û
wêjeya netewa me Kurdan
- Derxistina kovareke bi zimanê kurdî
digel mulheqek bi zimanê elmanî
Di dawiya kongireyê de
desta rêvebiriyê 7 endam hatin helbijartin.
Di daxuyaniya yekîtiyê
ya dawî de, ya ko roja 29.11.2001 derket, hatiye nivîsandin:
“Di vê hezarsaliya
sêyem de, ko guhertinên bingehîn di têkilî û peywendiyên cîhanê de çêdibin,
danûstandin ber bi asoyekî nû ve diçe û li ser asteyê dihevgihiştin û
rêzgirtin li çand û taybetmendiyên mirovane ava dibin.
Diyalog di navbera çand û wêjeyan de geş û xurt dibe.
Lê mixabin hîna jî miletê kurd ji ber hiştengiya rêjîmên serdest nikare bi
eşkere taybetmendiya çand û nasnameya xwe diyar bike.
Damezirandina saziyeke
rewşenbîrî li mişextiyê erkerî pêwîst û pîroz e, nexasim di cihekî
de, ko azadiya derbirîna bîr û baweriyan tê de heyî, bo bikaribin çand, wêje û
wêjeya xwe li gor pîvanên nûjen û zanistî biparêzin û ber bi pêş ve bibin
Ev sazî hemû saziyên
rewşenbîrî kurdistanî yên li derbederiyê û seranserî welatê me Kurdistan,
ji xwe re hevrê dibîne, hemû endamên wê xwe wek nivîskarên Kurdistanî dibînin.
Yekîtiya nivîskarên Kurdistan -rojava- li Elmaniya wê bibe saziyek bo wêneyê
rastteqînê, yê hest, xewin, hêvî û daxwazên nivîskarên gelê me, ew gelê ko
evîndarê azadiya giyan û peyvê ye.”
|
|