NIVÎS KOVARA NIVÎS KEW
Kovara malpera Amûdê - mehane, çandî, wêjeyî û hunerî Hejmar 11 - 21.12.2001


JI EDÎTOR
KONÊ REŞ: Mîr Celadet Alî
Bedir-Xan I

SÎRWAN HECÎ BERKO: Raporek ser "Yektiya nivskarn Kurdistan (rojava) li Elmaniya"
MARCEL PROUST: Mirina Baldassare Silvande IV
TÎRÊJ: Cam piyal
ADAR JIYAN: Jiyan nay taloqkirin
CÎHAN ROJ: Mînanî biloqînên ji bêriya te
KEMAL NECÎM: Heft rokn şevek
BÊWAR IBRAHÎM: Çend wêne-helbest
ADAR JIYAN: Hêza gotinê
MARUF YILMAZ: Hevpeyvîn bi Firat Cewerî re
BÛBÊ ESER: Divê em haydarî ciwanên xwe bin!
EVDILE KOÇER: Henek i, hal i?
HELÎM YÛSIV: PIRS Û BERSIV
GULÎZER AMEDÎ: Çû
SALIHÊ KEVIRBIRÎ: Te mistek ax dixwest, niha tu bi Xerzan re dizewic!
XEMCIVÎN: Henasene azad
QADO ŞÊRÎN: Hevpeyvn bi zarokek kurd re
A. BALÎ: Mele Ehmedê Palo
RECEP DILDAR: Bayê evînê
ARILD NYQUIST: Ji toreya Nerwciyan..
CANKURD: Neyaro! Em her hene
ROŞAN LEZGÎN: Rev
DILŞA YÛSIF: Tenê me
AZER OSÎ: Demsala dil
DIJWAR NASO: Em te jibr nakin!
EBDULHELÎM MELA MIHEMED: Ji Mister Ton re
ŞÊRKOH HOPO: Amûdê
YOUNIS BAHRAM: Yarê
QADO ŞÊRÎN: Yara jibo nivn
SÎRWAN HECÎ BERKO: Xewnek sêwî
XEMCIVÎN: Tenahiyê


EDÎTOR
ERŞÎV


LÊGERÎN

PIRTÛKA MÊVANAN
LÎNK
E-KERT
NÛÇENAME
E-MAIL
NAVNÎŞAN
ALÎKARÎ



Malpera Amd bike malpera xwe ya destpk

Malpera Amûdê
  Mîr Celadet Alî Bedir-Xan
di navbera polîtîk û rojnamevaniyê ve

Konê Reş





Konê Reş

"Heçî em Kurd, me zimanekî delal heye û em pê diaxifin, piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin.
Bi tenê divêt em hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletekî, êdî ne bi tenê wezîfeke şexsî ye, lê wezîfeke milî ye jî.
Heçî bi vê wezîfê ranebûne, wezîfa xwe ya milî pêk neanîne û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bi hesibîne, divêt ko bi kêrî wî bê.
"
                                         Mîr Celader Elî Bedirxan
                                         Hawar, hejmar: 40/1942


Di nav rûpelên dîroka Kurdan de, dareke şîn hat, kok û rehên wê, rewa xwe ji xaka Kurdistanê dimêt. Darek kevnarî dû çiqlî bû, her çiqliyek ji çiqliyên vê darê berekî fêkî (mêwe) û êmîş dida. Ev dar bi ava çem û cûbarên Kurdistanê dihat avdan. Navê vê darê Celadet Alî Bedir-Xan bû.

Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, evê ko di roja 15-07-2001ê de me bîranîna koçkirina wî ya (50) salî bibîr anî, vî lehengê kurd, jiyana xwe li ser du eniyên şer, di ber mafê gelê xwe de xerc kiriye.
Di destpêkê de, bi siyasetê mijûl bûye, û hêza xwe di şerê polîtîkî de mizaxtiye, paşê û piştî ko tev derfetên polîtîkî û şoreşgerî li ba hatine girtin, berê xwe daye eniya rewşenbîrî û rojnamevaniyê û tev jiyana xwe jê re terxan kiriye.
Di vê bîranînê de, ezê li ser van herdu eniyên bingehîn di jiyana Mîr Celadet de rawestim. Tevî ko herdu mijar hêjane lêkolînek dûv û dirêj.

