NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 11 - 21.12.2001


JI EDÎTOR
KONÊ REŞ: Mîr Celadet Alî
Bedir-Xan I

SÎRWAN HECÎ BERKO: Raporek ser "Yektiya nivskarn Kurdistan (rojava) li Elmaniya"
MARCEL PROUST: Mirina Baldassare Silvande IV
TÎRÊJ: Cam piyal
ADAR JIYAN: Jiyan nay taloqkirin
CÎHAN ROJ: Mînanî biloqînên ji bêriya te
KEMAL NECÎM: Heft rokn şevek
BÊWAR IBRAHÎM: Çend wêne-helbest
ADAR JIYAN: Hêza gotinê
MARUF YILMAZ: Hevpeyvîn bi Firat Cewerî re
BÛBÊ ESER: Divê em haydarî ciwanên xwe bin!
EVDILE KOÇER: Henek i, hal i?
HELÎM YÛSIV: PIRS Û BERSIV
GULÎZER AMEDÎ: Çû
SALIHÊ KEVIRBIRÎ: Te mistek ax dixwest, niha tu bi Xerzan re dizewic!
XEMCIVÎN: Henasene azad
QADO ŞÊRÎN: Hevpeyvn bi zarokek kurd re
A. BALÎ: Mele Ehmedê Palo
RECEP DILDAR: Bayê evînê
ARILD NYQUIST: Ji toreya Nerwciyan..
CANKURD: Neyaro! Em her hene
ROŞAN LEZGÎN: Rev
DILŞA YÛSIF: Tenê me
AZER OSÎ: Demsala dil
DIJWAR NASO: Em te jibr nakin!
EBDULHELÎM MELA MIHEMED: Ji Mister Ton re
ŞÊRKOH HOPO: Amûdê
YOUNIS BAHRAM: Yarê
QADO ŞÊRÎN: Yara jibo nivn
SÎRWAN HECÎ BERKO: Xewnek sêwî
XEMCIVÎN: Tenahiyê


EDÎTOR
ERŞÎV


LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ



Malpera Amd bike malpera xwe ya destpk

Malpera Amûdê
  Mele Ehmedê Palo
A. Balî






Mele Ehmedê Palo Mele Ehmedê Palo li Kurdistana bakur di sala 1920´an de nêzîkî bajarê Palo, li gundê Sêreçurê ji dayik bûye.
Di zaroketiya xwe de dê û bavê xwe winda dike; sêwî dimîne. Jiyana wî di nav belengazî û perîşaniyê de derbas dibe. Dixwaze ko bixwîne, lêbelê mercên xwendinê nabîne. Ji bo vê sedemê jî carcaran ji mal direve, berê xwe dide bajarê Swêrekê. Newal û kortalan dibîne, li deşt û zozanan dibe mêvan. Paşê ew dibe rêwî û li Kurdistanê digere. Li hin ciyan dibe mêvan û li hin ciyan jî dibe şivan.

Di pazde saliya xwe de bi nexweşiyeke giran dikeve. Li dor du mehan di nexweşxana Mêrdînê de radikeve. Di pey ko ji nexweşxanê derdikeve, berê xwe di de Binxetê û demekê li Dirbêsiyê dimîne. Di sala 1935´an de diçe Qamişlê. Û ji wir jî diçe gundê Wêsîkê şûnûwar dibe. Li vî gundî ew jî wek seydayê nemir dibe şivan. Seydayê Cegerxwîn jî bi şivanî û gavaniyê dest bi xwendina xwe kiribû. Ew jî bi rêyek wiha de dimeşe. Bi mele û feqeyan re hevaltiyê dike. Di wê demê de hînî xwendin û nivîsandinê dibe û zanîna xwe roj bi roj zêdetir dike. Bi taybetî li ser rêzimana kurdî radiweste û xwe perwerde dike. Dibe mamosteyê xwe. Ji bilî zimanê kurdî xwe hînî erebî , tirkî û farisî jî dike. Lêkolîn û lêgerînên xwe li ser wêje û dîroka Kurdistanê pêş de dibe. Di wê demê de dest bi helbestên kurdî û nivîsandinê dike. Heta roja xwe ya dawî vî karî didomîne.

Mele Ehmed ji gelê xwe re melayetî dikir, gel ji xewê hişyar dikir. Dîwana xwe ya ko bi navê Dewr û Gera Kurdistanê di van deman de nivîsandî ye.
Mele Ehmed, paşê, mirovên ko rêzaniya kurdî dizanîbûn nas dike û dibe hevalbendê wan. Dema ko di sala 1935´an dekomeleya Zanist û Alîkariya Kurd hatibû damezirandin, ew jî bûbû rêvebirekî komeleyê.
Emrê xwe yê dawî li Lûbnanê, li bajarê Beyrûtê derbas dike. Di sala 1991, meha Adarê de, diçe ser heqiya xwe.

Mele Ehmedê Palo di 71 salê jiyana xwe de, diwazde berhemên giranbûha afirand û ji me re hiştin. Çi mixabin, ji wan berhemên giran, bes dîwana wî ya bi navê "Dewr û Gera Kurdistanê" di sala 1994´an de bi tîpên latînî hatiye çapkirin. Heger hin lêkolînevan û hin çapxane li wan berhemên hêja xwedî derkevin, bêguman gencîneyên pirtûkxanên Kurdî dê hîn dewlementir bibin.

Berhemên Mele Ehmed yên çapnebûyîn:
Tarîxa Kurdan, şano (bi şîweyê helbestê hatiye nivîsandin. Dema ko dike çap bibe li çapxanê de tê girtin û winda dibe. Nûser bi tîpên erebî heye.), Ferhenfga Kurdî-Tirkî, Farisî û Erebî bi tîpên erebî ji bo çapê her amade ne.

-----------------------------------------------------------------
BILBILÊ XEMGÎN Û WELATÊ ŞÊRÎN

Carekî hatî gumanê, hilkişîme ser çiyan
Ronî da roja cîhanê, jê dibînim her ciya

Ko cihek ava û şîn e, rind û şêrî û delal
Rengareng tê de civîne, nivşê daran û gulan

..........................

-----------------------------------------------------------------
Ji kovara ÇIRA (hejmar 9/1997, r. 34-35) hate wergirtin.

Heger rexnên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re emailekê ji me re rêke: info@amude.de



copyright 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]