NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 11 - 21.12.2001


JI EDÎTOR
KONÊ REŞ: Mîr Celadet Alî
Bedir-Xan I

SÎRWAN HECÎ BERKO: Raporek ser "Yekîtiya nivîskarên Kurdistan (rojava) li Elmaniya"
MARCEL PROUST: Mirina Baldassare Silvande IV
TÎRÊJ: Cam û piyal
ADAR JIYAN: Jiyan nayê taloqkirin
CÎHAN ROJ: Mînanî biloqînên ji bêriya te
KEMAL NECÎM: Heft çîrokên şevekê
BÊWAR IBRAHÎM: Çend wêne-helbest
ADAR JIYAN: Hêza gotinê
MARUF YILMAZ: Hevpeyvîn bi Firat Cewerî re
BÛBÊ ESER: Divê em haydarî ciwanên xwe bin!
EVDILE KOÇER: Henekê çi, halê çi?
HELÎM YÛSIV: PIRS Û BERSIV
GULÎZER AMEDÎ: Çû
SALIHÊ KEVIRBIRÎ: Te mistek ax dixwest, niha tu bi Xerzan re dizewicî!
XEMCIVÎN: Henasene azad
QADO ŞÊRÎN: Hevpeyvîn bi zarokekî kurd re
A. BALÎ: Mele Ehmedê Palo
RECEP DILDAR: Bayê evînê
ARILD NYQUIST: Ji toreya Nerwîciyan..
CANKURD: Neyaro! Em her hene
ROŞAN LEZGÎN: Rev
DILŞA YÛSIF: Tenê me
AZER OSÎ: Demsala dil
DIJWAR NASO: Em te jibîr nakin!
EBDULHELÎM MELA MIHEMED: Ji Mister Tonî re
ŞÊRKOH HOPO: Amûdê
YOUNIS BAHRAM: Yarê
QADO ŞÊRÎN: Yara jibo nivînê
SÎRWAN HECÎ BERKO: Xewnek sêwî
XEMCIVÎN: Tenahiyê


EDÎTOR
ERŞÎV


LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ



Malpera Amûdê bike malpera xwe ya destpêkê

Malpera Amûdê
  Rev*
Roşan Lezgîn



Roşan Lezgîn

“Wexta dikerixe hêvî,
Heta bi dawîya xwe jî dixuye êdî.
Û lêvên te yên
kulîlk-hi-narîn ji min dûr,
Çavên min jî di kevza çavên
te de çûn...”



