Ji bo bîranîna yekemîn salvegera koça dawîn a Mehmûd Baksî nameyeke keserkûr
Xalo!
Te ji min qewimîn û pêşketinên dawîn dixwest, min jî li gorî qeweta xwe ji
te re digotin. îro min biryar girt ku ez behsa çend tiştan; ne bi riya
telefonê lê bi riya nameyê ji te re bidim kifşkirin.
Tê bîra te, te ji min 3 kîlo penîrê sîrikirî yê Sêrtê, 2 kîlo qelî û mistek axa
Xerzan xwestibû? Bibore, ez bi van xwestekên te keniyabûm. Min baş ji te
fêm nekiribû. Rast e, 30 sal tu ji warê Xerzan, ji Kela Siphiyê dûr ketibûyî û
di ‘Welatê Wîkîngan’ re derketibûyî, lê çawa ku tu îro ji ser bênderên Hezo û
Misircê hatibî, kurdewar û xakparêz bûyî.
Te mistek ax xwestibû lê min bi cih neanîbû. Lê ez bawer im ku tu ne xembarî.
Ji ber ku te mistek ax xwestibû, niha tu bi axa Xerzan re dizewicî....
Piştî du rojan em xwarzî, birazî û şagirtên te beşdarî daweta
te, zemawenda te dibin. Niha me xeberek wergirt ku ‘Pêxwasên Diyarbekirê’ dev
ji satorên xwe berdane û amadekariya daweta te dikin....
"Deh salên min ên pêşî bi xirecir, bi axîn û oxîna welat derbas
bû. Çiqas diçû ez ji warê xwe, ji gel û çanda xwe dûr diketim. Ez ne kurd, ne
jî swêdî bûm ango ez hem ji dêrê, hem jî ji mizgeftê bûbûm. Ev sergêjiya min
heta sala 1980'yî dom kir. Lê şens û talih rojekê li rûyê min keniya, dê û
bavê min hatin ba min. Hatina wan ruh, can, heyecan û kêf da min. Gava ku wan
ji min re behsa welêt dikir, her wisa gotin dihat ser Mala Eliyê Ûnis jî. Rojekê
bavo ji min re got: 'Heta tu kitêbekê li ser Mala Eliyê Ûnis nenivîsî, ez te
efû nakim!' Ji ber ku her tişt li ber çavê bavo qewimîbûn. Kuştin,
darvekirin, gundşewitandin, gulebarankirin. Xezebeke mezin ketibû dilê
bavo. Pir caran, hêsir ji çavên wî dibariyan..."
Belê te wisa digot mamê min, xalê min û mamosteyê min ê delal Mehmûd Baksî.
Xwesteka te ya li ser nivîsandina 'Romana Mala Eliyê Ûnis' çiqas bilind bû.
Romana me piştî cejna Remezanê ango piştî 10-15 rojan wê derkeve.
Niha Kekê Mehmed Uzun dixwîne pir jê hez kiriye. Dibêje; layiqê Lawikê Xerzî
ye! Wê ji pirtûkê re pêşgotinekê jî binivîse.
Te got Gundikê Dono û Lawikê Xerzî? Çawa ku te gotiye ez derbasî kompîtûrê
dikim. Wê di demeke kurt de ji bo çapa Tirkiyeyê amade bibin.
Xalo tê bîra te, min ji te re behsa anketa Kovara Pîneyê kiribû. Anket bi encam
bû. Li gorî vê anketê tu kesê sereke yî ku xwendevan dixwazin tu di kovarê de
binivîsî.
Çawa ku te xwestibû, me odeya te rast û tekûz kiriye. Cihê erebeya te jî li dor
mala me hate peydakirin. Ma qey te negotibû, efû derdikeve ez jî têm! Belê efû
derxistin lê li gorî xwe. Ew efû ne ji bo kesên wekî te ye. Dev ji efûya wan
berde. Jixwe tu diçî Diyarbekirê. Xwezî Ahmet Kaya, Yilmaz Guney û
Şerefkendî jî bi te re bihatana…!.
Baş tê bîra min, gava ez ligel te li Stockholmê bûm, Ahmet Kayayê mezin
telefon kiribû û dûr û dirêj me gilî û gazincên xwe ji hev re kiribûn. Wî digot,
"Mehmûd Abê sakin olmiyesin, af çikiyor ulkeye beraber donuyoruz! (Kekê
Mehmûd nebî ku tu bimirî ha! Efû derdikeve emê bi hev re herin welêt)."
Te dît, çavê me Ahmet çi kir? Ma surprîzeke wisa nexweş tê kirin?
Ahmet ji nav me bar kir û çû, bû mêvanê Yılmaz Guney. Va ye tu jî dev ji
me berdidî û bi Xerzan re dizewicî. Piştî ku Ahmet li Parîsê ya xwe bi me
kiribû li kasetfiroşan kaset û sêlikên wî hatibûn fîtkirin ango nemabûn.