1- Eniya polîtîkî

Bêguman Mîr Celadet Alî Bedrirxan di destpêka jiyana xwe de pîş bi siyasetê kiriye û pê mijûl bûye. Siyaset ji yekî wek wî re, her tişt bû, wek nan, av û hewayê bû, ji ber ko ew mala tê de hate xwedîkirin û mezin bû, dibistanek azadîxwazên kurdayetiyê bû...
Di wî heyamî de, bavê wî "Emîn Alî Bedir-Xan" si siyasiyên Kurdan yên herî sereke û berz bû. Li Stenbolê hem jî ji berpirsiyarên Kurdan yên herî jîr û zîrek bû. Mirov dikare bêje ko piştî koçkirina dawî ya "Mîr Bedi-Xanê Botî" di sala 1868´an de li Şamê, barê malbata Bedir-Xaniyan yê dûr û dirêj, ket ser milên kurê wî Emîn Elî, bavê Celadet Bedir-Xan.
Vêca ne tenê Emîn Alî xwe wek berpirsiyarê malbata Bedir-Xaniyan didît, belê pê re jî dihat naskirin wek berpirsiyarê Kurdan. Û bi rast wilo bû, her ew bi duv doza gelê xwe de dibeziya...
Ji encamên vê berxwedana wî dostanî bi rekeberên Sultan Ebdulhemîd re danî, ew ên ko di sala 1898´an de komela "Hevgirtin û Pêşketina Tirkan" sazkiribûn. Ji çar kesên jîr û zîrek ko ev komele damezirandibûn, dido ji wan kurd bûn û herdû jî, dostên herî nêzîk yê Emîn Alî bûn, yek ji wan Dr. Abdella Cewadet û yê din Ishaa Sikûtî bû. Mirov dikare bêje ko dor 10 salan Kurd û Tirkan bi hevre xebat kirine, ango ta sala 1908´an. Di vê salê de, Tirkên ciwan di holê de hatine xuyakirin û Sultan A. Hemîd neçar bûye ko pêşî bi destûrê sala 1876´an bike, ango "Huriyet, Edalet û Misawat". Piştî berdest-kirina vî destûrî, rê li ber Kurdan jî hate vekirin, ko bi rengekî berfireh doza mafê xwe bikin û di ber de xwe biwestînin.
Hingê temenê mîr Celadet 15 sal bû, mîr Celadet di wê biçûkaniyê de li kêleka bav, ap, bira û pismamên xwe sekinîye, di gel gelek welatparêzên Kurdan yên mayîn û bi wan re beşdarî avakirina û sazkirina piraniya komeleyên kurdî li Stenbolê bûn, ango ji sala 1908 ta 1922´an.
Wek ko min got , mîr Celadet Bedir-Xan di dibistana bavê xwe Emîn Alî de hatiye xwedîkirin û bi giyanekî kurdperwerî mezin bûye. Ew bavê ko zarokên xwe di dibistanên herî bilind de li Stenbolê bi xwendin û zanîn didan û di warekî kurdheziyê de ew perwerde dikirin, û her dem û gav ev gotina bavê xwe "Mîr Bedir-Xanê Azîzî: 1802-1868" di guhê zarokên xwe de digot:
"... Ez ditirsim ko hûn di nav Tirkan de zimanê Botan jibîr bikin. Yê ko zimanê xwe jibîr bike, ne kurê min e.."
Mîr Celadet jî, wek bavê xwe Emîn Alî, û bapîrê xwe mîr Bedir-Xan Botî, ji çaxê ko bîrwer bûye, dest bi siyasetê kiriye û pê mijûl bûye û weha bi refên welatparêzên Kurdan re firiyaye...

Di sala 1908´an de, piştîko Sultan A.Hemîd piş bi destûr kiriye, netewên Impratoriya Osmanî bi hêvî bûne ko her netewek di ber mafê welatiyên xwe de ka û xebatê bikin, û weha rê li ber Kurdan jî hatiye vekirin û rewşenbîrên Kurdan jî kêmayî nekirine. Wan jî wek rewşenbîrên miletê din xwe di ber mafê gelê xwe dewestandine û gelekî li ba xwe dane. Di serê wan rewşenbîran de malbata Bedir-Xaniyan bûn û ji malbata van yê sereke Emîn Alî Bedir-Xan bû.
Ji hingê ve, mîr Celadet bi bav, ap, bira, pismam û gelekên din ji welatparêz û evîndarên kurdayetiyê re sekinîne û bi wan re beşdarî avakirin û sazkirina piraniya komele û saziyên ko li Stenbolê hatine damezirandin bûye, wek: Komela teawin we tereqî kurdî
Komela kurdî ji bo belavkirina zanînê
Komela tealî Kurdistan