Ew wêneyê ku me li ‘Parqa Tirafîkê’ kişandibû di nav çarçovê de li ser masê ye. Li kêleka saetê mîna xeyaletekî ku di nav mijê de be, dixuye. Nizanim, belkî jî çavên min bûne xumam. Kenîneke nîvçe bi keviya lêvên Şemalê ve neqişiye. Ez, mîna her gav mehzûn im. Wê demê me li lîseyê dixwend. Li ser masê defter û kîtabên me dixuyin û du qedehên çay ku heta nîvî jê hatine vexwarin. Li pişt me jî, dîwarê reş î bedenê; lavlavkê heta bi diyar pencên xwe avêtine dîwar.
Gelekî westiyayî me. Destên min ji her tiştî, ji dinê sar bûne. Jixwe, heta niha ez ji tiştekî re jî nebûme; ji ti dolabekê re nebûm destikek. Ger ez bûme destik jî, ew jî destikê destarê ye. Ew destara ku canê min dihêrîne. Dike ar; hûrûpizûr. Bi kîjan hêlê ve diavêjim, bi kîjan aliyî ve diherim, tewş. Dikim nakim nabe. Dipîvim, diwezinînim, li bêjingê dixim... Hewa! Nabe. Hemû tişt; her tiştî ba dide ber xwe û dibe...
Destên min jî mîna dilê min vikîvala. Gelo ez ji mêj ve, wexta ez ji diya xwe bûme, ez wisa bûm? Nizanim. Gelo ji we tirê bextê mirov reş e, yan ê welatê mirov..?
Êdî ji her tiştî ditirsim. Ev dibe serê şeş rojane ku ez ji vê odeyê derneketime derve. Ji sermana dilê min diricife. Zikê min vikîvala. Cixara mina dawîn nizanim ev çend roje qediyaye. Hişyarî û razana min wekî hev in; nizanim bê niha şiyarim an li xewê me. Car bi car çavên min ji binî ve tarî dibin. Janekî tîr di nava ranên min de ye. Hîn jî xwîn ji min diçe. Dibêjim qey damarên bin çengên min qetiyane. Digotin, “Asqiya Filîstînê.” Çi asqî! Bêbavan anebûyî bi serê min de anîn.
Nizanim ku mêranî çî ye û jinîtî çî ye... Kî çi bi kê dide îspat kirin..? Neheq kî ne û xwedî heq kî? Welat çî ye? Ziman..! Ez tênagihêm ku ji me çi dixwazin. Çi zirara me ji kê re heye? Uff..! Nizanim ez ji bo çi di vî zemanî de hatime dinê. Yanê çima sed sal, na, du sed sal berê nehatim. Yan jî ez hîç nehatama, çêtir nebû? Hii..?!
Devê min zipîziwa. Dibêjim belkî yekî dest kiriye gewriya min. Bêhna min diçike. Êdî ji xwe nefret dikim. Dîwar dikin ku bi ser min de hilweşin. Dikim ku hema rabim ser xwe û birevim ji vir. Bi kîjan alî de dibe, ew zane. Ez hingî di kuçe û kolanên vî bajarê xopan de eware eware geriyam; min giş pîvandine. Însan mîna xeyaletan di ber min re dibihurîn. Li qorziya her kuçeyî ew zilamên simbêl-tûjik î çav-şûjin disekinin. Ji awirên wana xof digirim. Ji dengê bêtêlên wan têlên nava min diqetin. Dema di ber wan re dibihurim, serê xwe berdidim ber xwe. Êdî pirrê wana dinasim. Ew jî min dinasin. Ev cara çendane ku min dikin mêvan..!
