|

JI EDÎTOR

KONÊ REŞ: Mîr Celadet Alî Bedir-Xan I

SÎRWAN HECÎ BERKO: Raporek ser "Yekîtiya nivîskarên Kurdistan (rojava) li Elmaniya"

MARCEL PROUST: Mirina Baldassare Silvande IV

TÎRÊJ: Cam û piyal

ADAR JIYAN: Jiyan nayê taloqkirin

CÎHAN ROJ: Mînanî biloqînên ji bêriya te

KEMAL NECÎM: Heft çîrokên şevekê

BÊWAR IBRAHÎM: Çend wêne-helbest

ADAR JIYAN: Hêza gotinê

MARUF YILMAZ: Hevpeyvîn bi Firat Cewerî re

BÛBÊ ESER: Divê em haydarî ciwanên xwe bin!

EVDILE KOÇER: Henekê çi, halê çi?

HELÎM YÛSIV: PIRS Û BERSIV

GULÎZER AMEDÎ: Çû

SALIHÊ KEVIRBIRÎ: Te mistek ax dixwest, niha tu bi Xerzan re dizewicî!

XEMCIVÎN: Henasene azad

QADO ŞÊRÎN: Hevpeyvîn bi zarokekî kurd re

A. BALÎ: Mele Ehmedê Palo

RECEP DILDAR: Bayê evînê

ARILD NYQUIST: Ji toreya Nerwîciyan..

CANKURD: Neyaro! Em her hene

ROŞAN LEZGÎN: Rev

DILŞA YÛSIF: Tenê me

AZER OSÎ: Demsala dil

DIJWAR NASO: Em te jibîr nakin!

EBDULHELÎM MELA MIHEMED: Ji Mister Tonî re

ŞÊRKOH HOPO: Amûdê

YOUNIS BAHRAM: Yarê

QADO ŞÊRÎN: Yara jibo nivînê

SÎRWAN HECÎ BERKO: Xewnek sêwî

XEMCIVÎN: Tenahiyê

 EDÎTOR
ERŞÎV
 LÊGERÎN
PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ

Malpera Amûdê bike malpera xwe ya destpêkê

|
|
Nav: Sozdar
Bûyîn: 27/08/1987
Dersxane: Havo 2
Email: shosiyar@hotmail.com
Navnîşan: Zwanwbloemlaan 24, 6832 HG Arnheim, Holland
Kurte jiyan: temenê min du sal û nîv bûn ez li gel malbata xwe penaber bûm û niha ez li Hollanda dijîm.
Pirs 1: Ji roja hûn penaber bûne tu vegeryayî welat?
Bersiv: Ez hîn venegeryame, lê nêzîk ezê vegerim da ez welat û mirovên xwe bibînim, çimkî ez li wir hatime
dunyê û her wê bimîne welatê min.
Pirs 2: Ko tu rojekê vegere welat, tê çi ji zarokên welat re bêje ?
Bersiv: Ezê bibêjim ko ez şano li welatên biyanî çêdikim û bi kurdî dixwînim û dinivîsînim.
Em Newrozê jî pîroz dikin û em Kurd dirin serdana hevdû û em zarok pir bi ya dê û bavê xwe dikin.
Pirs 3: Çi çalakiyên te yên nû hene ?
Bersiv: Ez bi kurdî û holendî çîrokan dinivîsînim û min gelek şahnazî jî ji bo wan girtine
û min di gelek şanoyan de lîstiye, bi taybetî rola mîr min lîstiye, ev jî em li dibistanê çêdikin.
Pirs 4: Dê û bav bi zarokên xwe re gerek çawabin ?
Bersiv: Bi kurdî bi zarokên xwe re biaxifin, da zarokên wan ji wan re bimînin kurd,
û me re bi xwe re bibin Newroz û deverên kurdayetî.
Pirs 5: Tu çawa fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bûyî ?
Bersiv: Bavê min dersên kurdî dane min û diya min jî çîroken kurdî ji min re digotin,
lê bi xurtî ez li dibistana kurdî fêr bûme.
Pirs 6: Tu çi pirtûkan bi kurdî dixwînî ?
Bersiv: Min çîrokên zarokan xwendine wek Rindo.
Pirs 7: Tu zarokên Holendiya bi kurdayetiyê dide naskirin ?
Bersiv: Belê û gerek em zarokên Kurda hemû wisa bikin da zarokên
Holendiya Kurdistanê nas bikin, helbet ew jî wê ji dê û bavê xwe re bêjin.
Pirs 8: Li dawî tu çi dixwazî ji zarokên Kurda re bêje ?
Bersiv: Bila bi zimanê kurdî biaxifin û bizanibin ji kû hatine.
Ez bi hêvî me ko kovar û pirtûkên kurdî ji bo zarokan jî derkevin û belav bibin.
|
|
Heger rexnên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re emailekê ji me re rêke:
info@amude.de
|
|