Di sala 1919´an de, ew û birayê xwe Kamîran û Ekremê Cemîl Paşa û Fayia Tewfîq (Pîremêrd) ji Silêmaniyê di gel mêcer Newêl yê ingilîzî li ser daxwaza "Komela tealî Kurdistan" bi gerekê rabûne di Kurdistana bakur de da ku Ingilîz daxwazên Kurdan nas bikin, berî ko peymana "Sîverê: 1920" bê morkirin di navbera hevalbendan û dewleta Osmanî de...
Di sala 1922´an de, lebatekî veşartî bû di "Komela Azadî" de, ew komela ko li Erzeromê hatibû damezirandin di bin serokatiya Xalid begê Cebrî de.

Di salên xwendinê de li Elmaniya, pêwendiyên wî bi Adolf Hitler û hevalên wî re çêbûne, ta ko di dawiya sala1924´an de piştî ko Hitler ji zindanê hatiye der, daneyeke ji pirtûkên xwe ya "Berxwedana min" bi diyarî pêşkêşî mîr Celadet Bedir-Xan kiriye.
Di sala 1927´an de, ew ji hindamên sereke bû ji avakirina komela "Xoybûnê" li Beyrûtê.
Di sala 1931ê de, di bin ra û tevdira wî de "Civaka arîkariyê ji bona Kurdên belengaz li Cezîrê" hatiye danîn. Di gel ko di sala 1919´an de li kêleka mamê xwe Xelîl Ramî Bedir-Xan, yê ko wê hingê waliyê Meletyayê bû, sekiniye, di serhildana Meletyayê de..

Di sala 1925´an de, ji Elmaniya xwe bi şoreşa Şêx Seîd Pîran ve gihandiye, ew şoreşa ko ji encamên komela "Azadî: 1922" û komela "telaî Kurdistan: 1918" pêk hatibû. Lê mixabin, şerkeşên şoreşê, ne di çax û demên wê de destpêkiribûn..

Di salên 1927-1930î de, gelek kar, bar û xebatên polîtîkî û diplomatî ji bo komela Xoybûnê û şoreşa Araratê kirine, ta ko di dawiyê de beşdar jî bûye..
Lê mixabin, piştî têkçûna şoreşê, xwe li Tehranê, li Şah Riza Pehlewî girtiye. Lê Şah tu hêvî nekirine destê wî de. Vêca mîr Celadet maye wek penaberekî polîtîkî di navbera Îran, Iraq, Libnan û Sûriyê de, û li saziyên hikûmeta firansî ya ko desthilat bû, ew kirine bin rûniştina zorê de li Şamê, di gel geleke welatparêzên Kurdan...

Mirov dikare bibêje, ko ji roja ko mîr Celadet bîrewer bûye û ta sala 1931ê, pîş bi siyasetê û karê dîplomasî kiriye û bi rengekî aktîv pê mijûl bûye. Xwestiye di rêka siyasetê û şerê çekdarî de mafê gelê xwe yê windayî pêk bîne, lê sed mixabin, piştî gelek hewldan, bizav û çalakiyên bixwîn, sirgûn û mişextiya welatên fûr û xerîb û koçkirina dawîn ya bav, ap, bira, pismam, dost û hevalên kurdayetiyê, di sirgûn û zîvaziyan de û nemaze piştî têkçûna şoreşa Araratê, ya ko hêviyên mîr Celadet Bedir-Xan gelekî pê mezin bûn.. mîr Celadet carek din serê xincera xwe sûtiye, kiriye pênûseke zêrîn û bi wê pênûsê bi rondikên çavên Kurdan kul, êş û janên wan nivîsandiye û weha eniya siyasetê li paş xwe hiştiye û berê xwe daye eniya ziman, çand û rewşenbîriya kurdî ya giştî, û di 15 gulana 1932´an de hawar û gazî Kurdan kiriye, di nav rûpelên kovara xwe Hawarê de, bi wan tîpên latînî yên ko wî ji zimanê kurdî bijartine, piştî xebatek ko 13 salan pê re dûm kir û weha gotiye:

"Hawar dengê zanînê ye, zanîn xemnasîne, xemnasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko ziman şertê heyînê a pêşî ye.."


(Perçeyê didua li ser eniya mîr Celade ya rojnamevanî di hejmara 12´an de derdikeve)

Heger rexnên te li ser vê berhemê hebin, ji kerema xwe re emailekê ji me re rêke: info@amude.de



copyright 2000-2001 amude.de [ info@amude.de ]