Ez tikîtenê me. Ger ez rastiya wê bibêjim, dema ez di nav însanan de bim, zêdetir wê demê ez tenê me, lê dema bi rastî jî ez bi tena serê xwe bim, wê demê ji min tirê ku ez bi her kesî re me. Hûn dizanin, min kenîn ji bîra kiriye. Mirov çawa dikenin? Ecêb..! Gelo kena mina herî dawîn kengî bû? Nayê bîra min. Ger ez keniya bim jî, belkî ew wexta ku ez û Şemalê em ji dibistanê direviyan û em diçûn li ew kuncê herî dawîn î “Şêxmûs Pastaxanesî” de, li pişt ew sitûna pehn rûdiniştin û me qala xapandina dê û bavên xwe, qala zinguriyên xwe û teqlîda mamosteyan dikir û heta ku çavên me tijî hêsr bûbûna, em tiq-tiq dikeniyan. Wê demê dinê ji me re xêr-xeber bû; newal, çîya, gelî, kaş û kendal, fetl û fatûl giş li ber çavên me mîna sîniyê bûn; dimûdûz. Xwîna me dikeliya; difûriya. Hema bila heqê di şûşeyên coca-cola di berîka me de hebûya, temam bû. Bavê min gotibû, “Ez tûrê parsê jî biajim milê xwe, gere ez kurê xwe bidim xwendinê.” Bi rastî jî bavê min li parsê hesilî, lê xwendina min..! Min heta çend quriş pere ji nav lepên diya xwe diçirpand, min wê dinê bi çavên serê xwe didît. Pirrî caran min û Şemalê bi diziya wî garsonê mûzer me hemû pereyên xwe dikir ser hev, hîn bi zor heqê fîşa wî temam dibû. Jixwe, dema perê me tunebûya jî em diçûn li ser wî zinarê li pişt mizgefta Hezretî Silêman rûdiniştin. Me lingên xwe pê re berdidan xwarê û em jor de li ava Dîcleyê mat diman. Ava çem mîna zumrud diçurisî; eynî mîna şûrekî qews î zivîn. Pozê me ji bêhna zebeşan tijî dibû. Heta ku roj biçûya ava û hemû refên kevokan ji keviya çem xatir bixwesta û vegeriyana wan koxên xwe yên texteyîn ên li ser xaniyên bajêr û heta ezana êvarê li hevraza wî aliyê çem jî olan bidaya, wê demê, em jî hêdîka ji cihê xwe radibûn û bi gavên hûrik me berê xwe dida alî mal. Em bi xwe ji tirsa pêxwas û qirixên Xançepekê nediwêriyan dakevin keviya çem, lê siya me wisa cêwî bi siya kelehê re diket hemberiyê û diçû heta ji zeviyê zebeşan jî dibuhirî. Gava em digihan serê kuçeya taxa me, êdî ez û Şemal em ji hev diqetiyan; wê, gavên xwe dijidand û min jî sist dikir. Çi dibe çi nabe, bila mezinên me bi me nehesin!
Rojekê ez bi tenê çûbûm nav wan bexçeyên li keviya çem. Wexta tûyan bû. Ez derketim ser darekê, min gulî daweşand; biniya darê bi wan tûyên reş î şîrîn, ku Diyarbekirî ji wan re dibêjin “Qere Hubur”, tijî bû. Cihê ji nişkava de çend pêxwas di min re derketin. Yekî ji wan, şûna kêrê aliyekî rûyê wî kiribû du felq; mirov digot qey sê-dêm e. Wan di cihê bîlaheq û bîlasebeb de ez bi têra xwe kutam. Qayişê nava min jî ji min girtin. Min qala vê meseleyê heta niha qet ji kesî re nekiriye. Jixwe ji Şemalê re min hîç qala lêdana xwe nedikir. Hîn nuh ji we re dibêjim. Berî niha min jî mîna her kesî lixwe danedanî ku bibêjim yekî ez kutame. Lêbelê, êdî ez qet şerm nakim. A ku bi serê min de hatiye, ew lêdana wan pêxwasan di mizgîna wê de diçe!
Min bi xwe heta niha ti cara li kesî nedaye. Lê min gelekî lêdan xwariye; ewil ji diya xwe, ji bavê xwe, ji birayên xwe, ji apan... Li eskeriyê jî min gelekî kutan xwaribû û jixwe, niha jî li îşkencexanan..!