Beriya ku tu mala xwe bînî Diyarbekirê li cem dê, bav û xwişka xwe, pirtûkfiroş
û weşangerên te diyar dikin ku kitêbên Mahmûd Baksî bi hezaran têne
firotin.
Ez dixwazim hinekî jî behsa dengbêjên te bikim. Min hay ji Şemdîn tuneye,
lê Salihê Qûbînê û ji Erzeromê jî dengbêj Zilkûf telefon dane min. Zilkûf li
ser te kilamek çêkiriye. İro sibê wê were Stenbolê emê bi hev re di
telefonê de ji te re bixwînin. Salihê Qûbînê jî xwe amade dike ku li daweta te
konsereke Xerzanî pêşkêş bike.
Xalê delal!
Qewimînên li Tirkiyeyê her xerab in. Naxwazim bi wan serê te biêşînim. Lê
ez çawa bikim. Tu dixwazî ku ez behsa tiştên baş û xerab tev bikim.
Yek ji wan qewimînan grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê ne. Wekî tu jî dizanî, 2
meh berê gava ez hatibûm ba te, girtî ji bo rewşeke baş a girtiyan û
protestokirina girtîgehên Tîpa F ketibûn grevan, gelek ji wan piştre
biryara birçîbûna mirinê dabûn. Çend roj berê operasyoneke mezin pêk hat û
dewletê êrîş bir ser 20 girtîgehan. Bi dehan girtî hatin kuştin, bi
sedan jî birîndar bûn. Piştî operasyonê girtî xistin girtîgehên Tîpa F û
îro ew di roja 67'an a greva mirinê de ne. Ez dizanim tu bi van nûçeyan
diêşî, lê ez çi bikim tu dixwazî ku ez behsa tiştên nexweş jî
bikim.
Xalê Mehmûd guhekî min li Stockholmê ye, guhekî min jî li Diyarbekirê ye. Ez li
Stockholmê 3-4 roj in ku bi Bedrî û Xalê Ehmed Baksî re di nav têkilî û
xeberdanan de me. Wê rojê Mehmed Uzun, Sînan Ozturk û Zana Serîn jî
beşdarî amadekariyên me bûn. Divê xêl û daweta te, hesreta te ya ku tu 30
sal in jê bêzar î, bêyî ku em şaşî û çewtiyekê bikin bibin serî...
Ji ber ku wext nema û karê me dijwar e, ez dixwazim nameya xwe di vê derê de
bibirim Xalo. Bi hêviya hevdîtina li Diyarbekirê, niha bi xatirê te Xalê
Mehmûd...!
Xwarzî û şagirtê te Salihê Kevirbirî
------------------------------------------------------------------------------------
Jêrenot: xwendevanên
hêja; wekî ji vê nivîsê jî diyar e, ev nivîs piştî wefata Nivîskar-Rojnameger
Mehmûd Baksî û beriya ku li Diyarêbekir ligel dê, bav û xwîşka xwe were
weşartin, bi hestên xembar ji hêla min ve hatin nivîsîn. Di jiyana min de
cîhê Baksî gelek cuda û girîng e. Ez ji wan kesa me ku di rojên wî yên dawî de,
gelek serborî û serpêhatiyên me bi hev re derbas bûn. Beriya wefata wî bi 15
rojan ez ji cem wî zivirîm hatim Stenbolê. Ez ji bo xebata wî ya dawîn
-Serhildana Mala Eliyê Ûnis- du car çûm Stockholmê. Piştî roman qediya, da
destê min, bi şabûneke mezin gote min: “Ha ji te re Salih, bi xwe re bibe
Stenbolê û biçapîne. Êdî ez bimirim jî çavên min li paş namîne...“ Daxwaza
wî ya herî mezin qedandina vê romanê bû. Nexweşiya wî giran bû, zanibû ku
wê di demeke kin de ji nav me bar bike. Lê tu carî vê yekê nedida der. Gelek bi
moral bû. Min lez kir, li Stenbolê Serhildana Mala Eliyê Ûnis ji hêla
Weşanên Welat ve hate çapkirin. Lê dema ew çap bû, Baksî ji zû ve bi axa
welatê xwe re zewicîbû ango ji nav me bar kiribû û romana xwe ya dawî bi çavên
serê xwe nedîtibû.
Ev nivîs piştî mirina Baksî di jimareya
258’an a Rojnameya Azadiya Welat ku li Stenbolê tê weþandin de hate
weşandin. Di kesayetiya xalê min û mamosteyê min Mehmûd Baksî de, ev nivîs
ji bo bîranîna Yilmaz Gûney, Ahmet Kaya, Şerefkendî, Qasimlo, Îbrahîm Ehmed
û tevahiya têkoşerên welêt e....
|
|