Berê li taxa ku em lê bûn giş malên kurmancan bûn û em bitenê kirmanc. Nizanim bê çi ferq di nava me de hebû ku çi dema zarok, mêr û bi jinên wan ve çav bi min diketin, hema wê bigotana, “Zaza!” qey bi tenê ev bû? Na..! Digotin, “Zaza zaza, têjikê qaza! Zaza pîvaz! Kurd û pisqilêt, Zaza û cilêt! Çîzvîz nêzano, me perê xwe da to weno!..” Bi tenê zarokek wan jî bi min re hevaltiyê nedikir. Zenciyê zenciya me ez...
Ev dibe serê çend salan ku min ji Şemalê jî tu xebereke xêrê yan jî nexêrê, negirtiye. Ez nizanim çi bikim. Ez dikim ku dev li xwe bikim, lêbelê ti tiştekî jî ji dest min nayê. Roja ku çûye û bi vir de Şemal li nava dilê min şemal şemal dişewite... Çiqasî dixwazim hêviya xwe jê bibirrim, ji bîra bikim, lêbelê na. Hîç nabe. Hîn bêhtir bi min vedizeliqe. Min dixwe; dihelîne... Hinavê min eynî pêta agir. Dewxa min dihere. Xwezî ew gava ku Şemalê berê xwe da bilindahiya çiyan, min jî bida rê û biçûma. Çi fêde. Êdî ji dest çû. Nizanim niha sax e, mirî ye, birîndar e..? Kî dizane. Ev dibe çendik û çend nameyan ez jê re dinivîsim. Lê ka edres? Min hemû dane ser hev. Ger ez karîbim rabime ser xwe, ez ê gişa bibim di ser “Pira Dehçavî” re di avê de birêkim. Dibêjin ava Çemê Dîcle ji buhiştê za ye û dîsa diherike buhiştê... Jixwe, ger Şemala min mirî be, helbet niha li buhiştê ye. Belkî ev hemû nameyên ku min ji bo wê nivisîne jî, bi avê re herin û bikevin destên Şemala min. Hûn çi dibêjin? Nizanim hûn bawer dikin, an na? Ez bi xwe êdî ji tiştekî jî bawer nakim.
Ji pencerê dengê qire-cira zarokên ku li kuçê dilîzin, tê. Tev jî bi Tirkî xeber didin: “Nok hatin bajêr, bûne lebelebî!” Hemû jî wekî min koçberên gundan in. Em giş mîna hev in. Me li keviya van bajaran kon veda. Qey berê jî em awa bûn? Em li ser erdên xwe, di nav rez û bexçeyên xwe de bûn... Her malek û keriyek pez li ber derî... Ez wê bexçeya me bitenê jî nadim bi hemû malê dinê. Bihokên me hebûn, hah bi qasî serê min. Wisa zer dibûn, zer dibûn eynî mîna şemamokan; wisa bi av û miz. Ji ava çem jî bêhna bihokan dihat. Lê xoxên me..? Hêjîr, gûz, sêv... Payiza paşîn hinarên me bi şaxê ve dişeqiyan. Çiqasî şîrîn bûn.
Hespekî me hebû. Hespekî rewan. Min gelekî jê hez dikir. Eynî li ser dimirim. Rojekê min ceh berda ser kaya wî ya ku li afirê bû û ew jî bi fişşêniya firnika xwe re hefilîbû ser. Dema min ceh û ka tevîhev dikir, wî dev li pêçiya mina mezin î destê rastê kir; carrrînî bi min ket. Neynûka min ji binî ve qeliya bû. Hîn jî ew neynûka min wisa yek-kêlek derdikeve.
Li daweta kekê min î mezin me bûk li wî hespî siwar kir. Dema pêşiya berbûyan derketibû diyarê Pozê Meç, ez çawa bi bazdan çûbûm pêşiya qefla dawetê. Apê Heso di cih de hefsarê hesp kiribû nava destên min î piçûçanî. Bûk, di nava şaleke sor î malê Hîcazê de pêçayî bû. Temûziyeke kesk di ser rûyê wê de berdayî û çîteke zer jî di ser eniya wê re, li dora serê wê girêdayî bû. Dema em gihan ber deriyê me, bûkê, kûzek ji hembêza xwe deranî û li nava erdê xist; kûz perçe-werçe bû û şekirên sor î qulqulî, pereyên hesinî belav bûn. Zarokan mîna gurên birçî ji navê hildan. Dema ringe-ring bi ser sîlehan ketibû, min hefsarê hesp di nava destên xwe de hişk jidandibû.
Wan çaxan berf gelekî dibariya. Eynî bi qasî bejnekê. Her teref çîl-spî. Ew hespê me jî wisa çîl-spî bû. Eynî wek berfê. Me ji teriya wî mûyên dirêj dikişand û jê dam çêdikirin. Li hevraza Bêwanan bi qasî pelaseke cih berfa wir dida alî; erd reş dikir. Me wan damên xwe datanîn û hinek jî qûtê mirîşkan direşand ser û em dihatin mal, ji şibakê me li cihê damên xwe temaşe dikir. Ha ha, ew qijîneyên belûkxwir ên birçî wê bihatana ser. Hîna ku wan rebenan çend nekul li hebên garis nexistine, wê di nava dafikên me de bipirpitiyana. Wê hingê di nav odê de şîqînî bi ser me diket. Ji kêfa devê me diçû pişt guhên me. Xwezî me wisa nekira! Niha çiqas dilê min ji bo wan heywanên bêzar û bêziman dişewite.
Huçoyê Tûl pirr xweş dam dihunand. Gelekî zingur bû..! Çi firqûziyek li gund çêbûbûna, meheqeq pêçiya Huço tê de bû. Serê salê kîjan mal ew destvala vegeranda, wey li halê wê malikê! Wê demê em bi lingên xwas, bi tena kirasek li ser berfê digeriyan jî, dîsa bi me serma nedibû. Lê aniha, bi min gelekî sar e. Reqe-reqa diranên min e. Dixwazim hema bi xew ve herim û qet ranebim; heta bi heta... Ez nizanim Şemala mina narîn çawa li ber ew sermaya çiyan liberxwe daye. Bi wan destên xwe yên piçûk î nazik çawa rahijtiye keleşekê û gelo bi ew tilîka xwe ya barîçek tetika çekekê kişandiye? Ez bawer nakim. Na..! Hi i! Qet nakeve serê min. Nizanim ku ez jî biçûma, min ê karîbûya berîkek berdaya singê yekî? Ecêb..! Ev yek nahatibû bîra min.
Ew zemanê ku em li gundê xwe bûn, dema zaroktiyê, min û Şemalê me pev re dilîst. Em jî şivanê karik û berxikan bûn. Rojekê me çêlekevokeke yabanî ya birîndar di nav deviyan de tît. Baskê wê î çepê şkestî bû; bêmecalê nikarîbû bifirre. Me bi xwe re anî mal. Lêbelê wî xoneyê bêînsaf di heman şevê de keysa xwe lê anîbû û ew kevoka reben xwaribû. We bidîta bê çavên wê çiqasî xweşik bûn. Melûl melûl li me dinihêrî; mîna ku laveyan bike. Wê demê qefeseke kewan li mala me hebû. Cotek kew tê de bûn; kewnêr û mariyek. Şefeqekê çi xweş dixwendin. Nizanim ji çi sebebî bû, ku ewa marî nexweş ketibû. Bavê min ew şerjêkir. Piştî wê kewnêr ekisî; ji kerbên hevala xwe nekul li dendika qût nedixist. Demekê bi şûn de bavê min ew jî şerşêkir. Tê bîra min, diya min pûrt kirin û pehtin. Min devê xwe bi goştên wan nekir. Ji bilî min gişa goştê wan kewan xwar. Pirr gunehê min bi wan hatibû. Ez çûm Newala Keşîş, min pişta xwe da ew qocê dara behîvê, ew dara ku nizanim bê kengî birûskê lêdabû û ji bo wan kewên me ez bi têra xwe giriyabûm.
Ez tênagihêm bê çima însan diçin wan teyr û tilûrên bêguneh û masûman tînin dikin qefes. Mesela, çima mar û kormişk û dûpişkan nakin qefesan?
Tê bîra min. Şemal jî pêhesiya û dilê wê teng bû. Jixwe min ji çi hez bikira wê jî hez dikir û min ji çi nefret bikira, dîsa wê jî dikir. Wê demê min û Şemalê me li ber karikan ji xwe re banik çêdikir. Min ji pîvokan tacegul çêdikir û dida ser serê wê. Lêbelê zaroktiya me nîvco ma û hemû hêviyên xwe me di nav xirbeyên kavil î şewitî de hiştin û em reve-rev reviyan. Û êdî jîyanê hemû rûyên xwe yên çirkîn bi şanî me da. Hûn dibêjin ev jiyan çiye gelo? Perr û baskên wê henin di hembêza mirinê de? Yan jî hesteke xerîb e di nav dilê teyreke mihacir de..!
Bêhna min hingî teng bûye. Ez di xwe re nabînim ku rabim camê pencera xwe jî vekim. Jêgerin. Bila qetûqe girtî bimîne. Naxwazim ew hêwirza kuçeyê bê guhên min. Jixwe êdî rûyê min nagire ku ez yekî bibînim. Dibêjim qey ew tiştê ku wan li ew hucreyên tarî bi serê min de anîne giş pê dizanin. Hîn nuh têdigihêm ku Şemal çima wisa ji min direviya û ji nişka ve winda bû.
Berî ku Şemal bê girtin, jixwe me jî êdî zêde guh nedida dibistanê û dersên xwe. Goya me dixwend! Lêbelê hemû wextê me di nav komel-momelan de dibuhurî. Me dikir û nedikir em nikarîbûn hînî jiyana bajêr bibin. Her tişt ji me re bîyanî dihat. Me hemûyê hêrsa xwe li dilê xwe dida ser hev û dû re li meydanan vedireşand. Me kulmên xwe dijidand û heta ji me dihat em diqîriyan. Pirrî caran me bi zor xwe ji destên wan xilas dikir. Lêbelê ew cara paşîn min bi çavên serê xwe dît ku Şemal devrû çû erdê. Lingek wê jicî çûbû. Nedikarî bireve. Dema bi ew porê wê î dirêj de girtibûn û di erdê re kaş dikirin, min digot qey erd û esman li ser serê min hatine hev. Lêbelê ti tiştekî jî ji dest min nedihat. Ger ez bi ser de biçûma wê min jî bigirtana! Ma ne wisa ye qedrê Xwedê?
Tam duwanzdeh roj me ti xeberek jê hilneda. Dema ji îşkenceyê derket û hate mal rûyê wê î gilover zipîzer bû. Ger yekî dest biavêta serê pozê wê di cî de can dida. Mehek zêde ji hundir dernekete derve. Awirên xwe ji me diveşart.
Ez rojekê çûm mala wan. Di nav cîyan de bû. Giriyabû. Çavên wê yên kevzîn bûbûn mîna sotika agir. Bi tenê peyvek jî ji devê wê derneket. Mîna ku ziman-girtî be. Min digot qey ji min xeyidiye, lêbelê awa nebû. Bi tenê diya wê tê derxistibû ku mesele ji çi ye!
Piştî ku Şemal ji navê winda bû, ez her tim diçûm ser wî zinarê li pişt mizgefta Hezretî Silêman, ew cihê ku ez û Şemal her gav diçûn li wir rûdiniştin. Bayê bakûr bi xwe re ew bêhna wê ya helbestîn dianî û li ser û çavê min direşand. Lêbelê îsal ez çiqasî çûm wir û min çendik û çend caran destên bê ramûsan jî, lê ew bêhna mexsûs î Şemala min wî bi xwe re neanî û negihande ber bêhna min.
Ev nameya mina dawîne ku min ji Şemala xwe re nivîsandiye:

"Şemala min!

Helbet rih şîrîn bû, dema mirin bi mirin dimeridîn birayên me yên bejin-xerz î şitil-tihokîn, me hemû xewnên xwe li hêlînên çivîkên kedîbûyî yên di qulên dîwarên herrînî î rizandî de li nav lepên mar û dûpişkên bêînsaf de hiştin û dema her kesî di nav wê bêhna kizîro de destên xwe ber bi ezman ve vedikir û hawara xwe digihand dergeha şêx û mişayixên xwe yên mişextiyên zemanên qedîm, em her yek ji xwe re ketibûn bin bextê çareya serê xwe, me bi lêvên xwe yên melisandiyên masûm duayên vala barandin, nifirên bêziman rijandin ser gevzika riyan û karwana rêçên me yên xwas şahidiya reva me dijkir, çengek hêviya bênav li ber dilê me, di nav bibîkên çavên me de jî hêrseke bêsermiyan, me hefsarê xwe da destê qedereke kor û em ketin ser rê û şiverêyên nenas...
erê şemala min, berêvarkî teng û tehl bû êdî ji emrê me î mayî dema lalîtî û nefamiya awirên xwe yên ku me ji pêsîrên xebroşkên şevên dirêj î bêstêrk ên wan zivistanên ku mîna dilê me spî, nisilî bûn, ku me ji nav agirê gund revandin û helbet min jî û te jî bi çarenûsa wê xebroşka kevn nedizanî, ku dawiya dawî nêçîrvanan li nav keriyên xezalan ji ew karxezala naşî û nefama kaş û kendalên çiyayê lîs re dam û dafikên hesûs datînin û gava ew karxezala me ya birîndar bi wî dilê xwe î xeşîm ber bi zelaliya ava sar î çemê çewtela gêr dibû û dawiyê bêçare, bi wan çavên xwe yên melûl xwe diavêt bin bextê bêbextiya seydvanan û helbet me bi hev re her tim aliyê siyabend û xecê dikir, me bi çavên xwe yên şil ji ezmannan baran dibarand nava destên xwe yên piçûçanî da ku mirad di çavên evîndarên çiyayê sîpanê de nemîne, lêbelê ew mîratê gakovî di nefesa xwe ya dawîn de aqba xwe jî dianî bi serê evîndarên me de û ji wê rojê bi vir de ye ku nalîna birîndarên me yên bêmirad di mesîl û mesîlikên xewle û xalî de olan dide û helbet em jî sîyabend û xeca xebroşka xwe bûn di bin siya dara darbenavê de, dema di qiyala dana nîvro de kavirê kur da pêşiya keriyên pez û zinge-zinga zingila stûyê wî di guhên me de çingiya, wê demê mîna ku çivîkeke kûvî ya gurk serê havînê ji ser hêlîna xwe bifirre û têjikên wê bibin navroja marê reş, hemû xeyalên me jî wisa di bin banikên me de hilweşiyan û bi bêbextî û xayintîya kor re mîna barana nîsanê nifirên xwuşka pepûgê li me bariyan û me di çendik çend şevên eydiyan de kevir avêt ber dilê xwe û me ew geza dawî ya nanê di dest xwe de jî firikand û avêt ber wan çivîkên yabanî, da ku ji xezeba wan zivistanên, ku berfa xwe mîna kayê direşînin, xwe bigihînin hawara biharan û me kerî bi kerî dilê xwe avêt bin zimanê teyrê sîmirr ji bo xatirê mîrza mehemedê me î ku di bin heft tebeqên erdê de ew dêwê heftserî î li serçaviya ava bajarê ew pîra bêdiran de bikuje, keça şahê maran li xwe mar bike û xwe bigihîne hembêza xewnên me, lêbelê heta em hay li xwe bûn ku êdî dil bi me ve nemaye û em mîna nokên li ser tehtan bûne qûtê qijakên çemên nenas û jixwe, em her yek lehengên çîrokên xwe bûn di nav geliyên xwe yên bêbinî de û heta em li keviya bajarên xerîb bûn mêrkujê mêraniya xwe ya kûvî jî...

Delala min!

Ji wê roja ku te berê xwe da derbend û çiyayên asê û pişta xwe da nûbara xewn û xiyalên me û bi virde ye ku bêxwediyê vî bajarî ji min re xirûxalî ye û ez baş dizanim ew dara bihokê ku bêhna xwe dabû ew porê te î lacîwerdî êdî ji bêaviyê hişk bûye, lê niha tu baş bizanîbe ku ew hemû xiyalên me jî, min li bin kela diyarbekir wisa bê kêl û bê gorr; bê nîşan veşartine.
Şemala min, ez gelekî baş dizanim ku ew çavên te yên kevzîn di riya min de ne, va ez têm kulîlka min, ez têm...”



----------------------------------------
* Ev çîrok (REM = REV)serê pêşîn bi zarava Kirmanckî (Dimilkî, Zazakî) hatiye darijtin û di pey re, dîsa ji alî nivîskar ve li Kurmancî hatiye wergerandin.

Heger rexnên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re emailekê ji me re rêke: info@amude.de



copyright © 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]